Lûqa 22
[1] Cejina Nanê Şkeva nêzîk bû, ya ku jêr’a Cejina Derbazbûnê dibêjin.
[2] Serekêd k’ahîna û qanûnzana mecalekê diger’îyan ku Wî bikujin, çimkî ji cime’tê ditirsîyan.
[3] Hingê mîrêcin k’ete qelpê dilê Cihûdayê ku Îsxeryotî dihate gotinê, ew yek ji wan her donzdeha bû.
[4] Eva r’abû çû t’evî serekêd k’ahîna û serwêrêd nobedarêd p’aristgehê, wanr’a xeber da, wekî Îsa bide destê wan.
[5] Evana şa bûn û wîr’a qayl bûn, ku p’era bidine wî.
[6] Cihûda r’azî bû û hilda ser xwe, ku mecalê bibîne Ewî bi dizî cime’têva bide destê wan.
[7] R’oja Cejina Nanê Şkeva hat, ku e’det bû berxê qurbana Cejina Derbazbûnê bihata serjêkirinê.
[8] Îsa Petrûs û Yûh’enna şandin û got: «Her’in Şîva Cejina Derbazbûnê mer’a hazir kin, wekî em bixwin».
[9] Wana jê pirsî: «Tu li k’u dixwazî ku em hazir kin?»
[10] Ewî jî wanar’a got: «Gava ku hûn bik’evine bajêr, va merivekê r’astî we bê, cêr’ê avê li ser mila. Pey wî her’ine wê mala ku ew diçê,
[11] û xweyê malêr’a bêjin: ‹Dersdar ter’a dibêje: K’anê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda t’evî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?›
[12] Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî nîşanî we ke û wir jî hûn hazir kin».
[13] Ewana çûn, çawa ku wanar’a gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.
[14] Û gava wext pêr’a gihîşt, Ew bi t’evî şandîya li ser sifrê r’ûnişt
[15] û wanr’a got: «Ez gelekî h’izreta vê Şîva Cejina Derbazbûnê bûm, ku Min t’evî we berî cefê Xwe bixwara.
[16] Çimkî Ez wer’a dibêjim, Ez îdî ji vê t’u car naxwim, h’eta ku P’adşatîya Xwedêda bibe».
[17] Û k’as hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî û got: «Hildin evê û nav xweda bela kin.
[18] Ez wer’a dibêjim, wekî Ez îdî t’u car ji meya tirîyê venaxwim, h’eta ku P’adşatîya Xwedê bê».
[19] Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».
[20] Usa jî k’as pey şîvêr’a hilda û got: «Eva k’asa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê r’êtinê.
[21] Lê va destê yê ku nemamîya Min bike, li ser vê sifrê t’evî Min e.
[22] R’ast Kur’ê Mêriv wê usa her’e, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kur’ê Mêriv bike».
[23] Û wana destpêkir nav hevda ji hev pirsîn: «Gelo k’î ye ewî nav meda, ku vê yekê wê bike?»
[24] Û nav wanda de’w pêşda hat, ku ji nav wanda k’îjan wê yê herî mezin bê h’esabê.
[25] Îsa wanr’a got: «P’adşayêd mileta cime’ta xwe bindest dikin û ewêd ser wan h’ukum dikin xêrxwazêd wan têne gotinê.
[26] Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biç’ûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike.
[27] Niha k’î ye mezin, yê li sifrê r’ûniştî yan berdestî? Ne yê li sifrê r’ûniştî? Û Ez nava weda mîna berdestîkî me.
[28] Hûn in, yêd ku nava cêr’ibandinêd Minda h’eta niha t’evî Min mane.
[29] Û Ezê P’adşatîyê bidime we, çawa Bavê Min ew da Min,
[30] wekî hûn P’adşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser k’ursîya r’ûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.
[31] Şimh’ûn! Şimh’ûn! Va ye mîrêcin xwest wekî we mîna genim bêjingê xe.
[32] Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu veger’î, dil bidî ber birayêd xwe».
[33] Û Petrûs Wîr’a got: «Xudan, ez hazir im t’evî Te bême girtinê û kuştinê jî».
[34] Îsa wîr’a got: «Petrûs! Ez ter’a dibêjim, îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara bêjî, wekî tu Min nas nakî».
[35] Û Îsa wanr’a got: «Gava Min hûn bê k’îsik, tûrik û çarix şandin, hûn h’ewcê tiştekî bûn?» Wana got: «Na».
[36] Hingê got: «Lê niha k’îsikê k’ê heye bira hilde û usa jî tûrik. Û yê ku bê şûr e, bira k’incê xwe bifiroşe û xwer’a şûrekî bik’ir’e.
[37] Lê Ez wer’a dibêjim, ku gerekê eva nivîsara ser Min bê sêrî, ku: ‹Ew t’evî ner’asta hate h’esabê› . Û çi ku bona Min nivîsar e, ser qewimandinê ye».
[38] Şagirta Wîr’a got: «Xudan, va ne vira du şûr hene». Ewî wanr’a got: «Bes e».
[39] Û Îsa li gora e’detê Xwe r’abû çû ç’îyayê Zeyt’ûnê, şagirtêd Wî jî li pey çûn.
[40] Û gava gihîşte cî, wanr’a got: «Dua bikin, ku hûn nek’evine nava cêr’ibandinê».
[41] Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr k’et, çok da dua kir
[42] û got: «Bavo, heger e’mirê Te ye, evê k’asê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min».
[43] Û ji e’zmên milyak’etek Wîva xuya bû û Ew qewat kir.
[44] Ewî nava cefê giranda, hê bi dilê k’el dua dikir. Xûdana Wî mîna dilopêd xûnêye gir dir’ijîyane e’rdê.
[45] Û ji dua r’abû, hate cem şagirtêd Xwe, ewana k’erba k’ederê r’azayî dîtin.
[46] Û wanr’a got: «Hûn çima r’adizên? R’abin dua bikin, ku nek’evine nava cêr’ibandinê».
[47] Ewî hê xeber dida, nişkêva e’laletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan k’etibû û nêzîkî Wî bû ku Wî r’amûse.
[48] Îsa wîr’a got: «Cihûda! Tu bi r’amûsanê Kur’ê Mêriv didî destê wan?»
[49] Gava ewêd t’evî Wî dîtin ku wê çi biqewime, Wîr’a gotin: «Xudan, em bi şûr li wan xin?»
[50] Û ji wan yekî bi şûr li xulamê serekk’ahîn xist û guhê wîyî r’astê pekand.
[51] Hingê Îsa got: «Bes e, bihêlin». Û dest da guhê wî, qenc kir.
[52] Paşê Îsa gote serekêd k’ahîna, serwêrêd nobedarêd p’aristgehê û r’ûspîyêd ku hatibûne ser Wî: «Tê bêjî hûn bi şûr û dara hatine pêşîya qaçaxekî?
[53] Ne Ez her gav t’evî we p’aristgehêda bûm, we destê xwe ne dida Min. Lê niha wextê we ye û h’ukumê te’rîstanîyê ye».
[54] Û Ew girtin, birin kirine mala serekk’ahîn. Petrûs jî dûrva p’ê-p’ê li pey Wî diçû.
[55] Gava wana goveka h’ewşêda agir vêxist û dorê r’ûniştin, Petrûs jî li wir t’evî wan r’ûnişt.
[56] Û carîkê ew li ber agir r’ûniştî dît, li wî nihêr’î û got: «Eva jî t’evî Wî bû».
[57] Lê Petrûs înk’ar kir û gotê: «Ez Wî nas nakim, e’vdê!»
[58] Xêlekê şûnda yekî din ew dît û got: «Tu jî ji wan î». Petrûs wîr’a got: «Pismam, ez ne ji wan im».
[59] Û weke sih’etekê jî derbaz bû, yekî din jî dida zora xwe û digotê: «Hebe-t’unebe eva meriva t’evî Wî bû, çimkî ji Celîlê ye».
[60] Lê Petrûs got: «Filan kes! Ez nizanim tu çi dibêjî». Û xeber hê dêvda bû, destxweda dîk bang da.
[61] Xudan ser Petrûsda veger’îya li wî nihêr’î, hingê Petrûs gotina Xudan anî bîra xwe, ku wîr’a gotibû: «Îro hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înk’ar kî».
[62] Û Petrûs derk’ete derva k’ele-k’el girîya.
[63] Û ewêd ku nobedarî li Îsa dikirin, qerfê xwe li Wî dikirin, dik’utan.
[64] Ç’e’vêd Wî girêdan û ji Wî dipirsîn, digotin: «De p’êxembertîyê bike, k’a k’î bû ku Te xist?»
[65] Û bi gelek gotinêd mayîn jî Ew bêhurmet dikirin.
[66] Û gava sibeh zelal bû, k’oma r’ûspîyêd cime’tê, serekêd k’ahîna û qanûnzana civîyan. Îsa k’aşî dîwanxana xwe kirin
[67] û gotinê: «Heger Tu yî Mesîh, mer’a bêje?» Îsa wanr’a got: «Heger Ez wer’a bêjim jî, yek e hûn dîsa bawer nakin.
[68] Û heger pirsekê jî bidime we, hûnê dîsa caba Min nadin.
[69] Ji vir şûnda Kur’ê Mêriv wê li k’êleka Xwedêyê Herî Zor, li milê Wîyî r’astê r’ûnê» .
[70] Û h’emûya bi hevr’a got: «Wekî usa ye Tu Kur’ê Xwedê yî?» Ewî wanr’a got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im».
[71] Û wana got: «Îdî şe’de çî mer’a ne? Me xwexa ji devê Wî bihîst».