Lûqa 19
[1] Îsa k’ete Erîhayê û wêr’a derbaz dibû.
[2] Li wir merivekî dewletî hebû, serwêrê xercgira, navê wî Zexayo.
[3] Ewî dikir ku Îsa bidîta k’a Ew k’î ye, lê dest e’laletê nikaribû bidîta, çimkî bejinêda kin bû.
[4] Ew pêşda bezî r’abû ser dareke hêjîrêye stirîn, wekî Îsa bibîne, çimkî Ewê hema li wirr’a derbaz bibûya.
[5] Û çaxê Îsa hate wî cîyî, li jor nihêr’î û gote wî: «Zexayo! Zû bike ji wir were xwarê, çimkî Ez gerekê îro mala teda bimînim».
[6] Zexayo lezand jorda hate xwarê û bi eşq-şa Ew qebûl kir.
[7] H’emûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunek’ar».
[8] Lê Zexayo pêş h’emûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî k’ê jî kiribe, ezê çar car lê veger’înim».
[9] Îsa wîr’a got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zar’a Birahîm e.
[10] Bona vê yekê Kur’ê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî biger’e û xilaz ke».
[11] Û wana hê ev tişt dibihîstin, Îsa meseleke din jî anî ser wê yekê, ku Ew nêzîkî Orşelîmê dibû û wana t’irê P’adşatîya Xwedê wê zûtirekê k’ifş be.
[12] Ewî got: «Merivekî e’silzade çû welatekî dûr, ku p’adşatîya xwe bistîne û veger’e.
[13] Gazî dehe xulamêd xwe kir, dehe zêr’ dane wan û got: ‹Van bidine xebatê, h’eta ku ez veger’im›.
[14] Lê bajarvana k’îna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew p’adşatîyê li ser me bike›.
[15] Û gava ewî p’adşatîya xwe stand veger’îya, gazî wan xulama kir, k’îjanêd ku ewî p’ere dabûne wan, wekî bizanibe k’a her yekî çiqas kirîye k’ar.
[16] Yê pêşin hat û gotê: ‹Ez xulam, zêr’ekî te dehe zêr’ kire k’ar›.
[17] Axayê wî jêr’a got: ‹E’ferim, xulamê qenc! Tu nava wî tiştê hindikîda amin mayî, serwêrtîyê dehe bajara bike›.
[18] Yê duda jî hat û got: ‹Ez xulam, zêr’ekî te pênc zêr’ kire k’ar›.
[19] Axayê wî jêr’a got: ‹Tu jî ser pênc bajara be›.
[20] Paşê yekî din hat û got: ‹Ez xulam, va ye zêr’ê te, min destmalêda p’êç’ayî hildabû.
[21] Çimkî ez ji te ditirsîyam, min zanibû tu merivekî h’işk î, çi ku te danenîye, hildidî û çi ku te neçandîye, didirûyî›.
[22] Û wî jêr’a got: ‹Ezê hema bi devê te dîwana te bikim, xulamê xirab! Heger te zanibû ku ez merivekî h’işk im, çi ku min danenîye, hildidim û çi ku neçandîye, didirûm,
[23] te çima p’erê min neda k’arkira, ku ez bihatama min bi selef bistanda?›
[24] Û hazirar’a got: ‹Wî zêr’î ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe zêr’êd wî hene›.
[25] Wîr’a gotin: ‹Xudan, dehe zêr’êd wî hene›.
[26] Ewî got: ‹Ez wer’a dibêjim, yê k’ê ku heye, wîr’a wê bê dayînê, lê yê k’ê ku t’une, çi heye jî wê jê bê standinê.
[27] Lê belê wan neyarêd min jî, k’îjana nedixwest ez p’adşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber ç’e’vê min wan bikujin›».
[28] Îsa pey vê xeberdanêr’a pêşda çû, wekî hevraz her’e Orşelîmê.
[29] Û gava nêzîkî gundêd Beytfacê û Beytanyayê bû, wî cîyê ku jêr’a digotin ç’îyayê Zeyt’ûnê, hingê du şagirtêd Xwe şandin
[30] û got: «Her’ine wî gundê pêşberî xwe, gava hûn bik’evinê, hûnê ce’şikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin.
[31] Heger yek ji we bipirse: ‹Hûn çima wê vedikin?› bêjin, ku Xudanr’a lazim e».
[32] Ewêd şandî çûn, çawa ku wanr’a hatibû gotinê, usa jî dîtin.
[33] Û wana hê ce’şik vedikir, xweyêd wê wanr’a gotin: «Hûn çima vê ce’şikê vedikin?»
[34] Şagirta got: «Xudanr’a lazim e».
[35] Û ew anîne cem Îsa, k’incêd xwe avîtine ser wê û Îsa lê sîyar kirin.
[36] Gava diçû, cime’tê k’incêd xwe ser r’ê r’adixistin.
[37] Û gava Ew nêzîkî p’êberjêrê ç’îyayê Zeyt’ûnê bû, t’emamîya k’oma şagirta destpêkirin şa dibûn û bi dengê bilind bona h’emû k’eremetêd ku dîtibûn şikirî didane Xwedê
[38] û digotin: «Bimbarek e ew P’adşayê ku bi navê Xudan tê! E’dilayî li e’zmên û şikirî li Yê Herî Jorin !»
[39] Lê ji nav e’laletê çend fêrisîya Îsar’a got: «Dersdar, li şagirtêd Xwe hilê».
[40] Ewî li wan veger’and û got: «Ez wer’a dibêjim, heger evana dengê xwe bibir’in, kevirê bikine qîr’în».
[41] Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêr’î, serda girîya
[42] û got: «Xwezî te hema îro bizanibûya e’dilayîya te çiva girêdayî ye! Lê niha ji ber ç’e’vê te hate veşartinê.
[43] Wê r’oj ser teda bên, ku dijminêd teyê dora te çeper’ê girêdin û ji her alîyava h’icûmî ser te kin.
[44] Wê te û zar’êd te nava teda bikin ax-xwelî û kevir li ser kevir nahêlin. Çimkî wextê ku Xwedê serîk da te, tu xwe neh’esîyayî».
[45] Û k’ete p’aristgehê, destpêkir yêd ku difirotin derxistin
[46] û wanr’a got: «Nivîsar e: ‹Mala Min wê mala dua be› . Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa› ».
[47] Û her r’oj p’aristgehêda hîn dikir, lê serekêd k’ahîna, qanûnzan û giregirêd cime’tê pey k’etibûn, ku çawa Wî bikujin.
[48] Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî t’emamîya cime’tê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.