Lûqa 6
[1] R’ojeke şemîyê Îsa nava zevîyar’a derbaz dibû, şagirtêd Wî simbilêd genim diçinîn, destêd xweda difirikandin û dixwarin.
[2] Lê ji fêrisîya hineka got: «Çima hûn tiştê necayîzî r’oja şemîyê dikin?»
[3] Îsa li wan veger’and û got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêr’a bir’çî bûn?
[4] Ne ew k’ete Xana Xwedê û nanê Xwedêr’a dayî hilda, hin xwexa xwar, hin jî da yêd t’evî xwe, wekî t’u kesîr’a ne cayîz bû bixwara, pêştirî k’ahîna?»
[5] Û veger’îya wanr’a got: «Kur’ê Mêriv Xudanê şemîyê ye jî».
[6] Û r’oja şemîke din Îsa çû k’inîştê, ku hîn bike. Merivek li wir hebû, ku destê wîyî r’astê k’işîyabû.
[7] Ç’e’vê qanûnzan û fêrisîya li ser Wî bûn, gelo wê r’oja şemîyê nexweşa qenc ke yan na, wekî me’nîke wan hebe, ku xeyba Wî bikin.
[8] Lê fikirêd wan Îsava e’yan bûn û wî merivê destk’işîyayîr’a got: «R’abe vê govekê bisekine». Ew jî r’abû sekinî.
[9] Hingê Îsa wanr’a got: «Ezê pirsekê ji we bikim. R’oja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, r’uh’ekî xilaz kin yan unda kin?»
[10] Û Îsa li h’emûyêd dora Xwe nihêr’î, wî merivîr’a got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî usa kir û destê wî dîsa qenc bû.
[11] Hingê wana ji hêrsa xwe dixwar, nav hevda dişêwirîn, ku çi bînine serê Îsa.
[12] Wan r’ojada Îsa çû serê ç’îyê, ku dua bike û t’emamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir.
[13] Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî:
[14] Şimh’ûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûh’enna, Fîlîpo û Bertolomeyo,
[15] Metta û T’ûma, Aqûbê Halfawo û Şimh’ûnê ku welatp’arist dihate gotinê.
[16] Cihûdayê Aqûb û Cihûdayê Îsxeryotî, ku nemamîya Wî kir.
[17] Ew bi t’evî wan berjêr bû hat, r’astekê sekinî. Li wê derê k’omeke şagirtaye mezin û cime’teke giran ji t’emamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê be’ra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.
[18] Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji r’uh’êd h’eram cefa dik’işandin jî qenc dibûn.
[19] Û t’emamîya e’laletê jî dice’dand, wekî destê xwe bidana Wî, çimkî qewat ji Wî derdik’et û her kes ji wan qenc dibû.
[20] Îsa berê Xwe da şagirtêd Xwe û got: «Xwezî li we feqîra, çimkî P’adşatîya Xwedê ya we ye.
[21] Xwezî li we, ku hûn niha bir’çî ne, çimkî hûnê t’êr bin. Xwezî li we, ku hûn niha digirîn, çimkî hûnê bik’enin.
[22] Xwezî li we, gava hûn bona Kur’ê Mêriv ber ç’e’vê merîya r’eş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.
[23] Wê r’ojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we e’rd negire, çimkî va heqê we li e’zmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê p’êxembera usa dikirin.
[24] Lê wey li we dewletîya, çimkî hûn gihîştine meremê xwe.
[25] Wey li we, ku hûn niha t’êr in, çimkî hûnê bir’çî bin. Wey li we, ku hûn niha dik’enin, çimkî hûnê bigirîn û şînê bikin.
[26] Wey li we, ku h’emû meriv bona we qenc xeber didin, çimkî kal-bavêd wan jî p’êxemberêd derewr’a usa dikirin.
[27] Lê Ez wer’a, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe h’iz bikin, xêrnexwazêd xwer’a qencîyê bikin.
[28] Nifir’kirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.
[29] Heger yek r’ûyê te xe, yê din jî bide ber û yê ku p’otê te ji te bistîne, kirasê xwe jî jêr’a bihêle.
[30] Bide wî, k’î ji te dixwaze û k’î ji te distîne paşda nexwaze.
[31] Û çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanr’a bikin.
[32] Heger hûn wan h’iz bikin, k’îjan ku we h’iz dikin, çi feyde? Ne gunek’ar jî wan h’iz dikin, k’îjan ku wan h’iz dikin?
[33] Û heger hûn qencîkirêd xwer’a qencîyê bikin, çi feyde? Ne gunek’ar jî usa dikin?
[34] Û heger hûn deyn didine yêd usa, ji k’îjana gumana we heye paşda bistînin, çi feyde? Ne gunek’ar jî deyn didine gunek’ara, ku dîsa haqasî paşda bistînin?
[35] Lê hûn dijminêd xwe h’iz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya veger’andinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zar’êd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, ner’asta jî qenc e.
[36] Dilr’e’m bin, çawa Bavê we dilr’e’m e.
[37] Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin wer’a wê bê baxşandinê.
[38] Bidin, wer’a wê bê dayînê, bi pîvaneke t’ijî h’ejandî, dewisandî, serî qûç’ wê bikine p’êşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wer’a wê bê pîvanê».
[39] Ewî meselek jî wanr’a got: «Gelo kor dikare r’êberîyê kora bike? Ne her duyê jî bik’evine ç’e’lê?
[40] Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe r’ind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be.
[41] Tu çima qirşikê ç’e’vê birê xweda dibînî, lê k’êranê ç’e’vê xweda nabînî?
[42] Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bira, bihêle ku ez qirşik ji ç’e’vê te derxim›, lê tu k’êranê ç’e’vê xweda nabînî? Dur’û! Pêşîyê k’êranê ç’e’vê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji ç’e’vê birê xwe derxî.
[43] Dara qenc berê xirab nade, ne jî dara xirab berê qenc.
[44] Her dar ji berê xwe tê naskirinê, kesek ji stirîya hêjîra naçine û ne jî ji dir’îyê tirîya.
[45] Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva t’ijî ye zar jî ewê dibêje.
[46] Hûn çima Minr’a ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez wer’a dibêjim nakin?
[47] Her kesê ku tê cem Min gotinêd Min dibihê û diqedîne, Ez wer’a bêjim mîna k’ê ye.
[48] Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, e’rdê dik’ole k’ûr dike, h’îmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî r’adibe, ç’em li wê malê dixe, ew nah’eje, çimkî r’ind hatibû çêkirinê.
[49] Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê h’îm malê xwer’a çêdike. Gava ç’em lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîrat’ê diçe».