Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:37

[1] Pey r’oja şemîyêr’a Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Seloma çûn biharet k’ir’în, wekî her’in li cinyazê Îsa din.

[2] R’oja h’eftîyêye pêşin serê sibehê zû, wextê r’o derk’et, ew çûne ser t’irbê.

[3] Wana r’êva hevr’a digot: «K’î wê bona me kevir ji ber derê t’irbê hol ke?»

[4] Çimkî kevir gelekî mezin bû. Û gava ku li jorê nihêr’în, dîna xwe danê, ku kevir ji ber hol kirî ye.

[5] Û çaxê çûne hindur’ê t’irbê, dîna xwe danê, xortekî çuxê sipî wergirtî wê li alîyê r’astê r’ûniştî ye. K’ulfet gelek zendegirtî man.

[6] Lê ewî wanr’a got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê diger’in, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê r’abûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû.

[7] De niha her’in bêjine şagirtêd Wî û Petrûs, ku Ewê berî we her’e Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin, çawa ku Ewî wer’a gotîye».

[8] Ew k’ulfet ji t’irbê derk’etin r’evîn, çimkî r’isasê ew girtibûn û dilerizîn. Kesîr’a jî tiştek negotin, çimkî sawê li wan girtibû.

[9] Gava Îsa r’oja h’eftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê r’abû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku h’eft cin jê derxistibû .

[10] Ewê jî çû ew yek gîhande ewêd ku t’evî Îsa ger’îyabûn, ku şîn dikirin û digirîyan.

[11] Lê gava wana bihîst ku Îsa sax e û Xwe nîşanî Meryemê kirîye, bawer nekirin.

[12] Pey van yekar’a Ewî Xwe dilqekî dinda nîşanî ji wan duda kir, yêd ku diçûne k’ewşên.

[13] Ewana jî çûn ew xeber gîhandine yêd mayîn. Lê gotina wan jî bawer nekirin.

[14] Pey vê yekêr’a Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê r’ûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serh’işkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê r’abûyî dîtibûn bawer nekirin.

[15] Û wanr’a got: «Her’ine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.

[16] Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe.

[17] Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanr’a dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,

[18] wê me’ra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî je’r jî vexwin, t’u zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin».

[19] Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana t’evî wanr’a hilk’işîya e’zmên û li milê Xwedêyî r’astê r’ûnişt.

[20] Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, k’îjanêd ku bi destê wan dibûn.

Marqos — Chapters