[1] Şeş r’oj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya r’akiribû.
[2] Li wê derê wana qedirek jêr’a kirin. Mert’ayê xizmetk’arî dikir, Lazar jî t’evî Îsa nava wanda li ser sifrê r’ûniştî bû.
[3] Hingê Meryemê lîtirekî r’omayî bi r’ûnê nardêyî safî û biha hilda, ser nigêd Îsada kir û pê p’or’ê xwe nigêd Wî ziha kirin. Bîna r’ûnê nardê mal hilda.
[4] Lê ji şagirtêd Wî yekî, Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku wê paşê nemamîya Wî bikira got:
[5] «Çima ev r’ûnê nardê sêsid zîvî nehate firotanê, ku li belengaza bihata belakirinê?»
[6] Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, k’îsikê p’era cem wî bû û çi ku dik’etê, ewî jê diç’opand.
[7] Hingê Îsa gote wî: «Ji wê k’ulfetê veger’e. Îdî çima vî r’ûnî h’eta r’oja definkirina Min xwey ke?
[8] Feqîrê her gav t’evî we bin, lê Ezê her gav t’evî we nîbim».
[9] Ji cihûya geleka bihîst ku Îsa li wê derê ye hatin. Ew ne ku t’enê bona Îsa hatin, lê wekî Lazarê ku ji nav mirîya r’akirîye jî bibînin.
[10] Hingê serekêd k’ahîna şêwirîn ku Lazar jî bikujin,
[11] çimkî r’ûyê wîda gelek cihû diçûn bawerîya xwe Îsa danîn.
[12] R’oja dinê e’laleteke giran ku hatibû cejinê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê,
[13] wana ç’iqilêd xurmê hildan çûne pêşîya Wî û kirine qîr’în: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê , P’adşê Îsraêlê!»
[14] Îsa ce’şikek dît û lê sîyar bû, çawa nivîsar e:
[15] «Netirse bajarê Sîyonê . Va ye P’adşê te tê, li ce’şika k’erê sîyar bûyî» .
[16] Şagirtêd Wî pêşîyê eva yeka fe’m nekirin, lê gava Îsa k’ete r’ûmeta Xwe, hingê hate bîra wan, ku ev yek bona Wî hatibû nivîsarê û bona Wî eva yeka kirin.
[17] Ew cime’ta ku hingê t’evî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê r’akir û e’mir kir ku ji gor’ê derê, şe’detîya wê yekê dida.
[18] Bona vê yekê cime’t pêşîya Wîda çû, çimkî wana bihîstibû ku Ewî eva nîşana kirîye.
[19] Fêrisîya jî hevr’a got: «Hûn dibînin eva yeka ji qewata me der e. Va t’emamîya dinyayê pey Wî çû!»
[20] Nav wanda çend yûnan jî hebûn, ku bona h’ebandinê cejinêda hevraz çûbûne Orşelîmê.
[21] Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».
[22] Fîlîpo çû eva yeka Endrawisr’a got, Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsar’a gotin.
[23] Îsa li wan veger’and û got: «Ew sih’eta ku Kur’ê Mêriv wê bê r’ûmetkirinê pêr’a gihîşt.
[24] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, heger h’eba gênim nek’eve e’rdê û nemire, ewê t’enê bimîne, lê heger ew bimire, wê gelek ber bide.
[25] Yê ku e’mirê xwe h’iz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene e’mirê xwe, ew wî bona jîyîna h’eta-h’etayê xwey dike.
[26] Ewê ku bixwaze Minr’a xizmetk’arîyê bike, bira pey Min bê. Ez li k’u derê bim, xizmetk’arê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minr’a xizmetk’arîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.
[27] Niha agir dilê Min k’etîye. Ez çi bêjim? Bêjim: ‹Bavo, Min ji vê sih’etê xilaz ke›? Ne Ez bona vê sih’etê hatime?
[28] Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji e’zmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»
[29] Ew e’laleta ku li wir sekinîbû dibihîst got: «Gur’înîya e’zmên bû». Hineka jî digot: «Milyak’etekî t’evî Wî xeber da».
[30] Îsa cab da û got: «Eva denga bona Min nehat, lê bona we.
[31] Niha ye wextê dîwana vê dinyayê, niha serwêrê vê dinyayê wê bê avîtinê derva.
[32] Gava Ez ji e’rdê berbi jor bême hildanê, Ezê h’emûya berbi Xwe bik’işînim».
[33] Ewî bi vê gotinê dida fe’mkirinê, ku Ewê bi çi cûr’eyî bimire.
[34] Hingê e’laletê lê veger’and û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê h’eta-h’etayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kur’ê Mêriv berbi jor bê hildanê›? K’î ye ew ‹Kur’ê Mêriv›?»
[35] Îsa wanr’a got: «Hinek wext jî r’onayî wê t’evî we be. H’eta ku r’onayî t’evî we ye, bimeşin, nebe ku te’rî ser weda bê. Ewê ku te’rîyêda dimeşe, ew nizane k’uda diçe.
[36] H’eta ku r’onayî t’evî we ye, bawerîya xwe r’onayê bînin, wekî hûn bibine zar’êd r’onayê». Gava Îsa ev yekana gotin çû û Xwe ji ber wan veşart.
[37] Ser haqas nîşanar’a ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn.
[38] Ev yek aha bû, wekî ew gotina Îşaya p’êxember bê sêrî: «Xudan, k’ê ew gotina ku me got bawer kir? Û zenda Xudan k’êva e’yan bû?»
[39] Bona wê yekê wana nikaribû bawer bikirana, çimkî Îşaya aha jî gotîye:
[40] «Xwedê ç’e’vêd wan kor kirin û ava r’eş anî ser h’işê wan, wekî bi ç’e’va nebînin, bi h’işa fe’m nekin û veneger’in ku Ez wan qenc kim» .
[41] Îşaya aha got, çimkî wî r’ûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.
[42] Lê belê dîsa jî ji serwêra geleka bawerîya xwe Wî anî. Lê ji tirsa fêrisîya, li xwe mukur’ nedihatin, ku ji k’inîştê neyêne derxistinê.
[43] Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.
[44] Hingê Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku bawerîya xwe Min tîne, ew bawerîya xwe Min nayne, lê Yê ku Ez şandime.
[45] Û ewê ku Min dibîne, yê ku Ez şandime dibîne.
[46] Ez çawa r’onayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, te’rîyêda nemîne.
[47] Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim.
[48] Ewê ku Min t’exsîr dike û gotinêd Min qebûl nake, yek heye ku wê dîwana wî bike, awa gotî ew gotina ku Min gotîye, ewê R’oja Axretê dîwana wî bike.
[49] Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî t’emî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim.
[50] Û Ez zanim ku t’emîya Wî jîyîna h’eta-h’etayê ye. Awa çi ku Ez dibêjim, çawa Bavê gotîye Min Ez usa dibêjim».