Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 4:23

[1] Ez im k’ola tirîyêye r’ast, Bavê Min jî r’ezvan e.

[2] Her ç’iqilê Minva ku ber nade ew dibir’e. Lê ew ç’iqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.

[3] Hûn îdî paqij in bi wê gotinê ya ku Min wer’a gotîye.

[4] Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa ç’iqil xwexa nikare ber bide, heger k’olêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.

[5] Ez im k’ola tirîyê, hûn jî ç’iqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin t’u tiştî bikin.

[6] Heger yek Minva nemîne, ew mîna ç’iqilekî wêda avîtî ye, ku h’işk dibe. Û t’op dikin davêjine nava êgir dişewitînin.

[7] Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê wer’a bê dayînê.

[8] Bi vê yekê Bavê Minê bê r’ûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine k’ifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.

[9] Bav çawa Min h’iz dike, Ez jî usa we h’iz dikim. H’izkirina Minda bimînin.

[10] Heger hûn t’emîyêd Min xwey kin, hûnê h’izkirina Minda bimînin, çawa ku Min t’emîyêd Bavê Xwe xwey kirin û h’izkirina Wîda dimînim.

[11] Min ev yekana wer’a gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we t’emam be.

[12] Ev e t’emîya Min: Hevdu h’iz bikin, çawa ku Min hûn h’iz kirin.

[13] T’u h’izkirin ser wê h’izkirinêr’a t’une, ku yek e’mirê xwe ber dostêd xweva bide.

[14] Hûn dostêd Min in, heger hûn wan t’emîyêd ku Ez didime we xwey dikin.

[15] Ji vir şûnda Ez we ‹xulam› h’esab nakim, çimkî xulam haş pê t’une ku axayê wî çi dike. Min hûn dost h’esab kirin, çimkî her tiştêd ku Min ji Bavê Xwe bihîstin weva dane e’yankirinê.

[16] Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û k’ifş kirin, wekî hûn her’in ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.

[17] Ez t’emîya vê yekê didim, ku hûn hevdu h’iz bikin.

[18] Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jenîyaye Min.

[19] Heger hûn p’ara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe h’iz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne p’ara dinyayê ne, lema dinya dijene we.

[20] Wê xebera ku Min wer’a gotîye bînine bîra xwe, ku: ‹Xulam ne ser axayê xwer’a ye›. Heger Ez zêrandime, wê we jî bizêrînin. Heger gotina Min xwey kirine, wê gotina we jî xwey kin.

[21] Lê van h’emû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.

[22] Heger Ez nehatama û Min wanr’a xeber neda, gunêd wanê t’unebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.

[23] Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî.

[24] Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku t’u kesî nekirine, gunêd wanê t’unebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.

[25] Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî: ‹Cîkî badîhewa jenîyane Min› .

[26] Gava ew Piştovan bê, k’îjanî Ezê ji Bavê wer’a bişînim, ew R’uh’ê ku wê r’astîyê wer’a gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şe’detîyê bide.

[27] Hûnê jî şe’detîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn t’evî Min bûne.

Yûh’enna — Chapters