Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 10:14

[1] lê Îsa çû ç’îyayê Zeyt’ûnê.

[2] Serê sibehê zû Ew dîsa veger’îya p’aristgehê, t’emamîya cime’tê hate cem Wî. Ew r’ûnişt û destpêkir ew hîn kirin.

[3] Qanûnzan û fêrisîya jineke ku zinêk’arîyêda hatibû girtinê anîn û li ber h’emûya dane sekinandinê.

[4] Wana jêr’a got: «Dersdar, eva jina zinêk’arîyêda hate girtinê.

[5] Qanûnêda Mûsa t’emî daye me, ku em yêd aha bidine ber kevira. Awa Tu çi dibêjî?»

[6] Bi vê gotinê Ew dicêr’ibandin, wekî nigê wan cî bigire, Wî neheq derxin. Lê Îsa Xwe qûz kir û bi t’ilîya Xwe li ser e’rdê nivîsî.

[7] Lê gava wan serhev-serhev dipirsîn, Ewî serê Xwe bilind kir û wanr’a got: «Nava weda k’î bêgune ye, bira kevirê pêşin ew bavêje wê».

[8] Û dîsa Wî Xwe qûz kir û bi t’ilîya Xwe ser e’rdê nivîsî.

[9] Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derk’etin. Îsa t’enê ma û k’ulfet jî li wir sekinî mabû.

[10] Îsa serê Xwe bilind kir û wêr’a got: «E’vdê, k’anê ne? Kesekî tu neheq nekirî?»

[11] Ewê gote Wî: «T’u kes nema, ez xulam!» Û Îsa gotê: «Ez jî te neheq nakim. Her’e û îdî ji vir şûnda guna neke» .

[12] Îsa dîsa t’evî wan xeber da û got: «Ez im r’onaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê t’u car te’rîyêda neger’e, lê wê r’onaya wîye jîyînê hebe».

[13] Fêrisîya lê veger’and û gotinê: «Tu şe’detîyê bona Xwe didî, şe’detîya Te ne r’ast e».

[14] Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şe’detîyê didim, şe’detîya Min r’ast e, çimkî Ez zanim Ez ji k’u hatime û k’uda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji k’u têm, yan k’uda diçim.

[15] Hûn li anegorî dîtina ç’e’va dîwanê dikin, lê Ez dîwana t’u kesî nakim.

[16] Lê heger Ez dîwanê bikim jî, dîwankirina Min r’ast e, çimkî Ez ne t’enê me, Ez û Bav em hevr’a ne, yê ku Ez şandime.

[17] Qanûna weda jî nivîsar e, ku şe’detîya du meriva r’ast e .

[18] Ez bona Xwe şe’detîyê didim û Bavê ku Ez şandime jî bona Min şe’detîyê dide».

[19] Hingê wan jê pirsî: «K’anê ye Bavê Te?» Îsa li wan veger’and û got: «Hûn ne Min nas dikin, ne jî Bavê Min. Heger we Ez nas bikirama, weyê Bavê Min jî nas bikira».

[20] Îsa ev xeber p’aristgehêda wextê hînkirina Xwe gotin, li wê oda ku dîyarî têda dihate t’opkirinê, lê kesî Ew negirt, çimkî hê wextê Wî nehatibû.

[21] Wî dîsa wanr’a got: «Ez diçim, hûnê li Min biger’in û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê her’imê».

[22] Ser vê yekê cihûya got: «Dibe ku evê Xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê her’imê›?»

[23] Îsa wanr’a got: «Hûn ji jêrê ne, Ez ji jorê me, hûn ji vê dinyayê ne, lê Ez ne ji vê dinyayê me.

[24] Bona vê yekê Min wer’a got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM , hûnê nav gunêd xweda bimirin».

[25] Hingê jê pirsîn: «Tu k’î yî?» Îsa wanr’a got: «Ez Ew im, Yê ku serê sêrîda wer’a dibêjim.

[26] Gelek tişt hene, ku Ez derheqa weda bêjim û dîwana we bikim. Lê Yê ku Ez şandime ser r’astîyê ye û çi ku Min ji Wî bihîstîye, Ez dinyayêr’a wê dibêjim».

[27] Wana xeberdana Wî fe’m nekir, ku Wî anî ser Bavê.

[28] Hingê Îsa wanr’a got: «K’engê hûn Kur’ê Mêriv bilind kin, hûnê hingê bizanibin ku EZ EW IM û Min qet t’u tişt xweserîxwe nekirîye, lê Bavê çawa Ez hîn kirime, Ez usa xeber didim.

[29] Û Yê ku Ez şandime t’evî Min e û Wî Ez t’enê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».

[30] Gava Îsa aha xeber da, gelek meriva bawerîya xwe Wî anî.

[31] Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê r’ast şagirtêd Min bin.

[32] Hûnê r’astîyê nas kin û r’astîyê we aza ke».

[33] Wana lê veger’and û gotinê: «Em ji zur’eta Birahîm in û t’u car me xulamtî kesîr’a nekirîye. Tu çawa dibêjî: ‹Hûnê aza bin›?»

[34] Îsa li wan veger’and û got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, her kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye.

[35] Xulam h’eta-h’etayê malêda namîne, lê kur’ h’eta-h’etayê dimîne.

[36] Awa heger Kur’ê Xwedê we aza ke, hûnê r’astî aza bin.

[37] Ez zanim ku hûn ji zur’eta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.

[38] Min çi ku cem Bavê Xwe dîtîye, Ez wê dibêjim, we jî çi ku cem bavê xwe bihîstine wê yekê dikin».

[39] Wana lê veger’and û gotinê: «Bavê me Birahîm e». Îsa wanr’a got: «Heger hûn zar’êd Birahîm bûna, weyê kirêd Birahîm bikirana.

[40] Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku r’astî ji Xwedê bihîstîye, wer’a dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir.

[41] Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîr’a gotin: «Em r’îya zinêk’arîyêda dinê nek’etine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye».

[42] Îsa wanr’a got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez h’iz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê r’abûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.

[43] Çima hûn tiştêd ku Ez dibêjim fe’m nakin? Çimkî hûn nikarin gotinêd Min bibin.

[44] Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qet’il bû û wî t’u car xwe r’astîyê negirtîye , çimkî nava wîda r’astî t’une. Gava ew derewa dike, ew gora binyat’a xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.

[45] Lê çimkî Ez r’astîyê dibêjim, hûn Min bawer nakin.

[46] Ji we k’î dikare îzbat ke, ku gunê Min heye? Awa heger r’astîyê dibêjim, çima hûn Min bawer nakin?

[47] Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».

[48] Cihûya lê veger’and û gotinê: «Çima em r’ast nabêjin, ku Tu samerî yî û cina dik’evî?»

[49] Îsa wanr’a got: «Ez cina nak’evim. Ez qedirê Bavê Xwe digirim, lê hûn Min bêhurmet dikin.

[50] Ez r’ûmeta navê Xwe nager’im, lê yek heye ku lê diger’e û serda dinihêr’e.

[51] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, heger yek gotina Min xwey ke, ew t’u car mirinê nabîne».

[52] Hingê cihûya jêr’a got: «Îdî em zanin ku Tu cina dik’evî! Birahîm jî mir, p’êxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, t’u car namire›.

[53] Çima Tu ji bavê me Birahîm çêtir î? Ew mir, p’êxember jî mirin. Tu Xwe dewsa k’ê datînî?»

[54] Îsa cab da: «Heger Ez xwexa r’ûmeta navê Xwe bilind kim, r’ûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku r’ûmeta navê Min bilind dike, k’îjanîr’a hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.

[55] Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.

[56] Bavê we Birahîm h’eyra wê r’oja Minda bû, wî dît û şa bû».

[57] Bona vê yekê cihûya jêr’a got: «Tu hê pêncî salî t’une yî! Te Birahîm jî dîtîye?»

[58] Îsa wanr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME» .

[59] Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji p’aristgehê derk’ete derva çû.

Yûh’enna — Chapters