Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:49

[1] Min ev yekana wer’a gotin, wekî hûn p’işk nebin.

[2] Ewê we ji k’inîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî k’î ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêr’a qulix dike.

[3] Wê van tişta bikin, çimkî wana ne Bav nas kir û ne jî Ez nas kirim.

[4] Lê belê Min ev yekana wer’a gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana wer’a gotine. Min serê sêrîda ev tişt wer’a negotin, çimkî Ez t’evî we bûm.

[5] Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we t’u kes ji Min napirse: ‹Tê k’uda her’î?›

[6] Min ku ev yekana wer’a gotin, lema dilê we k’eserêva t’ijî bûye.

[7] Lê belê Ez r’astîyê wer’a dibêjim, bona we hê r’ind e ku Ez her’im. Heger Ez neçim, Piştovan wê neyê cem we, lê heger Ez her’im, Ezê Wî bişînime cem we.

[8] Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide r’ûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva e’yan ke.

[9] Bona guna wê e’yan ke, çimkî ewana bawerîya xwe Min naynin.

[10] Bona heqî-neheqîyê wê e’yan ke, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe û îdî hûnê Min nebînin.

[11] Bona dîwana Xwedê wê e’yan ke, çimkî dîwana serwêrê vê dinyayê bûye.

[12] Hê gelek tişt hene ku Ez wer’a bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin.

[13] Lê gava ew R’uh’ê R’astîyê bê, Ewê we berbi t’emamîya r’astîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê wer’a gilî ke.

[14] Ewê r’ûmeta navê Min bilind ke, çimkî Ewê ji Min bistîne û wer’a gilî ke.

[15] Her tiştêd Bavê ku hene ew yêd Min in. Lema Min got, ku R’uh’ê ji Min bistîne û wer’a gilî ke.

[16] Hinekî şûnda hûnê Min nebînin û dîsa hinekî şûnda hûnê Min bibînin».

[17] Hingê şagirtêd Wî hineka hevdur’a gotin: «Eva çi gotin e ku Ew mer’a dibêje? ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›. Dibêje jî: ‹Çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe›?»

[18] Û wana digot: «Ev ‹hinek wext› ku dibêje, ew çi ye? Em fe’m nakin ku Ew çi dixwaze bêje».

[19] Îsa zanibû ku ew dixwazin jê bipirsin, hingê wanr’a got: «Hûn bona vê gotina Min ji hev dipirsin, ku Min got: ‹Hinekî şûnda hûnê Min nebînin› û dîsa ‹hinekî şûnda hûnê Min bibînin›?

[20] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, hûnê şîn û girî bin, lê dinyayê şa be, hûnê ber xwe k’evin, lê berxwek’etina weyê bibe şabûn.

[21] Gava jinek dik’eve ber zar’ê, cefê dik’işîne, çimkî sih’eta wê pêr’a gihîştîye. Lê gava zar’ jêr’a dibe, îdî cefa nayê bîrê ji dest wê şabûnê, ku merîk hate dinê.

[22] R’ast e hûn jî niha ber xwe dik’evin, lê Ezê we dîsa bibînim û dilê weyê bi eşq û şabûnêva t’ijî be û t’u kesê wê şabûnê ji we nestîne.

[23] Ewê r’ojê hûnê ji Min t’u tiştî nepirsin. Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ku hûn pê navê Min çi ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.

[24] H’eta niha we pê navê Min t’u tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we t’emam be.

[25] Min ev yekana wer’a bi mesela gotin. Wextê bê Ezê îdî bi mesela wer’a xeber nedim, lê aşkere derheqa Bavêda wer’a bêjim.

[26] Wê r’ojê hûnê pê navê Min bixwazin. Ez wer’a nabêjim ku Ezê bona we hîvî ji Bavê bikim.

[27] Bav Xwexa we h’iz dike, çimkî we Ez h’iz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime.

[28] Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».

[29] Şagirtêd Wî gotinê: «Va ye Tu niha aşkere xeber didî, ne ku pê mesela.

[30] Niha em fe’m dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne h’ewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî».

[31] Îsa wanr’a got: «Niha hûn bawer dikin?

[32] Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê her’e cîyê xwe û Min t’enê bihêle. Lê Ez ne t’enê me, çimkî Bav t’evî Min e.

[33] Min ev yekana wer’a gotin, wekî pê Min hûn xweyê e’dilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».

Yûh’enna — Chapters