Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 3:50

[1] Du r’oja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda de’watek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû,

[2] Îsa û şagirtêd Wî jî bona de’watê hatibûne t’eglîfkirinê.

[3] Gava kêmasî k’ete şeravê, dîya Îsa jêr’a got: «Şerava wan nema».

[4] Îsa lê veger’and û gotê: «E’vdê, çî te Min k’etîye? Hê ne wextê Min e».

[5] Dîya Wî berdestîyar’a got: «Çi ku wer’a bêje, bikin».

[6] Û şeş k’ûpêd kevirî hebûn, ku li gora e’detêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji h’eyştê h’eta sed bîst lîtir av hildida.

[7] Îsa wanr’a got: «Van k’ûpa t’ijî av kin». Û wana jî lêvar’a dagirt.

[8] Paşê wanar’a got: «Niha hinekî dagirin, bibin bidine serde’watî». Ewana jî ew bir.

[9] Gava serde’watî ji wê ava ku bibû şerav te’m kir, wî tê dernexist ku ew ji k’u hat, lê berdestîyêd ku av k’işandibûn zanibûn. Serde’watî gazî ze’vê kir

[10] û jêr’a got: «Her kes pêşîyê şerava xweye r’ind datîne ser t’exte û paşê gava vexwarî ne, ew ya ner’ind derdixe. Lê te şerava r’ind h’eta niha xwey kirîye».

[11] Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî r’ûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.

[12] Pey vê yekêr’a, Îsa t’evî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek r’oja Ew li wê derê neman.

[13] Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, Îsa hevraz çû Orşelîmê.

[14] P’aristgehêda Ewî yêd ku dewar, pez û kevotk difirotin, usa jî yêd p’ereguhêr’ r’ûniştî dîtin.

[15] De îjar Wî ji bena qamçîk çêkir, h’emû ji p’aristgehê pez û dewarêd wanva derxistin, p’erêd p’ereguhêr’a r’êtin û t’extêd wan welger’andin.

[16] Kevotkfiroşar’a got: «Vana ji vê derê hildin! Îdî mala Bavê Min nekine bazargeh!»

[17] Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe» .

[18] Hingê cihûya jê pirsî: «Tê çi nîşanê nîşanî me kî, ku h’ukumê Te heye van tişta bikî?»

[19] Îsa li wan veger’and û got: «Vê p’aristgehê hilşînin, Ezê nava sê r’ojada r’akim».

[20] Hingê cihûya jêr’a got: «Nava çil şeş salada eva p’aristgeha hatîye çêkirinê. Çawa Tê wê nava sê r’ojada r’akî?»

[21] Lê Îsa derheqa p’aristgeha bedena Xweda xeber dida.

[22] Peyr’a gava Ew ji mirinê r’abû, şagirta ew gotina Wî anî bîra xwe û wana ew nivîsar û gotina Îsa bawer kirin.

[23] Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn.

[24] Lê Îsa bawerîya Xwe li wan nedanî, çimkî dilê h’emû meriva Wîva e’yan bû.

[25] Ne h’ewce bû, ku yekî hindava merivekîda şe’detî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.

Yûh’enna — Chapters