Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 8:42

[1] Merivek hebû navê wî Lazar, ew nexweş k’et. Ew ji Beytanyayê bû, ji wî gundê Meryemê û xûşka wê Mert’ayê.

[2] Eva ew Meryema bû, ya ku r’ûnê bînxweş li Xudan dabû û bi p’or’ê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş.

[3] Awa her du xûşka Îsar’a cab şandin û gotin: «Xudan, va ewî ku Tu jê h’iz dikî nexweş e».

[4] Îsa gava ev yek bihîst, got: «Ev ne nexweşîya mirinê ye, lê bona r’ûmeta Xwedê ye, wekî bi wê yekê r’ûmeta Kur’ê Xwedê bilind be».

[5] Îsa Mert’a, xûşka wê û Lazarê birê wan h’iz dikirin.

[6] Lê gava Wî bihîst ku Lazar nexweş e, Ew du r’ojêd din jî li wî cîyî derengî bû.

[7] Peyr’a Wî şagirtêd Xwer’a got: «Werin em dîsa her’ine Cihûstanê».

[8] Şagirta jêr’a got: «Dersdar, çendek pêşda cihûya dikir ku Te bidine ber kevira, Tu dîsa diçî wê derê?»

[9] Îsa li wan veger’and û got: «Ne r’oj donzdeh sih’et e? Heger yek r’ojê biger’e ew nalik’ume, çimkî r’onaya vê dinyayê dibîne.

[10] Lê heger yek şevê biger’e, ew dilik’ume, çimkî t’evî wî r’onayî t’une».

[11] Pey vê xeberdanêr’a Ewî wanr’a got: «Pismamê me Lazar xewr’a çûye, lê Ezê her’im ku wî h’işyar kim».

[12] Şagirta jêr’a got: «Xudan, heger ew r’azaye, wê r’abe ser xwe».

[13] Îsa derheqa mirina wîda digot, lê wan t’irê ku Ew bona r’azana wî dibêje.

[14] Hingê Îsa aşkere wanr’a got: «Lazar mir.

[15] Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona k’ara bawerîya we be. Lê dîsa werin em her’ine cem wî».

[16] Hingê T’ûmayê ku digotinê «Heval-cêwî», şagirtêd hevalêd xwer’a got: «Em jî her’in, ku t’evî Wî bimirin».

[17] Gava Îsa çû, Wî dît ku îdî ew çar r’ojê Lazar bû defin kiribûn.

[18] Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke sê kîlomêtira jê dûr bû.

[19] Gelek cihû hatibûne serxweşîya Mert’a û Meryemê, bona mirina birê wan.

[20] Gava Mert’ayê bihîst ku Îsa tê, ew pêşîya Wîda çû, lê Meryem malda ma.

[21] Mert’ayê gote Îsa: «Xudan, heger Tu vir bûyayî, birê min nedimir.

[22] Lê niha jî ez zanim Tu çi ji Xwedê bixwazî, Ewê bide Te».

[23] Îsa gote wê: «Birê teyê ji mirinê r’abe».

[24] Mert’ayê lê veger’and: «Ez zanim R’oja Axretê, R’oja R’abûnê ewê r’abe».

[25] Îsa gote wê: «Ez im r’abûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.

[26] Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»

[27] Mert’ayê Wîr’a got: «Belê Xudan, ez bawer dikim, ku Tu Mesîh î, Kur’ê Xwedê, Yê ku wê bihata dinyayê».

[28] Pey vê gotinêr’a, çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva gotê: «Dersdar hatîye û gazî te dike».

[29] Gava ku wê bihîst, zû r’abû çû.

[30] Îsa hê nek’etibû gund, lê li wî cîyî mabû, k’îderê Mert’a r’astî Wî hatibû.

[31] Cihûyêd ku malêda t’evî wê bûn û li ber dilê wêda dihatin, gava dîtin ku Meryem zû r’abû derk’ete derva, dane pey wê çûn. Wan t’irê ku ew diçe ser t’irbê bigirî.

[32] Gava Meryem gihîşte wî cîyî ku Îsa lê bû, Ew dît, xwe avîte ber niga û gotê: «Xudan, heger Tu li vê derê bûyayî, birê min nedimir».

[33] Gava ku Îsa ç’e’v girîyê wê û girîyê cihûyêd ku pêr’a hatibûn k’et, k’esera k’ûr hatê û dilê Wî êşîya.

[34] Û ji wan pirsî: «We ew li k’u defin kirîye?» Wîr’a gotin: «Xudan, were û bibîne».

[35] Îsa girîya.

[36] Hingê cihûya got: «Dîna xwe bidinê, çiqas jê h’iz dikir!»

[37] Ji wan hineka jî got: «Evî ku ç’e’vêd yê kor vekirin, nikaribû usa bikira, ku ev meriva jî nemira?»

[38] Li ser vê yekê Îsa dîsa k’ûr k’eser k’işand û çû ser t’irbê. Ew t’irb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû.

[39] Îsa got: «Vî kevirî wêda kin». Xûşka yê mirî, Mert’ayê Wîr’a got: «Xudan, îdî niha bîn k’etîyê, îro çarê wî ye mirîye».

[40] Îsa gote wê: «Min ter’a negot, heger tu bawer bikî, tê r’ûmeta Xwedê bibînî?»

[41] Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez ze’f r’azî me ku Te dengê Min bihîst.

[42] Ez zanim ku Tu her gav dengê Min dibihêyî, lê Min bona xatirê vê cime’ta sekinî got, wekî bawer bikin ku Te Ez şandime».

[43] Pey vê gotinêr’a bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derk’eve!»

[44] Yê mirî jî dest û p’îyêd wî bi k’itan k’efenkirî û serç’e’vê wî bi destmalekê nixamtî derk’ete derva. Îsa wanr’a got: «Wî vekin û bihêlin bira her’e».

[45] Hingê gelek cihûyêd ku hatibûne cem Meryemê, ev kirina Îsa ku dîtin, bawerîya xwe Wî anîn.

[46] Lê ji wan hinek jî çûne cem fêrisîya û ev kirina Îsa wanr’a gotin.

[47] Û hingê fêrisî û serekêd k’ahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.

[48] Heger em Wî aha bihêlin, h’emû wê bawerîya xwe Wî bînin û r’omayî jî wê bên, cîyê meyî pîroz wêran kin û k’oka miletê me jî bînin».

[49] Yekî ji wan, Qeyafayê ku wê salê serekk’ahîn bû, wanr’a got: «Hûn qet tiştekî fe’m nakin!

[50] Ne jî digihîjine gilîya ku mer’a hê dest dide merivek bimire bona cime’tê, ne ku t’emamîya milet unda be».

[51] Ev yeka ewî h’emdê xwe negot, lê çimkî ew serekk’ahînê wê salê bû, p’êxembertî kir, ku Îsayê ber miletva bimire.

[52] Û ne ku t’enê bona milet, lê bona zar’êd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.

[53] Awa îdî pey wê r’ojêr’a şêwira kuştina Îsa kirin.

[54] Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nediger’îya, lê ji wir çû ber’îyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêr’a Efrayîm digotin û t’evî şagirtêd Xwe li wê derê ma.

[55] Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû, gelek merivêd ji dor-bera berî cejinê hevraz çûne Orşelîmê, wekî li gora e’det xwe bişon-veşon.

[56] Hingê ewana li wê derê Îsa diger’îyan û p’aristgehêda disekinîn, ji hevdu dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ewê e’se neyê vê cejinê?»

[57] Fêrisî û serekêd k’ahîna jî e’mir derxistibûn, heger kesek bizanibe Ew li k’u derê ye, gerekê guhê wan pê xin, wekî ew Wî bigirin.

Yûh’enna — Chapters