Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:32

[1] Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sih’eta Wî pêr’a gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û her’e cem Bavê. Ewî h’emûyêd Xweye ku vê dinyayêda h’iz kiribûn, h’eta dereca here bilind jî ew h’iz kirin .

[2] Wextê şîvxwarinê, mîrêcin qelpê xirab avîte dilê Cihûdayê kur’ê Şimh’ûnê Îsxeryotî, ku nemamîya Îsa bike.

[3] Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa veger’e cem Xwedê.

[4] Hingê Ew ji ser şîvê r’abû, p’otê Xwe danî alîkî û p’êşgîrek hilda li pişta Xwe girêda.

[5] Paşê av kire t’eştê û destpêkir nigêd şagirtêd Xwe şûştin û bi p’êşgîra girêdayî ziha kirin.

[6] Gava dor gihîşte Şimh’ûn-Petrûs, ewî gotê: «Xudan, Tê nigêd min bişoyî?»

[7] Îsa lê veger’and û gotê: «Ez niha çi dikim tu fe’m nakî, lê paşê tê fe’m bikî».

[8] Petrûs jêr’a got: «T’u car Tê nigêd min neşoyî!» Îsa lê veger’and û gotê: «Heger Ez nigêd te neşom, p’ara te wê t’evî Min t’unebe».

[9] Şimh’ûn-Petrûs Wîr’a got: «Xudan, ku usa ye ne t’enê nigêd min, lê dest û serê min jî bişo!»

[10] Îsa gotê: «Ewê ku hatîye şûştinê, pêştirî niga, wekî mayîn ne h’ewce ye dereke din bê şûştinê. Ew xwexa t’emam-pêva paqij e. Hûn paqij in, lê ne ku h’emû».

[11] Çimkî Îsa zanibû k’î wê nemamîya Wî bike, bona wê yekê got: «Hûn h’emû ne paqij in».

[12] Gava nigêd wan şûştin, p’otê Xwe avîte ser Xwe û dîsa li ser sifrê r’ûnişt. Ji wan pirsî: «Gelo hûn zanin ku Min bona we çi kir?

[13] Hûn Min Dersdar û Xudan h’esab dikin, hûn r’ast dikin, Ez hema usa jî heme.

[14] Awa heger Min bi vê Xudan û Dersdarîya Xweva nigêd we şûştin, gerekê hûn jî nigêd hevdu bişon.

[15] Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa Min bona we kir, hûn jî usa bikin.

[16] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, xulam ji axayê xwe ne mestir e, ne jî yê ku hatîye şandinê ji yê ku ew şandîye mestir e.

[17] Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin heger biqedînin.

[18] Ez bona we h’emûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min k’îjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar p’eh’în avîte Min› .

[19] Ez nihava, hê berî qewimandinê van tişta wer’a dibêjim, wekî, gava biqewimin hûn bawer bikin, ku EZ EW IM .

[20] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, k’îjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».

[21] Îsa gava eva yeka got, r’uh’da gelekî qilqilî, Wî aşkere şe’detî da û got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike».

[22] Şagirta şaşmayî li hevdu nihêr’î, gelo ew bona k’ê dibêje.

[23] Yekî ji şagirtêd Wî, yê ku Îsa jê h’iz dikir, xwe avîtibû h’emêza Îsa.

[24] Şimh’ûn-Petrûs wîr’a bi ç’e’va dikir ku bipirse: «K’a Ew bona k’ê dibêje».

[25] Ewî jî xwe da ber sîngê Îsa pirsî: «Xudan, ew k’î ye?»

[26] Îsa cab da û got: «Ew e, yê ku Ez vî pe’rîyê nan xwarinêda kim bidimê». Û pe’rîyê nan xwarinêda kir, da Cihûdayê kur’ê Şimh’ûnê Îsxeryotî.

[27] Ewî hema çawa pe’rî ji dêst girt, mîrêcin k’ete nava wî. Îsa wîr’a got: «Tê çi bikî zû bike».

[28] Lê yêd ku li ser sifrê r’ûniştibûn, t’u kesî fe’m nekir, ku Ewî çima wîr’a aha got.

[29] K’îsikê p’era ku cem Cihûda bû, lema hineka t’irê, ku Îsa wîr’a dibêje: «Tiştêd ku cejinêda mer’a lazim in bik’ir’e», yan jî «tiştekî bide belengaza».

[30] Ewî jî gava ew pe’rî hilda, pêr’a-pêr’a derk’ete derva. Îdî şev bû.

[31] Gava ew derk’ete derva, Îsa got: «Niha Kur’ê Mêriv hate r’ûmetkirinê û Xwedê jî bi Wî hate r’ûmetkirinê.

[32] Heger Xwedê pê Wî hate r’ûmetkirinê, Xwedê jî wê pê Xwe Wî r’ûmet ke û zûtirê wê Wî r’ûmet ke.

[33] Lawno! Ez gelek wext t’evî we namînim. Hûnê li Min biger’in, lê niha Ez wer’a dibêjim, çawa ku Min cihûyar’a jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê.

[34] Ez t’emîke nû didime we: Hevdu h’iz bikin. Çawa ku Min hûn h’iz kirin, hûn jî usa hevdu h’iz bikin.

[35] Bi vê yekê h’emûyê zanibin hûn şagirtêd Min in, heger hûn hevdu h’iz bikin».

[36] Şimh’ûn-Petrûs gote Wî: «Xudan, Tê k’uda her’î?» Îsa lê veger’and û gotê: «Wî cîyê ku Ez diçimê, tu niha nikarî pey Min bêyî, lê paşê tê pey Min bêyî».

[37] Petrûs gote Wî: «Xudan, çima ez niha nikarim pey Te bêm? Ezê e’mirê xwe jî bona Te bidim».

[38] Îsa lê veger’and û gotê: «Tê e’mirê xwe bona Min bidî? Ez r’ast bê xêlif ter’a dibêjim, hê berî bangdana dîk tê sê cara Min înk’ar kî.

Yûh’enna — Chapters