[1] Pey vê yekêr’a Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêr’a Teberîya dibêjin.
[2] E’laleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd k’eremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn.
[3] Îsa r’abû serê ç’îyê û li wê derê t’evî şagirtêd Xwe r’ûnişt.
[4] Cejina cihûyaye Derbazbûnê nêzîk bû.
[5] Gava Îsa li dora Xwe nihêr’î, dît ku e’laleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji k’u derê bik’ir’in, wekî ev merivana bixwin?»
[6] Ewî ev yek got, ku wî bicêr’ibîne, çimkî Xwexa zanibû ku wê çi bikira.
[7] Fîlîpo lê veger’and û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî t’êra van nake, hema wekî her yekîr’a pe’rîk jî bik’eve!»
[8] Ji şagirta yekî, Endrawisê birê Şimh’ûn-Petrûs gote Wî:
[9] «Vir xortek heye, ku pênc nanêd ceh û du me’sîyêd wî hene. Lê bona haqas meriva ev çi ye?»
[10] Îsa got: «Meriva li e’rdê bidine r’ûniştandinê». Şînayîya wir gelek bû, ew mêrêd ku r’ûniştin, weke pênc h’ezara bûn.
[11] Hingê Îsa ew nan hildan şikirî da û belayî r’ûniştîya kir. Bi vî awayî jî me’sî bela kirin, çiqas ku xwestin.
[12] Û gava t’êr xwarin, Ewî şagirtêd Xwer’a got: «Wan hûrikêd bermayî bidine hev, wekî tiştek p’ûç’ nebe».
[13] Şagirta jî ji ber ewêd ku pênc nanêd ceh xwaribûn, donzdeh sele ji hûrikêd bermayî t’ijî berev kirin.
[14] Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «R’ast Ev e ew p’êxemberê ku wê bihata dinyayê!»
[15] Hingê Îsa pê h’esîya ku ewê bên û Wî bi zorê bibin bikine p’adşa, dîsa Ew t’enê hilk’işîya ç’îyê.
[16] Gava r’o çû ava, şagirtêd Wî berjêrî devê golê bûn.
[17] Ew k’etine qeyikekê û r’ê k’etin, wekî derbazî Kefernahûmê, wî berî golê bin. Îdî te’rî k’etibû e’rdê, lê Îsa hê Xwe wanr’a negîhandibû.
[18] Firtoneke qayîm r’abû, golê da ber pêla.
[19] Gava wan bêr k’işandin qasî pênc-şeş kîlomêtira pêşda çûn, wan dît ku Îsa peya ser golêr’a tê nêzîkî qeyikê dibe. R’isasê ew girtin,
[20] lê Îsa wanr’a got: «Netirsin, Ez im!»
[21] Hingê wan xwest ku Ew hildana qeyikê. Qeyik pêr’a-pêr’a gihîşte wî alîyê ku wan dixwest biçûnayê.
[22] R’oja dinê ew e’laleta ku li wî berî golê mabû, zanibû ku li wir alîyê wan t’enê qeyikek hebû, ew jî şagirtêd Wî t’enê k’etibûnê derbaz bibûn, lê Îsa nek’etibû wê qeyikê.
[23] Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, k’îderê pey şikirdayîna Xudanr’a nan xwaribûn.
[24] Gava meriva dît ku ne Îsa li wir e û ne jî şagirtêd Wî, hingê ew xwexa jî k’etine qeyika û çûne Kefernahûmê, wekî li Îsa biger’in.
[25] Gava wan Îsa li wî berî golê dît, jêr’a gotin: «Dersdar, Tu k’engê hatî vê derê?»
[26] Îsa li wan veger’and û got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, hûn li Min diger’in, ne ku bona wê yekê, ku we nîşan dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwar û t’êr bûn.
[27] Bona xwarina p’ûç’ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna h’eta-h’etayêda dimîne, k’îjanê Kur’ê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».
[28] Û wan jê pirsî: «Gerekê em çi bikin, wekî wan şixulêd Xwedê bînine sêrî?»
[29] Îsa li wan veger’and û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye».
[30] Wana ser vê yekê jêr’a got: «Ku usa ye Tê çi nîşanê bikî, wekî em bibînin û Te bawer bikin? Tê çi şixulî bikî?
[31] Kal û bavêd me ber’îyêda mana xwarin, çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Wî ji e’zmên bona xwarina wan nan da› ».
[32] Îsa wanr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ew ne ku Mûsa bû ku ji e’zmên nan da we, lê Bavê Min bû. Belê Ew Bavê Min e, ku wî nanê r’ast ji e’zmên dide we!
[33] Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji e’zmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».
[34] Wan lê veger’and û gotinê: «Em xulam, de her gav vî nanî bide me».
[35] Îsa wanr’a got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet bir’çî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, t’u car t’î nabe.
[36] Lê çawa ku Min wer’a got, we Ez dîtim jî, lê hûn hê bawer nakin.
[37] Ew h’emûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez t’u car berî wî nadim.
[38] Çimkî Ez ji e’zmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.
[39] Xwestina Yê ku Ez şandime ev e, wekî Ez ji h’emûyêd ku Wî dane Min t’u kesî unda nekim, lê R’oja Axretêda ji mirinê r’akim.
[40] Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kur’ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye h’eta-h’etayê hebe. Û R’oja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê r’akim».
[41] Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji e’zmên hate xwarê Ez im».
[42] Û digotin: «Ne eva Îsayê kur’ê Ûsiv e, ku em dê û bavê Wî nas dikin? Îdî eva çawa dibêje: ‹Ez ji e’zmên hatime xwarê›?»
[43] Îsa cab da û wanr’a got: «Nav hevda nekine p’iste-p’ist.
[44] T’u kes nikare bê cem Min, h’eta Bavê ku Ez şandime, wî berbi Min nek’işîne. Û R’oja Axretê Ezê wî ji mirinê r’akim.
[45] Li alîyê nivîsarêd p’êxemberada hatîye nivîsarê: ‹H’emûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê› . Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min.
[46] Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, t’enê Ewî Bav dîtîye.
[47] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye h’eta-h’etayê heye.
[48] Ez im nanê jîyînê.
[49] Kal û bavêd we ber’îyêda mana xwarin û mirin.
[50] Lê ev e ew nanê ku ji e’zmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire.
[51] Ez im nanê jîyînê ku ji e’zmên hatime xwarê. K’î ku ji Vî nanî bixwe, wê h’eta-h’etayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».
[52] Li ser vê yekê cihû hevr’a k’etine de’wê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?»
[53] Hingê Îsa wanr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, h’eta ku hûn bedena Kur’ê Mêriv nexwin û xûna Wî venexwin, jîyînê nava weda t’unebe.
[54] Yê ku bedena Min bixwe û xûna Min vexwe, wê jîyîna wîye h’eta-h’etayê hebe û Ezê wî R’oja Axretê ji mirinê r’akim.
[55] Çimkî bedena Min xwarina r’ast e û Xûna Min jî vexwarina r’ast e.
[56] Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda.
[57] Çawa Bav, kanîya jîyînê Ez şandim û bi destê Bavê Ez sax im, bi vî awayî jî yê ku Min bixwe, wê bi destê Min sax bimîne.
[58] Ev e Ew nanê ku ji e’zmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê h’eta-h’etayê bijî».
[59] Îsa ev xeber k’inîştêda gotin, gava Wî Kefernahûmêda hîn dikir.
[60] Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! K’î dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?»
[61] Lê Îsava e’yan bû ku şagirt li ser vê yekê nava hevda dikine p’iste-p’ist, wanr’a got: «Ev yek we p’işk dike?
[62] Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kur’ê Mêriv r’adibe wî cîyê ku berê lê bû?
[63] R’uh’ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min wer’a gotin, R’uh’ û jîyîn in.
[64] Lê nava weda hinek hene bawer nakin». Îsa hê serê sêrîda zanibû ku k’î bawer nake û k’î ye ewî ku wê nemamîya Wî bike.
[65] Û Wî got: «Bona vê yekê Min wer’a got: Kesek nikare bê cem Min h’eta ku ew ji alîyê Bavêda jêr’a nehatibe dayînê».
[66] Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî t’evî Wî nediger’îyan.
[67] Hingê Îsa ji her donzdeha pirsî: «Dibe ku hûn jî dixwazin her’in?»
[68] Şimh’ûn-Petrûs lê veger’and û gotê: «Xudan, emê her’ine cem k’ê? Gotinêd jîyîna h’eta-h’etayê cem Te ne.
[69] Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».
[70] Îsa li wan veger’and û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e».
[71] Wî ev yek bona Cihûdayê kur’ê Şimh’ûnê Îsxeryotî digot, çimkî r’ast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira.