Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:04

[1] Ji fêrisîya merivek hebû, navê wî Nîkodêmo, ku serekekî cihûya bû.

[2] Eva şev hate cem Îsa û jêr’a got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêr’a be, t’u kes nikare bike».

[3] Îsa lê veger’and û gotê: «Ez r’ast bê xêlif ter’a dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe , ew nikare P’adşatîya Xwedê bibîne».

[4] Nîkodêmo jê pirsî: «Meriv ku îdî mezin bûye, ew çawa dikare dîsa nû bibe? Qet dibe ku ew careke din bik’eve zikê dîya xwe û ji dîya xwe dîsa bibe?»

[5] Îsa lê veger’and û gotê: «Ez r’ast bê xêlif ter’a dibêjim, h’eta ku meriv ji avê û R’uh’ nebe, ew nikare bik’eve P’adşatîya Xwedê.

[6] Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji R’uh’ dibe r’uh’ e.

[7] Tu e’cêbmayî nemîne ku Min ter’a got: Gerekê hûn dîsa nû bibin .

[8] Ba li k’u derê dixwaze r’adibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji k’u tê û k’uda diçe. Her kesê ku ji R’uh’* dibe jî usa ye».

[9] Nîkodêmo jê pirsî: «Ew çawa dibe?»

[10] Îsa lê veger’and û gotê: «Tu dersdarê Îsraêlê yî û hê van yeka nizanî?

[11] Ez r’ast bê xêlif ter’a dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şe’detîya wê didin. Lê belê hûn şe’detîya me qebûl nakin.

[12] Heger Ez derheqa tiştêd li vê dinêda wer’a dibêjim hûn bawer nakin, lê wekî derheqa tiştêd li e’zmana bêjim, hûnê çawa bawer bikin?

[13] Kesek hilnek’işîyaye e’zmên, pêştirî Ewî ku ji e’zmên peya bû, Kur’ê Mêriv.

[14] Çawa ku Mûsa ber’îyêda me’r bilind kir, usa jî gerekê Kur’ê Mêriv bê bilindkirinê,

[15] wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna wîye h’eta-h’etayê hebe.

[16] Çimkî Xwedê usa dinya h’iz kir, ku Kur’ê Xweyî tayê t’enê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye h’eta-h’etayê hebe.

[17] Çimkî Xwedê Kur’ê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.

[18] Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kur’ê Xwedêyî tayê t’enê neanî.

[19] Dîwan bi vî awayî dibe: R’onayî hate dinyayê, lê meriva te’rîstanî ji r’onayê zêdetir h’iz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn.

[20] Her kesê ku xirabîyê dike, r’onayî ber ç’e’va r’eş e. Ew xwe li r’onayê nagire, wekî kirinêd wî xuya nebin.

[21] Lê ewê ku r’astîyê dike, ew xwe li r’onayê digire, wekî e’yan be, ku kirêd wî Xwedêda hatine kirinê».

[22] Pey vê yekêr’a Îsa û şagirtêd Wî çûne qeza Cihûstanê. Îsa li wê derê t’evî wan dima û dinixumand.

[23] Yûh’enna jî li E’ynona nêzîkî Salîmê dinixumand, çimkî av li wir gelek bû. Meriv dihatine wê derê û dinixumîn.

[24] Yûh’enna hê neavîtibûne kelê.

[25] Hingê nav şagirtêd Yûh’enna û cihûkîda li ser pirsa e’detêd şûştin-veşûştinê de’w pêşda hat.

[26] Ew şagirt çûne cem Yûh’enna û jêr’a gotin: «Dersdar, Ewî ku li wî berî ç’emê Ûrdunê t’evî te bû û te bona Wî şe’detî da, va Ew Xwexa dinixumîne û h’emû diçine cem Wî».

[27] Yûh’enna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji e’zmên jêr’a nehatibe dayînê.

[28] Hûn xwexa şe’dêd min in, ku min gotîye: ‹Ez ne Mesîh im, lê yê li pêşîya Wî şandî me›.

[29] Bûk bona k’ê be ze’va ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê ze’vê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva t’ijî bû.

[30] Ew gerekê mezin be, lê ez biç’ûk bim.

[31] Ewê ku ji jor hatîye, Ew ser h’emûyar’a ye. Ewê ku ji vê dinê ye, ew yê vê dinê ye û ew ji vê dinê xeber dide. Lê Ewê ku ji e’zmên hatîye, Ew ser h’emûyar’a ye.

[32] Wî çi dît û çi bihîst bona wê yekê şe’detîyê dide, lê t’u kes şe’detîya Wî qebûl nake.

[33] Yê ku şe’detîya Wî qebûl dike, ew mak dike ku Xwedê r’ast e.

[34] Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê R’uh’ bê çap dide Wî.

[35] Bav Kur’ h’iz dike û her tişt daye destê Wî.

[36] Ewê ku bawerîya xwe Kur’ tîne, jîyîna wîye h’eta-h’etayê heye. Ewê ku gur’a Kur’ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».

Yûh’enna — Chapters