[1] Fêrisîya bihîst ku Îsa ji Yûh’enna zêdetir şagirta dicivîne û bi avê dinixumîne,
[2] lê r’ast Îsa Xwexa nedinixumand, lê şagirtêd Wî dinixumandin.
[3] Hingê Îsa ku vê yekê pê h’esîya, Ewî Cihûstan hişt û dîsa çû Celîlê.
[4] Usa qewimî ku gerekê Ew Sameryayêr’a derbaz bibûya.
[5] Ew hate bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ew der nêzîkî wî e’rdî bû, ku Aqûb dabû kur’ê xwe Ûsiv.
[6] Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa usa ji r’êwîtîyê westîyayî, li k’êleka bîrê r’ûnişt. Îdî r’oj nîvro bû.
[7] K’ulfeteke samerî hat ku avê bik’işîne. Îsa wêr’a got: «Avekê bide Min, Ez vexwim».
[8] Şagirtêd Wî jî çûbûne bajêr, ku xurek bik’ir’in.
[9] Wê k’ulfeta samerî jêr’a got: «Tu cihû yî û ez jî k’ulfeteke samerî me. Tu çawa ji min avê dixwazî?» Çimkî t’u heleqetîya cihûya t’evî samerîya t’unebû .
[10] Îsa lê veger’and û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî K’î ye ku ter’a dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».
[11] K’ulfetê jêr’a got: «Ez xulam, tiştekî Teyî ku Tu pê avê bik’işînî t’une û bîr jî k’ûr e! De îjar Tê ava jîyînê ji k’u derê bînî?
[12] Çima Tu ji bavê me Aqûb mestir î, yê ku eva bîra daye me û ji vê ewî, zar’êd wî, pez û dewarêd wî jê vexwarine?»
[13] Îsa caba wê da û gotê: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa t’î be.
[14] Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê t’u car t’î nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna h’eta-h’etayê bilq bide».
[15] K’ulfetê jêr’a got: «Ez xulam, de bide min wê avê, ku ez îdî t’î nebim û neyêm ji vir avê nek’işînim».
[16] Îsa lê veger’and û gotê: «Her’e gazî mêrê xwe ke û were vira».
[17] K’ulfetê caba Wî da û got: «Mêrê min t’une». Îsa jêr’a got: «Te r’ast got: ‹Mêrê min t’une›,
[18] çimkî pênc mêrêd te hebûne û yê ku niha jî tu pêr’a yî ne mêrê te ye. Te ev yeka r’ast got».
[19] K’ulfetê jêr’a got: «Ez xulam, ez dibînim Tu p’êxember î.
[20] Kal û bavêd me li serê vî ç’îyayî Xwedê h’ebandine, lê hûn dibêjin cîyê Xwedê h’ebandinê gerekê li Orşelîmê be».
[21] Îsa jêr’a got: «E’vdê, Min bawer bike, wextê bê, ku hûnê ne li vî ç’îyayî û ne jî li Orşelîmê Bavê bih’ebînin.
[22] Hûn samerî Wî dih’ebînin, K’îjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dih’ebînin, K’îjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê.
[23] Lê belê wextê bê, îdî pêr’a gihîştîye jî, ku yêd r’ast dih’ebînin wê bi R’uh’ û R’astîyê Bavê bih’ebînin, çimkî Bav yêd aha dih’ebînin diger’e.
[24] Xwedê R’uh’ e û yêd ku Wî dih’ebînin jî gerekê bi R’uh’ û R’astîyê Wî bih’ebînin».
[25] K’ulfetê jêr’a got: «Ez zanim ku Mesîhê bê», (awa gotî «Yê K’ifşkirî»). «Gava Ew bê, Ewê derheqa her tiştîda mer’a gilî ke».
[26] Îsa jêr’a got: «EZ EW IM , ku t’evî te xeber didim».
[27] Ser xeberdana wanda şagirtêd Îsa hatin. Ew gelekî e’cêbmayî man, ku Wî t’evî k’ulfetê xeber dida, lê kesî negotê: «Tu çi dixwazî?» yan «bona çi t’evî wê xeber didî?»
[28] Hingê k’ulfetê cêr’ê xwe hişt, çû bajêr û cime’têr’a got:
[29] «Werin Wî merivî bibînin, Yê ku h’emû tiştêd ku min berê kiribûn minr’a gotin. Gelo Ev e Mesîh?»
[30] Ew ji bajêr derk’etin û hatine cem Wî.
[31] Wî wextîda şagirtêd Wî lava jê dikirin û digotinê: «Dersdar, tiştekî bixwe!»
[32] Lê Ewî wanr’a got: «Xurekê Minî xwarinê heye, hûn nizanin».
[33] Şagirta ji hevdu pirsî: «Gelo kesekî jêr’a xwarin anîye?»
[34] Îsa wanr’a got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.
[35] Çima hûn xwexa nabêjin: ‹H’eta nandirûnê hê çar meh hene›? Va ye Ez wer’a dibêjim, ç’e’vêd xwe vekin û dîna xwe bidine zevîya, ew çawa zer bûne, dirûtinêr’a hazir in!
[36] Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna h’eta-h’etayê ber t’op dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevr’a şa bin.
[37] Vira ev gotin r’ast e, ku: ‹Yek diçîne û yekî din didirû›.
[38] Min hûn şandin ku hûn wê bidirûn, ser k’îjanê hûn nexebitîne, hinekêd din xebitîn û hûn li ser xebata wan r’ûniştin».
[39] Gelek samerîyêd ji wî bajarî bawerîya xwe li Wî anîn, bona gotina wê k’ulfetê ku digot: «H’emû tiştêd ku min kiribûn, Ewî minr’a gotin».
[40] Û gava samerî hatine cem Wî, lava jê kirin, ku Ew li cem wan bimîne. Ew jî du r’oja li wê derê ma.
[41] Geleka bona wê xeberdana Wî bawerîya xwe li Wî anîn
[42] û wê k’ulfetêr’a gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e r’ast Xilazkirê dinyayê».
[43] Pey van her du r’ojar’a Îsa ji wir r’abû çû Celîlê.
[44] Îsa xwexa şe’detî dabû, ku r’ûmeta p’êxember cî-misk’enê wîda t’une.
[45] Gava ku Ew hate Celîlê, celîlîya Ew qebûl kir, çimkî ewana xwexa jî bona Cejina Derbazbûnê çûbûne Orşelîmê û tiştêd ku Wî kiribûn dîtibûn.
[46] Îsa dîsa çû Qanaya Celîlê, k’îderê av kiribû şerav. Wê derê qulixk’arekî qesirê hebû, ku kur’ê wî li Kefernahûmê nexweş bû.
[47] Gava ewî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatîye Celîlê, hate cem Wî û lava jê kir, ku her’e Kefernahûmê kur’ê wîyî bertelef qenc ke.
[48] Îsa wîr’a got: «H’eta ku hûn nîşan û k’eremeta nebînin, hûn t’u car bawer nakin».
[49] Qulixk’arê qesirê jêr’a got: «Ez xulam, were em her’in, hela hê kur’ê min nemirîye».
[50] Îsa lê veger’and û gotê: «Her’e, kur’ê te sax-silamet e». Wî merivî jî ew gotina Îsa bawer kir û çû.
[51] Ew hê negihîştibûyê, xulamêd wî pêşîya wîda hatin û jêr’a gotin: «Kur’ê te sax-silamet e».
[52] Ewî ji xulamêd xwe pirsî: «K’îjan sih’etêda ew berbi qencbûnê çû?» Wana gote wî: «Duhu pey nîvror’a sih’eta yekê t’ayê jê ber’da».
[53] Hingê bavê kur’ik tê derxist, ku ew wê sih’etêda bû, gava Îsa jêr’a got: «Kur’ê te sax-silamet e». Bi vî awayî wî û t’emamîya neferêd mala wî bawer kirin.
[54] Eva nîşana duda bû ku Îsa kir, gava Ew ji Cihûstanê hate Celîlê.