Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:56

[1] Hingê Pîlato Îsa bir û da ber qamçîya.

[2] Eskera jî t’acek ji stirîya vegirtin û dane serê Wî û çuxekî şîrk li Wî kirin.

[3] Li ber Wî disekinîn û digotin: «Xweş be, P’adşê cihûya!» Û şemaq li Wî dixistin.

[4] Pîlato dîsa derk’ete derva û wanr’a got: «Va ye niha ez Wî tînime derva cem we, wekî hûn bizanibin ku min t’u sûc Wîda nedîtîye».

[5] Hingê Îsa t’acê stirî li sêrî û çuxê şîrk lê derk’ete derva. Pîlato wanr’a got: «Va ye Ew meriva!»

[6] Gava serekêd k’ahîna û nobedara Ew dît, kirine qîr’în û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanr’a got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa t’u sûcî Wîda nabînim».

[7] Cihûya lê veger’and û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kur’ê Xwedê h’esab kir».

[8] Gava Pîlato ev yek bihîst, hê tirs k’ete ser.

[9] Ew dîsa çû hindur’ê qesira welî û Îsar’a got: «Tu ji k’u yî?» Lê Îsa caba wî neda.

[10] Pîlato gote Wî: «Tu t’evî min xeber nadî? Tu nizanî ku h’ukumê min heye ez Te ber’dim û h’ukumê min heye Te bidime xaçkirinê?»

[11] Îsa lê veger’and û gotê: «Heger ji jor ter’a nehata dayînê, t’u h’ukumê te wê li ser Min t’unebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».

[12] Pey wê yekêr’a Pîlato dikir ku Îsa ber’da, lê cihûya kire qîr’în û gotin: «Heger tu Vî merivî ber’dî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe p’adşa h’esab dike, ew neyarê Qeyser e!»

[13] Gava Pîlato ev yek bihîst, Îsa derxiste derva û ew li herema dîwanê r’ûnişt, wî cîyê ku jêr’a digotin «Selê Kevirî», bi îbranî Gabata.

[14] R’oja t’ivdarekkirina Cejina Derbazbûnê bû, nîvro nêzîkî sih’eta donzdeha Pîlato cihûyar’a got: «Va ye P’adşê we!»

[15] Lê wana kire qîr’în: «Wî bibe, Wî bibe! Wî xaç ke!» Pîlato wanr’a got: «P’adşê we xaç kim?» Serekêd k’ahîna lê veger’andin: «Pêştirî Qeyser p’adşakî din bona me t’une!»

[16] Hingê ewî Îsa da destê wan, wekî bê xaçkirinê. Wan Îsa hilda birin.

[17] Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derk’ete wî cîyê ku jêr’a dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota».

[18] Li wê derê Ew t’evî du merivêd din xaç kirin, her yek li k’êlekekê, Îsa nava wanda bû.

[19] Pîlato t’extek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, P’ADŞÊ CIHÛYA».

[20] Gelek cihûya ev nivîsara ser t’exte xwendin, çimkî ew cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê nêzîkî bajêr bû û bi îbranî, latînî û yûnanî hatibû nivîsarê.

[21] Serekêd k’ahînêd cihûya Pîlator’a gotin: «Nenivîse ‹P’adşê cihûya›! Lê binivîse ku ‹Wî got: Ez P’adşê cihûya me›».

[22] Pîlato got: «Min çi nivîsî, nivîsî».

[23] Gava eskera Îsa xaç kirin, k’incêd Wî hildan, kirine çar p’ara, her yekîr’a p’arek. Lê k’inca Wîye ser jî hebû, ku ji sêrî h’eta binî hûnandî û bêdirûn bû.

[24] Hingê hevdur’a gotin: «Werin em vî neqelêşin, em p’eşk bavêjin, k’a wê k’êr’a bik’eve». Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: «K’incêd Min nav xweda p’arevekirin û ser p’otê Min p’eşk avîtin» . Eskera jî hema ev yek kir.

[25] Li ber xaçê Îsa dîya Wî, xatîya Wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî sekinî bûn.

[26] Îsa ku dîya Xwe û ew şagirtê ku Wî jê h’iz dikir li wê derê sekinî dîtin, dîya Xwer’a got: «E’vdê! Va ye kur’ê te!»

[27] Paşê gote şagirt: «Va ye dîya te!» Ji hingêva evî şagirtî ew bire mala xwe.

[28] Pey vê yekêr’a Îsa zanibû her tiştêd ku wê bibûna îdî qewimîn, hingê Wî got: «Ez t’î me», wekî nivîsar bê sêrî.

[29] Li wir firaqeke sirkêva dagirtî hebû. Wana lûfika be’rê sirkêda kir, serê darika zoxêva danîn û dirêjî ber devê Wî kirin.

[30] Gava ku Îsa sirke vexwar, got: «T’emam qewimî!» Serê Xwe berjêr kir û r’uh’ê Xwe da.

[31] Ev yek ku r’oja t’ivdarekkirinêda qewimî, cihûya nedixwest wekî cinyaz li ser xaçê bimana, çimkî ew şemî bona wana r’ojeke gelek e’zîz bû. Wana ji Pîlato hîvî kir, wekî hestûyêd r’e’nêd xaçbûyîya bêne şkênandinê û ji wir bêne hildanê.

[32] Hingê esker hatin, pêşîyê hestûyêd r’e’nêd yekî şkênandin û peyr’a r’e’nêd yê din, ku t’evî wî hatibû xaçkirinê.

[33] Lê gava ku ew nêzîkî Îsa bûn û dîtin ku Ew îdî mirîye, wana hestûyêd r’e’nêd Wî neşkênandin.

[34] Lê dîsa ji eskera yekî r’im nek’sa Wîr’a kir û pêr’a-pêr’a av û xûnê avît.

[35] Yê ku ev yek dît şe’detî da, wekî hûn jî bawer bikin. Şe’detîya wî r’ast e û ew zane ku r’astîyê dibêje.

[36] Ev yeka qewimî, wekî ew nivîsar bê sêrî: «T’u hestûyê Wî wê neyê şkênandinê» .

[37] Nivîsareke din jî aha dibêje: «Ewê li Wî binihêr’in, nek’sa k’îjanî qul kirin» .

[38] Pey vê yekêr’a, Ûsivê ji Arîmetyayê ku şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe e’yan nedikir, hîvî ji Pîlato kir ku cinyazê Îsa ji xaçê peya ke û Pîlato îzin dayê. Hingê ew çû cinyazê Îsa ji xaçê peya kir.

[39] Nîkodêmo jî t’evî wî hat, yê ku pêşda şev hatibû cem Îsa, nêzîkî sî kîlogram ûd û zimir t’evhevkirî anî.

[40] Cinyazê Îsa hildan, li anegorî e’detê definkirina cihûya, biharet lê dan û Ew qedekê k’itanîda k’efen kirin.

[41] Li wî cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê baxçek hebû û wî baxçeyîda jî t’irbeke nû hebû ku hê t’u kes têda nehatibû danînê.

[42] Îsa kirine wê t’irbê, çimkî r’oja t’ivdarekkirina cihûya bû, t’irb jî nêzîk bû.

Yûh’enna — Chapters