[1] Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe e’zmênda kir û got: «Bavo, wext pêr’a gihîştîye. Kur’ê Xwe r’ûmet ke, wekî Kur’ jî Te r’ûmet ke.
[2] Te h’ukumê li ser t’emamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna h’eta-h’etayê bide h’emûyêd ku Te dane Wî.
[3] Ev e jîyîna h’eta-h’etayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê r’astî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.
[4] Min Tu li ser r’ûyê e’rdê r’ûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.
[5] Bavo, bi wê r’ûmeta Mine ku hê berî e’firandina dinyayê li cem Te hebû niha Min r’ûmet ke li ber Xwe.
[6] Min Tu wan merivava e’yan kirî, yêd ku Te ji dinyayê dane Min. Ew yêd Te bûn, Te ew dane Min û wana gotina Te xwey kir.
[7] Niha ew îdî zanin her tiştêd ku Te dane Min ew ji Te ne.
[8] Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê r’astîyê pê h’esîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.
[9] Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne.
[10] Çi ku yêd Min in, ew yêd Te ne, çi ku yêd Te ne, ew yêd Min in. Û Ez bi wan r’ûmetkirî me.
[11] Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke , wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.
[12] Gava Ez t’evî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana t’u kes unda nebû, pêştirî yê mirinêr’a dayî, wekî nivîsar bê sêrî.
[13] Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda t’emam be.
[14] Min xebera Te gîhande wan û dinya jenîya wan, çimkî ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.
[15] Ez hîvî nakim ku Tu wana ji dinyayê hildî, lê wekî Tu wan ji yê Xirab xwey kî.
[16] Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.
[17] Wan bi r’astîya Xwe buhurtî-jibare ke. Xebera Te r’astî ye.
[18] Çawa ku Te Ez şandime dinyayê, Min jî ew şandine dinyayê.
[19] Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi r’astîyê buhurtî-jibare bin.
[20] Ez ne t’enê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,
[21] wekî h’emû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin , bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.
[22] Ew r’ûmeta ku Te da Min, Min da wan, wekî ew bibin yek, çawa Ez û Tu yek in:
[23] Ez nava wanda, Tu jî nava Minda, wekî ew t’ifaqêda lap gihîştî bin û dinya bizanibe ku Te Ez şandim û usa wan h’iz dikî, çawa Min h’iz dikî.
[24] Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li k’u bim, ew jî t’evî Min bin, wekî ew r’ûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî e’firandina dinyayê Te Ez h’iz kirime.
[25] Ya Bavê r’ast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.
[26] Min Tu wanva dayî e’yankirinê û Ezê hê bidime e’yankirinê, wekî ew h’izkirina ku Te Ez pê h’iz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».