Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:05

[1] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ewê ku dêrîr’a nak’eve axilê pêz, lê cîkî dinr’a dik’evê, ew diz û qaçax e.

[2] Lê ewê ku dêrîr’a dik’evê, ew şivanê pêz e.

[3] Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva.

[4] Gava ew pezêd xwe gişkî derdixe, pêşîyê dik’eve û pez jî pey wî diçe, çimkî dengê wî nas dikin.

[5] Ew t’u car pey yekî xerîb naçin, lê ji wî dir’evin, çimkî dengê yê xerîb nas nakin».

[6] Îsa ev mesele wanr’a got, lê wan fe’m nekir, ku Ew çi wanr’a dibêje.

[7] Awa Îsa dîsa wanr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, Ez im derê pêz.

[8] Ew h’emûyêd ku berî Min hatine diz û qaçax in, lê pêz guhdarîya wan nekirîye.

[9] Ez im derî. Yê ku bi destê Min bik’eve hindur’, wê xilaz be. Ewê bik’eve hindur’, derk’eve û ç’êrê bibîne.

[10] Diz t’enê bona dizîyê, kuştinê û qir’kirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.

[11] Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc e’mirê Xwe bona pezê Xwe dide.

[12] Lê yê p’îgar, ku ne şivan e û pez jî ne yê wî ye, gava dibîne gur tê, ew pêz dihêle û dir’eve. Gur jî dik’eve nava pêz t’ûr’-t’ûr’î dike.

[13] P’îgar dir’eve, çimkî ew p’îgar e û li ber pêz nak’eve.

[14] Ez im şivanê qenc. Ez yêd Xwe nas dikim û yêd Min jî Min nas dikin,

[15] çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û e’mirê Xwe bona pezêd Xwe didim.

[16] Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.

[17] Bona vê yekê Bav Min h’iz dike, çimkî Ez e’mirê Xwe didim, wekî Ez wê dîsa bistînim.

[18] T’u kes wî e’mirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. H’ukumê Min heye, Ez wî bidim û h’ukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev t’emî ji Bavê Xwe standîye».

[19] Bona vê xeberdanê dîsa nava cihûyada bû dutîretî.

[20] Ji wan geleka digot: «Eva cinak’etî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?»

[21] Hinekêd din jî digotin: «Eva xeberdana ne ya cinak’etîya ye. Qet cin dikarin ç’e’vêd kora vekin?»

[22] Hingê li Orşelîmê Cejina Pîrozkirina P’aristgehê hat û zivistan bû.

[23] Îsa li p’aristgehê hêwangeha Silêmanda diger’îya.

[24] Cihûya li dora Wî girt û jê pirsîn: «H’eta k’engê Tê me şikêda bihêlî? Heger Tu yî Mesîh, mer’a aşkere bêje!»

[25] Îsa li wan veger’and û got: «Min wer’a got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şe’detîyê didin,

[26] lê hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji pezêd Min in.

[27] Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.

[28] Ez jîyîna h’eta-h’etayê didime wan û ew t’u car unda nabin û t’u kesê wan ji destê Min dernexe.

[29] Ewêd ku Bavê Min dane Min, ser her tiştîr’a ne û t’u kes nikare wan ji destê Bavê Min derxe.

[30] Ez û Bav yek in».

[31] Li wir cihûya dîsa kevir hildan, ku Wî bidine ber kevira.

[32] Îsa wanr’a got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona k’îjan kirî Min didine ber kevira?»

[33] Cihûya lê veger’and û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê».

[34] Îsa li wan veger’and û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne› ?

[35] Heger Ew wan ‹Xwedê› h’esab dike, k’îjanar’a xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be),

[36] de îjar hûn Wîr’a çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kur’ê Xwedê me›.

[37] Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.

[38] Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û fe’m kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».

[39] Hingê dîsa xwestin ku Wî bigirin, lê Îsa ji destê wan derk’et.

[40] Îsa dîsa derbazî wî alîyê ç’emê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûh’enna pêşda dinixumand.

[41] Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûh’enna t’u nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûh’enna derheqa Vî merivîda gotine, h’emû r’ast derk’etin».

[42] Û li wê derê geleka bawerîya xwe Wî anî.

Yûh’enna — Chapters