[1] Pey vê xeberdanêr’a Îsa t’evî şagirtêd Xwe derbazî wî alîyê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçek hebû, Îsa şagirtêd Xweva k’etinê.
[2] Cihûda jî yê ku wê nemamîya Wî bikira ew cî zanibû, çimkî Îsa û şagirtêd Xweva gelek cara li wê derê dicivîyan.
[3] Awa Cihûda k’omeke eskera û nobedara xwer’a ji alîyê fêrisî û serekêd k’ahînada hildabû, bi fenera, agir û ç’eka hate wî cîyî.
[4] Îsa her tişt zanibû ku wê çi bê serê Wî, pêşda çû û wanr’a got: «Hûn li k’ê diger’in?»
[5] Wana lê veger’and û gotinê: «Li Îsayê Nisretê!» Îsa gote wan: «EZ IM». Cihûdayê ku nemamîya Wî kiribû jî t’evî wan bû.
[6] Gava got ku: «EZ IM !» ser piştê çûn û k’etine e’rdê.
[7] Hingê Îsa dîsa ji wan pirsî: «Hûn li k’ê diger’in?» Wan got: «Îsayê Nisretê».
[8] Îsa li wan veger’and û got: «Min wer’a got, ku Ez im. Awa heger hûn li Min diger’in, bihêlin bira evana her’in».
[9] Ev yek bû wekî ew xebera wîye ku berê gotibû r’ast derê: «Ewêd ku Te dane Min, Min ji wan t’u kes unda nekir» .
[10] Hingê Şimh’ûn-Petrûs ew şûrê ku pêr’a bû k’işand û avîte xulamê serekk’ahîn û guhê wîyî r’astê pekand. Navê wî xulamî Malxo bû.
[11] Îsa Petrûsr’a got: «Şûr têke qavê! Ezê çawa wê k’asa ku Bavê daye Min venexwim?»
[12] Pey vê yekêr’a k’oma eskera û serdarê wan û nobedarêd cihûya Îsa girtin û girêdan.
[13] Pêşîyê Ew birine cem Henanê xezûrê Qeyafa. Qeyafa serekk’ahînê wê salê bû.
[14] Eva ew Qeyafa bû, yê ku cihû şîret kiribûn û gotibû: «Hê r’ind e, bira yek bona cime’tê bimire».
[15] Şimh’ûn-Petrûs û şagirtekî din pey Îsa diçûn. Ew şagirt ku nasê serekk’ahîn bû, t’evî Îsa k’ete h’ewşa serekk’ahîn,
[16] lê Petrûs derva li ber dêrî sekinî. Paşê ew şagirtê nasê serekk’ahîn derk’et û t’evî dergehvanê xeber da, Petrûs bire hindur’.
[17] Hingê wê carîya dergehvan ji Petrûs pirsî: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Vî merivî yî?» Petrûs gotê: «Na, ez nînim».
[18] Wî çaxî, hewa ku sar bû, xulam û nobedara pê k’omirê agir vêxistibûn, sekinîbûn û xwe germ dikirin. Petrûs jî li cem wan sekinîbû, xwe germ dikir.
[19] Hingê serekk’ahîn ji Îsa derheqa şagirtêd Wî û hînkirina Wîda pirsî.
[20] Îsa cab da û got: «Min dinyayêr’a aşkere xeber daye, her gav k’inîştada usa jî p’aristgehêda, k’îderê ku h’emû cihû dicivîyan hîn dikirin. Min t’u tişt dizîva negotîye.
[21] Tu çima ji Min dipirsî? Ji yêd ku bihîstine bipirse, k’a Min wanr’a çi gotîye. Ew zanin Min çi gotîye».
[22] Gava Îsa ev yek got, nobedarekî li wir sekinî şemaqek li Wî xist û got: «Tu çawa caba serekk’ahîn didî?»
[23] Îsa lê veger’and û gotê: «Heger Min xirab xeber da, xirabîya Min bêje. Lê heger Ez r’ast dibêjim, tu çima Min dixî?»
[24] Hingê Henan Ew girêdayî şande cem Qeyafayê serekk’ahîn.
[25] Şimh’ûn-Petrûs hê li wir sekinî xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Dibe ku tu jî ji şagirtêd Wî yî?» Ewî înk’ar kir û got: «Na, ez nînim».
[26] Xulamekî serekk’ahîn, ji xwexatîya wî, yê ku Petrûs guhê wî pekandibû, jê pirsî: «Ne baxçeda min tu t’evî Wî dîtî?»
[27] Hingê Petrûs dîsa înk’ar kir û wê demê dîk bang da.
[28] Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nek’etine qesirê, wekî xwe li gora e’detêd şûştin-veşûştinê neh’er’imînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.
[29] Hingê Pîlato derk’ete derva, hate cem wan û pirsî: «Hûn Vî merivî çida neheq dikin?»
[30] Wana lê veger’and û gotinê: «Heger Ew ne yekî zulmk’ar bûya, me Ew nedida destê te».
[31] Hingê Pîlato wanr’a got: «Hanê hûn xwexa Vî bibin û li anegorî qanûna xwe dîwana Wî bikin». Cihûya lê veger’and û gotinê: «Îzina me t’une ku em t’u kesî bikujin».
[32] Ev yeka bû, ku ew gotina Îsa bê sêrî, ku dabû fe’mkirinê, Ewê çawa bimire.
[33] Hingê Pîlato dîsa k’ete qesira welî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Tu yî P’adşê cihûya?»
[34] Îsa lê veger’and û gotê: «Tu vê yekê xwexa dibêjî, yan hinekêd din bona Min ter’a gotine?»
[35] Pîlato got: «Çima ez cihû me? Miletê Te û serekêd k’ahîna Tu dane destê min. Te çi kirîye?»
[36] Îsa cab da û got: «P’adşatîya Min ne ji vê dinyayê ye. Heger p’adşatîya Min ji vê dinyayê bûya, berdestîyêd Minê şer’ kirana ku Ez nek’etama destê cihûya. Lê p’adşatîya Min ne ji vê dinyayê ye».
[37] Hingê Pîlato jêr’a got: «Wekî usa ye Tu p’adşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu p’adşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona r’astîyê şe’detîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê r’astîyê ye, guh dide dengê Min».
[38] Pîlato jê pirsî: «R’astî çi ye?» Pey vê pirsêr’a, Pîlato dîsa derk’ete derva cem cihûya û wanr’a got: «Ez t’u neheqîyê Vîda nabînim.
[39] Lê ev e’detê we ye ku ez Cejina Derbazbûnêda yekî girtî bona we ber’dim. Hûn dixwazin ku ez bona we P’adşê cihûya ber’dim?»
[40] Hingê wan hê kire qîr’în, gotin: «Ne ku Vî merivî, lê Barabas ber’de!» Barabas jî qaçaxek bû.