Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:32

[1] Pey vê yekêr’a cejineke cihûya hat û Îsa hevraz çû Orşelîmê.

[2] Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz h’ewzek hebû, ku bi îbranî jêr’a dibêjin Beytzat’a, pênc hêwangehêd wê hebûn.

[3] Wan hêwangehada gelek nexweş p’aldayî bûn: Yêd kor, şilûşe’t û k’ût.

[4] Evana hîvîya lihevk’etina avê bûn, çimkî car-cara milyak’etekî Xudan dik’ete avê û li hev dixist. Û pey lihevk’etina avêr’a, k’ê berî h’emûya bik’eta avê, ew ji nexweşîya xwe qenc dibû .

[5] Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî h’eyşt sala bû.

[6] Îsa gava ew li wir p’aldayî dît û zanibû jî ku ew zûva nexweş e, wîr’a got: «Tu dixwazî qenc bî?»

[7] Yê nexweş lê veger’and û gotê: «Ez xulam, kesekî min t’une, wekî gava av li hev dik’eve, min bavêje h’ewz. H’eta ez h’izî didime xwe xwe bavêjimê, yekî din berî min xwe davêjê».

[8] Îsa jêr’a got: «R’abe ber’a xwe hilde û biger’e».

[9] Pêr’a-pêr’a ew meriv qenc bû, ber’a xwe hilda û ger’îya. Ew r’oja şemîyê bû.

[10] Hingê cihûya wî merivê qencbûyîr’a got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu ber’a xwe hildî».

[11] Ewî li wan veger’and û got: «K’ê ez qenc kirim Ewî minr’a got: ‹Ber’a xwe hilde û biger’e›».

[12] Wana jê pirsî: «Ew k’î bû ku ter’a got: ‹Ber’a xwe hilde û biger’e?›»

[13] Lê yê qencbûyî nizanibû Ew k’î bû, çimkî Îsa Xwe nava e’laleta wirda betavekir.

[14] Pey vê yekêr’a Îsa ew p’aristgehêda dît û jêr’a got: «Binihêr’e, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».

[15] Wî merivî çû cihûyar’a gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye.

[16] Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa k’etin, çimkî Wî ev yekana r’oja şemîyêda dikirin.

[17] Hingê Îsa li wan veger’and û got: «Bavê Min h’eta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim».

[18] Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne t’enê r’oja şemîyê t’er’ibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.

[19] Lema Îsa wanr’a got: «Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ku Kur’ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew t’enê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kur’ jî usa dike.

[20] Çimkî Bav Kur’ h’iz dike û her tiştêd ku Xwexa dike nîşanî Wî dike. Ewê hê tiştêd mezin nîşanî Wî bike û hûnê e’cêbmayî bimînin.

[21] Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kur’ dikare k’îjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.

[22] Serda jî Bav dîwana t’u kesî nake, lê h’emû h’ukumê dîwankirinê daye Kur’,

[23] wekî h’emû qedirê Kur’ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kur’ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.

[24] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye h’eta-h’etayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.

[25] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, wext tê û pêr’a gihîştîye jî, ku mirîyê dengê Kur’ê Xwedê bibihên û ewêd ku bibihên wê bijîn.

[26] Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kur’ Xwexa kanîya jîyînê be.

[27] Ewî h’ukumê dîwankirinê jî da Wî, çimkî Ew Kur’ê Mêriv e.

[28] Li vê yekê e’cêbmayî nemînin, çimkî wext nêzîk dibe, ku h’emûyêd t’irbada wê dengê Wî bibihên

[29] û derk’evin. Yêd ku qencî kirine wê bona jîyînê r’abin, yêd ku xirabî kirine bona dîwanê.

[30] Ez Xwexa nikarim tiştekî bikim. Çawa ku Ez dibihêm, usa jî dîwanê dikim. Dîwankirina Min r’ast e, çimkî Ez ne ku li xwestina Xwe diger’im, lê xwestina Yê ku Ez şandime.

[31] Heger Ez bona Xwe şe’detîyê bidim, şe’detîya Min ne r’ast e.

[32] Lê yekî din heye ku bona Min şe’detîyê dide û Ez zanim ew şe’detîya ku Ew bona Min dide r’ast e.

[33] We meriv şandine cem Yûh’enna û wî şe’detîya r’astîyê da.

[34] Lê Ez ne h’ewcê şe’detîya meriva me, Ez t’enê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin.

[35] Yûh’enna ç’irak bû ku dişixulî û r’onayî dida. We xwest ku hinek wext bi r’onaya wî şa bin.

[36] Lê ew şe’detîya bona Min ser şe’detîya Yûh’ennar’a ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şe’detîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.

[37] Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şe’detî daye. We t’u car ne dengê Wî bihîstîye, ne r’ûyê Wî dîtîye

[38] û ne jî gotina Wî dilê weda dimîne, çimkî hûn Ewî ku Wî şandîye bawer nakin.

[39] Hûn nivîsarada k’ûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye h’eta-h’etayê wanda ye û hema ew xwexa şe’detîya Min didin.

[40] Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.

[41] Ez ne h’ewcê şikirdayîna merivayê me,

[42] lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda h’izkirina Xwedê t’une.

[43] Ez bi navê Bavê Xwe hatim û hûn Min qebûl nakin. Lê heger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl kin.

[44] Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda r’ûmeta navê xwe diger’in, lê ew r’ûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nager’in?

[45] Nefikirin kuEzê we li ber Bavê neheq kim. Yek heye, ku we neheq dike, hema ewMûsa ye ku we gumana xwe danîye ser wî.

[46] Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye.

[47] Lê heger hûn nivîsarêd wî bawer nakin, hûnê çawa gotinêd Min bawer bikin?»

Yûh’enna — Chapters