Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:55

[1] Gava ku Îsa derbaz dibû, Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît.

[2] Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê k’ê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?»

[3] Îsa li wan veger’and û got: «Ne gunê wî ye, ne jî yê dê û bavê wî ye, lê ev yek aha bûye, wekî kirêd Xwedê li ser wî bêne e’yankirinê.

[4] H’eta ku r’oj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê t’u kesê nikaribe tiştekî bike.

[5] H’eta ku Ez dinyayêda me, r’onaya dinyayê me».

[6] Ewî ev yek ku got, t’ûyî e’rdê kir, ji t’ûkê h’er’î çêkir, ew h’er’î ç’e’vê wî merivî da

[7] û jêr’a got: «Her’e serç’e’vê xwe h’ewzê Sîlwamêda bişo», (ku ev nav tê fe’mkirin «Şandî»). Ewî jî çû serç’e’vê xwe şûşt û bi ç’e’vêd vebûyî veger’îya.

[8] Cînarêd Wî û ewêd ku berê ew dîtibûn ku wî p’ars dikir, digotin: «Eva ewî kor nîne, ku r’ûdinişt û p’ars dikir?»

[9] Hineka digot: «Eva ew e», hineka jî digot: «Na, ne ew e, lê mîna wî ye». Lê wî xwexa digot: «Ez ew im».

[10] Hingê jê pirsîn: «Ku usa ye ç’e’vêd te çawa vebûne?»

[11] Ewî li wan veger’and û got: «Ew merivê ku jêr’a dibêjin Îsa, Ewî h’er’î çêkir û li ç’e’vêd min dan û minr’a got: ‹Her’e h’ewzê Sîlwamê û serç’e’vê xwe bişo›. Ez jî çûm, min serç’e’vê xwe şûşt û ç’e’vêd min vebûn».

[12] Wana jê pirsî: «K’a Ew k’u ye?» Ewî got: «Ez nizanim».

[13] Wana ew merivê ku berê kor bû, birine cem fêrisîya.

[14] Ew r’oja ku Îsa h’er’î çêkir û ç’e’vêd wî vekirin, şemî bû.

[15] Fêrisîya jî jê pirsî, k’a çawa ç’e’vêd wî vebûne? Ewî wanr’a got: «H’er’î li ç’e’vêd min da, min serç’e’vê xwe şûşt û niha ez dibînim».

[16] Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew r’oja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunek’ar çawa dikare van k’eremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.

[17] Hingê, dîsa gotine yê ku kor bû: «Tu çi dibêjî bona Ewî ku ç’e’vêd te vekirin?» Ewî jî got: «Ew p’êxember e».

[18] Lê cihûya bawer nedikir ku ew kor bûye û ç’e’vêd wî vebûne, h’eta gazî dê û bavê wî nekirin

[19] û ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ev e ew kur’ê weyî ku hûn dibêjin, ji zikmakîyêda kor e? Eva çawa niha dibîne?»

[20] Dê û bavê wî li wan veger’andin û gotin: «Em zanin ku eva kur’ê me ye û ji zikmakîyêda kor e.

[21] Lê niha ew çawa dibîne, em nizanin, yan k’ê ç’e’vêd wî vekirine, em wê jî nizanin. Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin, bira ew caba xwe bide».

[22] Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger k’î bêje Îsa Mesîh e, ewê ji k’inîştê bê derxistinê».

[23] Lema dê û bavê wî gotin: «Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin».

[24] Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê r’ast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunek’ar e».

[25] Ewî li wan veger’and û got: «Ez nizanim Ew gunek’ar e, yan na, lê ez t’enê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim».

[26] Dîsa ji wî pirsîn: «Ewî çi te kir? Ç’e’vêd te çawa vekirin?»

[27] Ewî li wan veger’and û got: «Min hêja wer’a got, lê we guhdarî nekir. Çima hûn dixwazin dîsa bibihên? Dibe ku hûn jî dixwazin bibine şagirtêd Wî?»

[28] Wana ew bêhurmet kir û gotin: «Tu yî şagirtê Wî, lê em şagirtêd Mûsa ne!

[29] Em zanin ku Xwedê t’evî Mûsa xeber daye, lê bona Vî em nizanin ku Ew ji k’u ye!»

[30] Evî merivî li wan veger’and û got: «Hema ev e e’cêba giran, ku hûn nizanin Ew ji k’u ye, lê Wî ç’e’vêd min vekirin.

[31] Em zanin ku Xwedê dengê gunek’ara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.

[32] Hê berêda t’u cara qet nehatîye bihîstinê, ku yekî ç’e’vêd merivekî zikmakîyêda kor vekiribin.

[33] Heger Eva Meriva ji Xwedêda nîbûya Wî nikaribû t’u tişt bikira».

[34] Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê k’etî yî û me hîn dikî?» Û ew ji k’inîştê derxistine der.

[35] Gava Îsa bihîst ku ew derxistine der, ew dît û jêr’a got: «Tu bawerîya xwe Kur’ê Mêriv tînî?»

[36] Ewî pirsî û gotê: «Ez xulam, Ew K’î ye, wekî ez bawerîya xwe Wî bînim?»

[37] Îsa jêr’a got: «Te Ew dît û Ew e Yê ku niha t’evî te xeber dide».

[38] Ewî got: «Xudan, ez bawer dikim!» û ber Wî ta bû.

[39] Îsa got: «Ez bona dîwankirinê hatime vê dinyayê, wekî yêd ku nabînin bibînin û yêd ku dibînin kor bin».

[40] Hineke ji fêrisîya li wir hazir bûn, gava ev yek bihîstin, jêr’a gotin: «Çima em jî kor in?»

[41] Îsa gote wan: «Heger hûn kor bûna, gunêd weyê t’unebûna. Lê niha hûn ku dibêjin: ‹Em dibînin›, didine k’ifşê ku hûn nava gunêd xweda dimînin.

Yûh’enna — Chapters