Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:34

[1] R’oja yekşemê , qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser t’irbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê t’irbê wêda kirî ye.

[2] Destxweda r’evî çû cem Şimh’ûn-Petrûs û wî şagirtê din, yê ku Îsa jê h’iz dikir û wanr’a got: «Xudan ji t’irbê derxistine û em nizanin ku Ew danîne k’u derê!»

[3] Hema hingê Petrûs û şagirtê din derk’etine derva û berbi t’irbê çûn.

[4] Her du jî hevr’a dir’evîyan, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir dir’evîya û ew pêşîya wî gihîşte ser t’irbê.

[5] Wî xwe qûz kir û dîna xwe dayê, wê k’efen li wir e, lê xwexa nek’ete hindur’.

[6] Hingê Şimh’ûn-Petrûs ku pey wî dihat gihîştê, k’ete hindur’ê t’irbê, dîna xwe dayê, wê k’efen li wir e

[7] û destmala sêrî ne t’evî k’efen bû, lê qatkirî alîkî danî bû.

[8] Paşê şagirtê din jî k’ete hindur’, yê ku pêşîyê gihîştibû ser t’irbê. Ewî dît û bawer kir.

[9] Wan hê nivîsar fe’m nekiribû, ku gerekê Îsa ji mirinê r’abûya.

[10] Pey vê yekêr’a şagirt veger’îyane cîyêd xwe.

[11] Lê Meryem ji t’irbê der sekinîbû û digirîya. Wê bi girî xwe qûz kir û li hindur’ê t’irbê nihêr’î,

[12] hingê dîna xwe dayê, wê du milyak’etêd k’incsipî, li wî cîyê ku cinyazê Îsa lê danîbû r’ûniştine, yek berserîyê û yê din binp’îyê.

[13] Milyak’eta wêr’a got: «E’vdê! Tu çima digirîyî?» Meryemê got: «Xudanê min hildane û ez nizanim Ew danîne k’u derê».

[14] Gava ewê ev yek got, li pişt xweva veger’îya û dît ku Îsa li wê derê sekinîye, lê wê nizanibû ku ew Îsa ye.

[15] Îsa gote wê: «E’vdê, tu çima digirîyî? Tu li k’ê diger’î?» Meryemê t’irê qey ew r’ezvan e, ewê gotê: «Ez xulam, heger te Ew hildaye, minr’a bêje te Ew danîye k’u derê, wekî ez Wî ji wê derê hildim».

[16] Îsa gotê: «Meryem!» Meryemê berê xwe da Wî û bi îbranî gotê: «R’abbonî!» ku tê fe’mkirinê: «Dersdar».

[17] Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê r’anebûme cem Bavê. Lê her’e cem birêd Min û wanr’a bêje. ‹Ezê r’abime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».

[18] Meryema Mejdelanî çû cem şagirta û wanr’a got: «Min Xudan dît» û tiştêd ku Îsa wêr’a gotibû wanr’a gilî kir.

[19] Xût wê êvarê, r’oja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanr’a got: «E’dilayî wer’a».

[20] Ev tişt got, dest û nek’sa Xwe nîşanî wan kirin. Hingê şagirt gelekî şa bûn, gava ku Xudan dîtin.

[21] Paşê Îsa dîsa wanr’a got: «E’dilayî wer’a. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».

[22] Ev yek ku got, p’ifî ser wan kir û wanr’a got: «Hanê R’uh’ê Pîroz bistînin.

[23] Hûn gunêd k’ê bibaxşînin, ewê bêne baxşandinê, gunêd k’ê nebaxşînin, ewê neyne baxşandinê».

[24] T’ûmayê yekî ji her donzdeha, ku jêr’a «Heval-cêwî» digotin, ne t’evî wan bû gava ku Îsa hat.

[25] Hingê şagirtêd mayîn wîr’a gotin: «Me Xudan dît». Ewî wanr’a got: «H’eta ku ez dewsa mixa destêd Wîda nebînim, t’ilîya xwe nedime ser dewsa mixa û destê xwe jî nekime nek’sa Wî, ez t’u car bawer nakim».

[26] Pey h’eyşt r’ojar’a, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û T’ûma jî t’evî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «E’dilayî wer’a».

[27] Paşê T’ûmar’a got: «T’ilîya xwe bîne vir û destêd Min binihêr’e, destê xwe jî bîne û bike nek’sa Min. Nebawerîyê neke, lê bawer bike!»

[28] T’ûma lê veger’and û gotê: «Xudanê min û Xwedêyê min!»

[29] Îsa gote wî: «Te Ez dîtim lema bawer kir? Xwezî li wan, yêd ku nedîtine, lê bawer dikin!»

[30] Îsa li ber şagirtêd Xwe hê gelek nîşanêd din jî kirin, ku vê k’itêbêda nehatine nivîsarê.

[31] Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kur’ê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.

Yûh’enna — Chapters