[1] Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.
[2] Mala Bavê Minda gelek cîyêd mayînê hene, Ez niha diçim wer’a cî hazir kim. Heger usa nîbûya, Min wer’a nedigot?
[3] Gava Ez her’im û wer’a cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li k’u bim, hûn jî li wê derê bin.
[4] Hûn r’îya wî cîyê ku Ez diçimê zanin».
[5] T’ûma jêr’a got: «Xudan, em nizanin Tu k’uda diçî, emê çawa r’ê bizanibin?»
[6] Îsa wîr’a got: «Ez im, r’ê, r’astî û jîyîn. T’enê pê Min yek dikare bê cem Bavê.
[7] Heger we Ez nas kirime, hûnê Bavê Min jî nas bikin . Awa ji vir şûnda hûn Wî nas dikin û we Ew dîtîye».
[8] Fîlîpo jêr’a got: «Xudan, k’a Bavê nîşanî me ke, besî me ye!»
[9] Îsa jêr’a got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez t’evî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?
[10] Tu bawer nakî ku Ez nava Bavêda me û Bav nava Minda ye? Ev xeberêd ku Ez wer’a dibêjim, ne ku xweserîxwe dibêjim, lê ew Bavê ku nava Minda dimîne, Ew e ku ya Xwe dike.
[11] Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin.
[12] Ez r’ast bê xêlif wer’a dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.
[13] Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kur’ bê r’ûmetkirinê.
[14] Heger hûn pê navê Min tiştekî bixwazin Ezê bikim.
[15] Heger hûn Min h’iz dikin, hûnê t’emîyêd Min xwey kin.
[16] Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî h’eta-h’etayê t’evî we bimîne.
[17] Ew e ew R’uh’ê ku r’astîyê e’lam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew t’evî we dimîne û wê nava weda be.
[18] Ez we sêwî nahêlim, Ezê dîsa ser weda bêm.
[19] Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn.
[20] Wê r’ojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.
[21] Ewê ku t’emîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min h’iz dike. Û ewê ku Min h’iz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê h’izkirinê. Ezê jî wî h’iz bikim û Xwe wîva e’yan kim».
[22] Cihûda, ne yê Îsxeryotî gote Wî: «Xudan, ewê çawa be, ku Tê Xwe meva e’yan kî, lê dinyayêva na?»
[23] Îsa lê veger’and û gotê: «Her kesê ku Min h’iz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî h’iz bike û Emê bêne cem wî, t’evî wî bimînin.
[24] Ewê ku Min h’iz nake, ew gotinêd Min xwey nake. Evê gotina ku hûn dibihên ne ya Min e, lê ya Bavê Min e, ku Ez şandime.
[25] Hela hê ku Ez li cem we me, Min ev yekana wer’a gotin.
[26] Lê Piştovan, awa gotî R’uh’ê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî h’emû tiştî ke û her tiştêd ku Min wer’a gotine, wê bîne bîra we.
[27] Ez e’dilayîyê wer’a dihêlim, wê e’dilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!
[28] We bihîst ku Min wer’a got: ‹Ezê her’im, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez h’iz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minr’a ye.
[29] Û niha ev yekana Min berî qewimandinê wer’a gotin, wekî gava ew yek biqewimin, hûn bawer bikin.
[30] Îdî Ezê t’evî we gelekî xeber nedim, çimkî va ye serwêrê vê dinyayê tê. H’ukumê wî qet ser Min t’une,
[31] lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê h’iz dikim û Bavê çawa t’emî li Min kirîye Ez usa dikim. R’abin, em ji vir her’in.