Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:52

[1] Pey vê yekêr’a Îsa Celîlêda diger’îya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda biger’îya, çimkî cihû pey k’etibûn ku bikuştana.

[2] Gava Cejina cihûyaye H’olikçêkirinê nêzîk bû,

[3] birêd Wî jêr’a gotin: «Ji vir r’abe her’e Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.

[4] Çimkî merivê ku dixwaze aşkere xwe bide naskirinê, kirinêd xwe venaşêre. Heger Tu xweyê van kira yî, xwe dinyayêva e’yan ke».

[5] Birêd Wî jî bawerîya xwe jê nedanîn.

[6] Îsa wanr’a got: «Wextê Min hê nehatîye, lê her t’im wext destê weda ye.

[7] Dinya nikare bijene we, lê dijene Min, çimkî Ez şe’detîyê didim, ku kirêd wê xirab in.

[8] Hûn xwexa hevraz her’ine vê cejinê, lê Ez hela hê nayêmê, çimkî wextê Min hê t’am nehatîye».

[9] Ew yek wanr’a got û li Celîlê ma.

[10] Lê çaxê birêd Wî hevraz çûne cejinê, Ew jî r’abû çû wir, ne ku aşkere, lê bi dizîva.

[11] Wî çaxî cihû cejinêda lê diger’îyan û digotin: «Ew k’anê ye?»

[12] Nav e’laletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cime’tê ji r’ê derdixe».

[13] Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.

[14] Lê nîvê cejinêda Îsa hevraz çû k’ete p’aristgehê û dest bi hînkirinê kir.

[15] Cihû e’cêbmayî diman û digotin: «Evî nexwendîye, ew çawa haqas nivîsar zane?»

[16] Îsa li wan veger’and û got: «Hînkirina Min ne ji Min e, lê ji Wî ye, Yê ku Ez şandime.

[17] Heger merivek bixwaze e’mirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim.

[18] Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe diger’e, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye diger’e, Ew yekî r’ast e û li cem Wî qelpî t’une.

[19] Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we t’u kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»

[20] Cime’tê lê veger’and û gotê: «Tu cinak’etî yî! K’î dixwaze Te bikuje?»

[21] Îsa li wan veger’and û got: «Min k’eremetek kir, hûn h’emû jî e’cêbmayî mane.

[22] Mûsa sinetkirin da we, (ew jî ne ku ji Mûsa hat, lê ji kal û bava) û hûn r’oja şemîyê mêriv sinet dikin.

[23] Heger hûn r’oja şemîyê zar’a sinet dikin wekî Qanûna Mûsa net’er’ibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min r’adikin, wekî Min r’oja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir?

[24] Li anegorî dîtina ç’e’vêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî r’astîyê dîwanê bikin».

[25] Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana?

[26] Û va ye Ew aşkere xeber dide û t’u kes jî jêr’a tiştekî nabêje. Dibe ku serwêr pê h’esîyane, ku Eva Mesîh e?

[27] Lê r’ast em zanin ku eva ji k’u ye. Lê gava ku Mesîh bê, kesê nizanibe ku ew ji k’u ye».

[28] Hingê Îsa p’aristgehêda wextê hînkirinê dengê Xwe bilind kir û got: «Hûn Min nas dikin û zanin ku Ez ji k’u me? Ez xweserîxwe nehatime. Lê Yê ku Ez şandime, Ew ser r’astîyê ye, hûn Wî nas nakin.

[29] Ez Wî nas dikim, çimkî Ez ji Wî me û Ewî Ez şandime».

[30] Hingê kirin ku Wî bigirin, lê kesekî nikaribû Ew bigirta, çimkî hê wextê Wî nehatibû.

[31] Lê ji e’laletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»

[32] Fêrisîya ew gote-gota derheqa Wîda ji nava cime’tê bihîst û serekêd k’ahîna nobedar şandin, wekî Wî bigirin.

[33] Îsa got: «Ezê hinek wext jî t’evî we bimînim, paşê Ezê her’ime cem Wî, Yê ku Ez şandime.

[34] Hûnê li Min biger’in, lê Min nabînin. Cîyê ku Ezê lê bimînim, hûn nikarin bên».

[35] Hingê cihûya hevdur’a gotin: «Ev merivê k’uda her’e, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye her’e cem cime’ta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?

[36] Ev çi xeberdan e ew dike: ‹Hûnê li Min biger’in û Min nebînin, cîyê ku Ezê lê bimînim, hûnê nikaribin bên›?»

[37] R’oja xilazîyê, r’oja cejinêye here e’zîz, Îsa sekinî û bi dengekî bilind got: «Heger yek t’î ye, bira bê cem Min û vexwe.

[38] Ewê ku bawerîya xwe Min bîne , çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî ç’emêd ava jîyînê bik’işin›» .

[39] Îsa ev gotin bona wî R’uh’ê Pîroz got, k’îjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. R’uh’ê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû r’ûmetkirinê.

[40] Gava wana ev gotin bihîst, hinekêd ji e’laletê gotin: «R’astî jî eva ew p’êxember e».

[41] Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê?

[42] Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zur’eta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytleh’mê?»

[43] Bi vî awayî nav e’laletêda, li ser Wî dutîretî pêşda hat.

[44] Hinekêd ji wan xwestin Ew bigirtana, lê t’u kesî dest neda Wî.

[45] Hingê nobedar veger’îyane cem fêrisî û serekêd k’ahîna. Wana ji nobedara pirsî: «We çima Ew neanî?»

[46] Nobedara li wan veger’and û gotin: «T’u kesî t’u cara mîna wî merivî xeber nedaye!»

[47] Hingê fêrisîya li wan veger’and û gotin: «Îdî ewî hûn jî ji r’ê derxistine?

[48] T’u ji serwêr û fêrisîya kesekî bawerîya xwe jê anîye,

[49] pêştirî vê cime’ta me’rim, ku Qanûnê nizane û nifir’ lê ye?»

[50] Nîkodêmo, yê ku berê çûbû cem Îsa û ji fêrisîya bû, wanr’a got:

[51] «Gelo Qanûna me dîwana mêriv dike, h’eta ku guhdarîya wî neke û nizanibe ku ew çi dike?»

[52] Li wî veger’andin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? K’ûr e’nene ke, tê bibînî ku ji Celîlê t’u p’êxember dernak’evin».

[53] Û her kes çû mala xwe,

Yûh’enna — Chapters