E’yantî 1
[1] Eva e’yantîya Îsa Mesîh e, k’îjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyak’etê Xwe şand û e’lamî xulamê Xwe Yûh’enna kir.
[2] Yûh’enna jî şe’detîya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şe’detîya gotina Xwedê, usa jî şe’detîya e’lametîya Îsa Mesîhe r’ast .
[3] Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd p’êxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.
[4] Ji Yûh’enna, her h’eft civînar’a, yêd ku qeza Asyayêda ne: K’erem û e’dilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her h’eft r’uh’êd ku li ber t’extê Wî ne ,
[5] usa jî ji Îsa Mesîhê şe’dê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê p’adşêd e’rdê. De bira r’ûmet û qudret Wîr’a be h’eta-h’etayê, Yê ku me h’iz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin k’ahînêd p’adşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêr’a em xizmetk’arîyê bikin. Amîn!
[7] Va ye e’wrava Ew tê. Her ç’e’vê Wî bibîne, h’eta ewêd ku nek’sa Wî qul kirin jî. H’emû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û k’eder bin. Belê. Amîn!
[8] «Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.
[9] Ez, Yûh’ennayê birê we me, yektîya Îsada heval-p’arê wê tengasîyê, p’adşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şe’detîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêr’a Patmos dibêjin.
[10] R’oja Xudanda R’uh’ê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê bor’îyê bihîst,
[11] ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, k’itêbêda binivîse û her h’eft civînar’a bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».
[12] Ez ser wî dengîda veger’îyam ku bibînim, k’a k’î ye minr’a xeber dide û çaxê ku ez veger’îyam, min h’eft şemdanêd zêr’în dîtin.
[13] Nava wan şemdanada «yekî mîna Kur’ê Mêriv» hebû, k’inceke dirêje h’eta niga lê bû û melaxtekî zêr’în li sîngê Wî bû.
[14] P’or’ê serê Wî mîna hirîya qerqaş û mîna berfê sipî bû, ç’e’vêd Wî jî mîna alava êgir .
[15] Nigêd Wî mîna sifirê xasî ji k’ûra agir derxistî, ku dibiriqe û dengê Wî mîna dengê xule-xula gelek ava bû .
[16] Destê Wîyî r’astêda h’eft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdik’et. R’ûyê Wî mîna r’oyê bû ku t’emamîya qewata xweva şewq dide.
[17] Çaxê ku min Ew dît, mîna yekî mirî k’etime ber nigêd Wî. Ewî destê Xweyî r’astê danî ser min û gote min: «Netirse, Ez im Yê Pêşin û Paşin .
[18] Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im h’eta-h’etayê. Û Ez im xweyê k’ilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.
[19] Awa binivîse çi ku tu dibînî, çi ku niha hene û çi wê paşê bibin.
[20] Sur’a van steyrka, yêd ku te destê Minî r’astêda dîtin, usa jî her h’eft şemdanêd zêr’în ev e: Ew her h’eft steyrk, milyak’etêd her h’eft civîna ne û ew her h’eft şemdan, her h’eft civîn in.