Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 9

Listen to this chapter • 4:30

[1] Milyak’etê pênca li bor’îyê xist û min dîna xwe dayê, va steyrkek ji e’zmên k’ete ser r’ûyê e’rdê û k’ilîta derê gelîyê hey-wayê wê steyrkêr’a hate dayînê.

[2] Ewê derê gelîyê hey-wayê vekir, ji gelî dû-dûxan derk’et mîna dûyê k’ûra mezin û r’ûyê r’oyê û hewê girt .

[3] Ji wê dû-dûxanê kulî derk’etine ser r’ûyê e’rdê, wanr’a qewata mîna qewata dûp’işkêd e’rdê hate dayînê .

[4] Wanr’a hate gotinê, ku zirarê nedine gîhê e’rdê, ne jî t’u şînayîyê û darê, lê bidine wan merivêd ku mora Xwedê li ser e’nîya wan t’uneye .

[5] Wanr’a hate dayînê, ku wan nekujin, lê pênc meha bidine cefê. Êşa wan mîna êşa lêxistina dûpişka bû.

[6] Wan r’ojada merivê li mirinê biger’in, lê wê qet nebînin, ewê h’eyra mirinêda bin, lê mirinê ji wan bir’eve .

[7] Qilxê wan kulîya mîna wan hespa bûn, yê ku bona şêr’ têne hazirkirinê. Li ser serê wan tiştêd mîna t’acêd zêr’în hebûn û r’ûyê wan mîna r’ûyê meriva bûn .

[8] P’or’ê serê wan mîna p’or’ê jina bûn û diranêd wan mîna diranêd şêra bûn.

[9] Êlekzirih’êd wan hebûn, mîna yêd h’esinî, dengê baskêd wan mîna dengê wan e’reba bûn, ku çawa gelek hesp wan dik’işînin û dajone nava şêr’.

[10] Mîna dûp’işka jî poç’êd wan hebûn û ser poç’a jî derzî, k’îjanada qewata wan hebû ku pênc meha mêriv bidine cefê.

[11] Milyak’etê gelîyê hey-wayê li ser wan p’adşa bû, ku navê wî bi îbranî «Abadûn» bû, bi yûnanî «Apolîyon», ku tê fe’mkirinê: «Wêrankir».

[12] Weya pêşin derbaz bû. Ji vir şûnda va du weyê jî bên.

[13] Milyak’etê şeşa li bor’îyê xist û min dengek ji her çar stirûyêd gorîgeha zêr’îne li ber Xwedê bihîst,

[14] ku gote wî milyak’etê şeşa, yê ku bor’î dêstda bû: «Wan her çar milyak’etêd ku li ber ç’emê Firatêyî mezin girêdayî ne veke».

[15] Hingê ew her çar milyak’et hatine ber’danê, yêd ku bona wê sih’etê, wê r’ojê, wê mehê û wê salê hatibûne hazirkirinê, wekî ji sê p’ara p’areke merivayê bikujin.

[16] Min r’eqema ordîyêd sîyarî bihîst ku dusid mîlîyon bû.

[17] Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: R’engêd êlekzirih’êd wan r’engê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalç’îç’ekê, qîç’ikî mîna k’irk’ûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û k’irk’ût derdik’et.

[18] Pê van her sê bela, ji sê p’ara p’areke merivayê, pê agir, dû û k’irk’ûta ku ji devê van derdik’et hatine kuştinê.

[19] Çimkî qewata hespa dev û dêlêd wanda bûn. Dêlêd wan mîna me’ra bûn û serê wan hebûn, ku pê wan zirar didan.

[20] Ew merivêd mayîne ku pê van bela nehatine kuştinê, ji wan p’ûtêd ku bi destêd xwe çêkiribûn veneger’îyan. Wana destê xwe ji cinh’ebandinê, ji wan p’ûtêd zêr’e, zîve, sifire, kevire, dare ku nabînin, nabihên û nager’in nek’işandin .

[21] Usa jî ji kuştinê, sêrbazîyê, bênamûsîyê û dizîya xwe veneger’îyan.

E’yantî — Chapters