E’yantî 13
[1] Hingê min dîna xwe dayê, va ce’newirek ji be’rê derdik’et. H’eft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe t’ac bûn û li ser her h’eft serêd wî jî navêd k’ifirî-zifirîya bûn.
[2] Ew ce’newirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê h’ir’ç’a bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî zîyayî qewata xwe, t’extê xwe û h’ukumê xweyî mezin da wî ce’newirî.
[3] Serîkî vî ce’newirî tê bêjî birîndar li ber mirinê bû, lê birîna wî hate qenckirinê. Û t’emamîya dinyayê ser wî ce’newirî e’cêbmayî ma.
[4] Wan serê xwe li ber zîyê danîn, ku wî h’ukumê xwe da wî ce’newirî. Usa jî serê xwe li ber ce’newir danîn û gotin: «Gelo k’î mîna vî ce’newirî ye? Û k’î dikare t’evî vî şer’ ke?»
[5] Evî ce’newirîr’a îzin hate dayînê ku devê xwe bême’rîfet veke û k’ifirîya bike, usa jî wîr’a hate dayînê, ku çil du meha bi h’ukumê xwe bike .
[6] Ewî hindava Xwedêda devê xwe xirab vekir û navê Wî, konê Wî û yêd ku e’zmênda dimînin bêhurmet kir.
[7] Îzin wîr’a hate dayînê, ku t’evî cime’ta Xwedê şer’ ke û serk’eve. Usa jî h’ukumê li ser her berekê, cime’tê, zimanî û miletî wîr’a hate dayînê.
[8] H’emû binelîyêd li r’ûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd k’îjana ji wextê e’firandina dinyayêda k’itêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê .
[9] Guhê k’ê heye bira bibihê:
[10] Ewêd ku yê dîl k’etinê ne, wê dîl bik’evin, ewêd ku yêd ber şûr k’etinê ne, ewê ber şûr k’evin . Li vir wê sebir û bawerîya cime’ta Xwedê kêr bê.
[11] Hingê min dîna xwe dayê, va ce’newirekî din ji e’rdê derdik’et, du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn û mîna zîyê xeber dida.
[12] Evî t’emamîya h’ukumê ce’newirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û p’êyî ser e’rdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ce’newirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê.
[13] Vî ce’newirî nîşanêd usa e’cêbe mezin dikirin, h’eta ku agir jî ji e’zmên li ber ç’e’vê meriva davîte ser e’rdê.
[14] Ewî pê wan nîşanêd ku wîr’a hatibûne dayînê, wekî li ber ce’newirê pêşin bike, binelîyêd li r’ûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanr’a got, ku h’eykelekî wî ce’newirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.
[15] H’ukum wîr’a hate dayînê, wekî r’uh’ ber h’eykelê ce’newirda bîne, ku h’eykelê ce’newir xeber de û bikaribe ewêd ku ce’newir neh’ebînin bide kuştinê.
[16] Ewî p’êyî ser h’emûya kir, awa gotî biç’ûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî r’astê yan e’nîya xwe,
[17] wekî t’u kes nikaribe ne bik’ir’e, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşana ce’newir, awa gotî navê wî yan h’esabê navê wî ser e.
[18] Li vir serwaxtî kêr tê: H’iş-aqilê k’ê heye, bira h’esabê ce’newir bijmire, çimkî h’esabê merivekî ye û h’esabê wî şeşsid şêst şeş e.