Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 11

Listen to this chapter • 4:42

[1] Hingê qamîşekî mîna şiva minr’a hate dayînê û hate gotinê: «R’abe, p’aristgeha Xwedê û gorîgehê çap ke û yêd ku têda dih’ebînin jî bijmire.

[2] Lê h’ewşa p’aristgehêye derva bihêle û wê çap neke, çimkî ew p’ûtp’aristar’a hate dayînê. Ewê Bajarê Pîroz çil du meha bin p’îyada p’êpes kin .

[3] Û Ezê t’emîyê bidime du şe’dêd Xwe, ewê k’urx xwekirî h’ezar dusid şêst r’ojî p’êxembertîyê bikin».

[4] Evana ew her du darêd zeyt’ûnê û her du şemdan in, yêd ku li ber Xudanê dinyayê disekinin .

[5] Heger merivek ku bixwaze zirarê bide wan, agir ji devê wan derdik’eve, dijminêd wan h’ûfî xwe dike. Û heger merivek bixwaze zirarê bide wan, gerekê ew xwexa usa bê kuştinê.

[6] H’ukumê van heye, ku r’ojêd p’êxembertîya xweda e’zmên dadin, wekî baran nebare. Usa jî h’ukumê wan li ser ava heye, ku wan bikine xûn û k’engê jî bixwazin, dikarin her cûr’e bela bînine serê dinê .

[7] Gava ewana şe’detîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ce’newirê ku ji gelîyê hey-wayê derdik’eve, wê t’evî wan şer’ ke, wan bindest ke û bikuje.

[8] Cinyazêd wan wê li ser meydana wî bajarê mezin avîtî bin, li wî cîyê ku Xudanê wan her duya hate xaçkirinê, ku bi me’na r’uh’anî jêr’a «Sodom» û «Misir» tê gotinê.

[9] Ji h’emû cime’ta, bereka, zimana û mileta wê sê r’oj û nîva li cinyazêd wan binihêr’in û nehêlin ku cinyazêd wan bikine t’irba.

[10] Binelîyêd li r’ûbarî dinê wê dilê xwe li wan şa kin û şa bin, xelata jî hevdur’a bişînin, çimkî van her du p’êxembera cefa didane yêd ku li ser r’ûyê e’rdê diman.

[11] Pey sê r’oj û nîvar’a Xwedê r’uh’ê jîyînê ber wanda anî, ew r’abûne ser p’îya û xofeke mezin k’ete ser yêd ku ew dîtin.

[12] Hingê wan her duya dengekî bilind ji e’zmên bihîst ku wanr’a got: «Werine vê jorê». Û ewana ber ç’e’vêd dijminêd xwe e’wrava hilk’işîyane e’zmên.

[13] Wê sih’etê e’rd qayîm h’ejîya, ji dehe p’ara p’areke bajêr hilşîya û wê e’rdh’ejêda h’eft h’ezar meriv mirin, yêd mayîn jî ç’e’vtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê e’zmên.

[14] Weya duda derbaz bû. Va ye, ya sisîya wê zûtirê bê.

[15] Milyak’etê h’efta li bor’îyê xist û e’zmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «P’adşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê h’eta-h’etayê p’adşatîyê bike» .

[16] Ew her bîst çar r’ûspîyêd ku li ber Xwedê ser k’ursîyêd xwe r’ûniştibûn, xwe dever’ûya avîtin, serê xwe ber Xwedê danîn

[17] û gotin: «Ya Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê, Yê heyî û Yê hebûyî, em şikirîyê didine Te, ku Te qewata Xweye mezin stand û dest bi h’ukumê Xwe kir .

[18] P’ûtp’arist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêr’a gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, p’êxembera û cime’ta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biç’ûka h’eta mezina. Wext hat, ku qir’a wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin» .

[19] Pey vê yekêr’a p’aristgeha Xwedêye e’zmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gur’înîya dengêd e’wra hate bihîstinê, e’rd h’ejîya û teyrok barî.

E’yantî — Chapters