Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 14

Listen to this chapter • 5:26

[1] Paşê min dîna xwe dayê, va Berx li serê ç’îyayê Sîyonê sekinî bû û sed çil çar h’ezar meriv t’evî Wî bûn, ku li ser e’nîya wan navê Wî û navê Bavê Wî nivîsar bûn.

[2] Min ji e’zmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gur’înîya e’wraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin.

[3] Wana li ber t’ext û li ber wan her çar r’uh’bera û r’ûspîya stiraneke nû distira. T’u kes nikaribû wê stiranê hîn bûya, pêştirî wan sed çil çar h’ezarêd ku ji dinyayê hatibûne k’ir’înê.

[4] Evana ew in, yêd ku serê xwe jinar’a danenîne, ew yêd bik’ir in. Evana pey Berx diçin, k’uda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine k’ir’înê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxr’a bêne dayînê.

[5] Derew ji devê wan dernek’etîye, ew bêqusûr in.

[6] Hingê min dîna xwe dayê, va milyak’etekî din ku e’zmênda difir’î û Mizgînîya wîye h’eta-h’etayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd r’ûbarî dinê, awa gotî h’emû mileta, bereka, zimana û cime’ta.

[7] Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sih’eta dîwankirina Wî pêr’a gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku e’rd û e’zman, be’r û avêd kanîya e’firandine».

[8] Hingê milyak’etekî din pey wî hat û got: «Hilşîya, wêran bû! Ew Babîlona mezin, ya ku ew şerava qavîya xweye har h’emû milet dane vexwarinê» .

[9] Pey vê yekêr’a milyak’etekî din jî pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Ewê ku serê xwe li ber ce’newir û h’eykelê wî dayne û nîşana wî ser e’nîya xwe yan ser destê xwe qebûl ke,

[10] ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av t’evnekirî ye, k’asa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyak’etêd pîroz û li ber Berx agir û k’irk’ûtêda cefê bik’işîne .

[11] Dûyê cefê wan wê h’eta-h’etayê bik’işe û şev û r’oj wê r’ih’etîya wan t’unebe, yêd ku serê xwe ber ce’newir û h’eykelê wî datînin û nîşana wî li ser wan e».

[12] Awa li vir wê sebira cime’ta Xwedê kêr bê, yêd ku t’emîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.

[13] Hingê min ji e’zmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». R’uh’ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe r’ih’et bin, çimkî kirêd wan t’evî wan diçin».

[14] Û min dîna xwe dayê, va e’wrekî sipî û «yekî mîna kur’ê mêriv» li ser wî e’wrî r’ûniştî bû. T’acekî zêr’în li serê Wî bû û de’seke tûj jî dêstda bû .

[15] Hingê milyak’etekî din ji p’aristgehê derk’et, bi dengekî bilind li Ewî ku li ser e’wr r’ûniştî bû kire gazî û gotê: «De’sa Xwe bavêjê bidirû, çimkî ew sih’eta nandirûnê hat, berê e’rdê îdî gihîştîye» .

[16] Ewî ku li ser e’wr r’ûniştî bû de’sa Xwe avîte r’ûyê e’rdê û e’rd hate dirûnê.

[17] Hingê ji wê p’aristgeha e’zmên milyak’etekî din derk’et û destê wîda jî de’seke tûj hebû.

[18] Wê hingê ji gorîgehê milyak’etekî din derk’et, ku h’ukumê wî li ser êgir hebû, ewî bi dengekî bilind li yê xweyê de’sa tûj kire gazî û gotê: «De’sa xweye tûj bavêje gûşîyêd tirîyêd e’rdê û biçine, çimkî tirîyêd wê îdî gihîştine».

[19] Wî milyak’etî jî de’sa xwe avîte e’rdê, tirîyêd e’rdê çinîn û bona h’incir’andinê avîte wî h’ewzê mezinî xezeba Xwedê.

[20] Ew tirî wî h’ewzîda hatine h’incir’andinê, ku ji bajêr der bû û ji h’ewz xûn k’işîya, xûnê avîte gemê hespa, qasî h’ezar şeşsid meydanî girt.

E’yantî — Chapters