Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 2

Listen to this chapter • 6:17

[1] Milyak’etê civîna Efesêr’a binivîse bêjê: Ewî ku h’eft steyrk destê Wîyî r’astêda û nava h’eft şemdanêd zêr’înda diger’e, aha dibêje:

[2] Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba t’e’mûl kî. Te ew jî cêr’ibandin, yêd ku xwe şandî h’esab dikin, lê r’ast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.

[3] Sebira te heye, bona navê Min te cefa k’işand û newestîyayî.

[4] Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min h’iz nakî.

[5] Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji k’u derê k’etîyî û ji gunekirinê veger’e, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.

[6] Lê tiştekî r’ind li cem te heye, ku dijenî wan kirêd nîkoloyîya, çawa ku Ez jî dijenimê.

[7] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna. Ewê ku serk’eve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye .

[8] Milyak’etê civîna Simîrnayêr’a binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya r’abû aha dibêje:

[9] Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwer’a dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji k’inîşta mîrêcin in.

[10] Ji wan tengasîya netirse, k’îjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêr’ibandinê û hûnê dehe r’oja cefê bik’işînin. H’eta mirinê amin bimîne, Ezê t’acê jîyînê bidime te.

[11] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna. Ewê ku serk’eve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.

[12] Milyak’etê civîna Pergamayêr’a binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje:

[13] Ez haş ji te heme ku tu li k’u derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku t’extê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan r’oja jî înk’ar nekir, gava şe’dê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.

[14] Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zar’êd Îsraêl ji r’ê derxe, wekî ew qurbanêd p’ûta bixwin û bênamûsîyê bikin .

[15] Usa jî hinek merivêd te jî hene ku pey hînkirina nîkoloyîya diçin.

[16] Awa ji gunekirinê veger’e, heger na, Ezê zûtirê bême cem te û pê şûrê devê Xwe t’evî wan meriva şer’ kim.

[17] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna. Ewê ku serk’eve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û t’u kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne .

[18] Milyak’etê civîna Tîyatîrayêr’a binivîse bêjê: Kur’ê Xwedê aha dibêje, Yê ku ç’e’vêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe:

[19] Ez haş ji kirêd te, h’izkirina te, bawerîya te, xizmetk’arî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextîyê ji yêd pêşîyê zêdetir in.

[20] Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe p’êxember h’esab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji r’ê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd p’ûta bixwin.

[21] Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê veger’e, lê ew naxwaze destê xwe ji bênamûsîya xwe bike.

[22] Va Ezê wê bavêjime nava cî-nivînê û yêd ku t’evî wê bênamûsîyê jî dikin, bikime h’alekî giran, heger ji kirêd xwe veneger’in.

[23] Ezê zar’êd wê xim, bikujim û h’emû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta e’nene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we .

[24] Lê belê Ez we, yêd mayînr’a dibêjim ku Tîyatîrayêda ne, lê pey vê hînkirinê nek’etine, ew ‹Sur’êd mîrêcine k’ûr› nizanin çawa ku ew dibêjin. Ez barekî din nadime ser milê we,

[25] lê t’enê çî we heye qewîn bigirin, h’eta ku Ez bêm.

[26] Ewê ku serk’eve û h’eta xilazîyê kirêd li gora dilê Min bike, Ezê wî h’ukumê ser mileta bidime wî, k’îjan Min ji Bavê Xwe hildaye û ewê pê şivdara h’esinî şivantîyê li wan bike, mîna firaqêd ç’inî wê bip’işirîne.

[28] Û Ezê steyrka sibêye zû bidime wî.

[29] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna.

E’yantî — Chapters