Skip to content
Opens in a new window

Cihûda

Listen to this chapter • 5:36

[1] Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, wer’a, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda h’izkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:

[2] De bira r’e’m, e’dilayî û h’izkirin hê li we zêde be.

[3] Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye t’omerî wer’a binivîsim, hingê min r’ê têr’a dît bona vê yekê wer’a binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her t’im cime’ta Xwedêr’a hatîye dayînê, şer’ê xwe bikin.

[4] Çimkî çend meriv dizîva k’etine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nep’ak bin navê k’erema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înk’ar kirine.

[5] Lê ez dixwazim bînime bîra we, çawa hûn van h’emû tişta zanin jî, ku Xudan cime’ta Xwe ji welatê Misirê xilaz kir, paşê qir’a yêd ku bawer nekirin anî .

[6] Û ew milyak’etêd ku h’ukumê xwe xwey nekirin, lê cîyê xwe şih’itandin, Xwedê wan bi qeydêd h’eta-h’etayêye te’rîstanîyêda xwey dike, bona wê R’oja h’esabe Dîwanê.

[7] Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gur’a Xwedê derk’etin qavî kirin, ç’e’v avîtine bedena başqe û dîwana agirîye h’eta-h’etayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me t’erz û ders in.

[8] Usa jî ew meriv pey xewna dik’evin, qalibê xwe dih’er’imînin, dijenine serwêrtîya û heyînêd xweyîr’ûmete jorin bêhurmet dikin .

[9] Lê Mixayîlê serekê milyak’eta ev yek nekir. Gava bona cinyazê Mûsa r’abû mîrêcinr’a k’ete h’ucetê, turuş nekir ku bi gotinêd bêhurmetkirinê dîwana wî bikira, lê got: «Bira Xudan li te hilê!»

[10] Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, k’îjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna h’eywanêd bêzare-bêziman bi binyat’î fe’m dikin, bi wan jî unda dibin.

[11] Wey li wan, ku r’îya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey k’ara xwe k’etine û mîna r’aberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin .

[12] Evana mesrefêd h’izkirina weda lek’e ne, t’evî we bê xof dixwin-vedixwin, t’enê zikê xwe diç’êrînin. Yêd ha, e’wrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, r’awava r’akirî, du car h’işk bûyî,

[13] pêlêd be’rêye r’abûyî ne, ku çawa e’yba kirêd wê mîna k’efê ser dik’eve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona k’îjana dûxana te’rîstanîyê h’eta-h’etayê xweykirî ye.

[14] Henox jî ku pey Ademr’a bavê h’efta bû, bona van meriva p’êxembertî kir û got: «Va ye Xudan t’evî pîrozêd Xweye bêh’esab tê ,

[15] wekî dîwana h’emûya bike û h’emû nep’aka neheq ke, bona h’emû kirêd wane nep’ak û bona wan h’emû gotinêd xirab, ku nep’akêd gunek’ar hindava Wîda xeber dan».

[16] Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona k’ara xwe h’ilek’arîya dikin.

[17] Lê hûn delalno, wan gotinêd ku şandîyêd Xudanê me Îsa Mesîh pêşda gotine bîr bînin,

[18] ku wer’a digotin: «R’ojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nep’ak her’in» .

[19] Ev ew meriv in, yêd ku dutîretîyê dikin, yêd ku bi merivayî têne r’êberîkirinê, ne ku bi R’uh’ê Pîroz.

[20] Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina bawerîya xweye pîroz, bi R’uh’ê Pîroz dua bikin,

[21] xwe nava wê h’izkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîvîya r’e’ma Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jîyîna h’eta-h’etayê bide we.

[22] Û hindava dudilîyada r’e’m bin .

[23] Hineka jî ji agir bir’evînin xilaz kin, dilê we ser yêd mayîn jî bi tirs bişewite, lê jîyîna wane gunek’are mîna k’inca lewit’î ber ç’e’vê we r’eş be .

[24] Wîr’a, Yê ku dikare we ji k’etinê xwey ke û li ber r’ûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,

[25] Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê mer’a, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û h’ukumet be, berî her-heyê û niha jî û h’eta-h’etayê! Amîn.