E’yantî 12
[1] Hingê nîşaneke mezin e’zmênda xuya bû: K’ulfetekê r’o li xwe wergirtibû, hîv binê p’îyada û t’acekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû.
[2] Ew h’emle bû û k’etibû ber zar’ê, êşa xwe dik’işand û dikire qîr’în.
[3] Pey vê yekêr’a nîşaneke din jî e’zmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va zîyakî zerî mezin ku h’eft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û h’eft t’ac jî li serêd wî bûn .
[4] Poç’a wî ji sê p’ara p’areke steyrkêd e’zmên k’işand û avîte ser e’rdê. Ew zîya li ber wê k’ulfeta ku k’etibû ber zar’ê sekinî, ku hema çawa zar’ bibe wê zar’ê h’ûfî xwe ke.
[5] Wê k’ulfetê zar’eke kur’în anî, ku wê bi şivdara h’esinî şivantîyê li h’emû mileta bike. Lê zar’a wê hate r’ahiştinê, li cem Xwedê û ber t’extê Wî .
[6] K’ulfet jî r’evî ber’îyê, li wî cîyê ku ji alîyê Xwedêda jêr’a hatibû hazirkirinê, wekî ew li wir h’ezar dusid şêst r’ojî bê xweykirinê.
[7] Hingê li e’zmên şer’ dest pê bû. Mixayîl milyak’etêd xweva t’evî zîyê şer’ kir, zîyê jî milyak’etêd xweva t’evî wan şer’ kir .
[8] Lê zîyê da der, e’zmênda jî îdî cî dest wan nek’et,
[9] ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew me’rê berê bû, ku jêr’a mîrêcin û şeyt’an dibêjin, yê ku t’emamîya dinê xalifandîye. Ew milyak’etêd xweva jorda hatine avîtinê ser r’ûyê e’rdê .
[10] Hingê min li e’zmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û p’adşatîya Xwedêyê me, usa jî h’ukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û r’oj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir .
[11] Ewana pê xûna Berx û xebera şe’detîya xwe ser wî k’etin, e’mirê xwe h’eta mirinê h’iz nekirin.
[12] Awa şa bin, e’zmanno û yêd ku wanda dimînin. Lê wey li e’rdê û li be’rê, çimkî mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne».
[13] Gava zîyê dît ku ew jorda hate avîtinê ser e’rdê, pey wê k’ulfetê k’et, ya ku zar’a kur’în anîbû.
[14] Du baskêd teyrê sîmir’îye mezin wê k’ulfetêr’a hatine dayînê, wekî bifir’e her’e ber’îyê, wî cîyê xwe, k’îderê ji zîyê dûr wê sê sal û nîva bihata xweykirinê.
[15] Hingê zîyê ji devê xwe mîna ç’êm av ber’da pey wê k’ulfetê, wekî wê pê lêyê bixeniqîne.
[16] Lê e’rdê alîk’arîya wê k’ulfetê kir, devê xwe vekir û ew ç’emê ku zîyê ji devê xwe ber’dabû daqurtand.
[17] Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê k’ulfetê r’akir û çû, wekî şer’ê xwe t’evî wan zar’êd wêye mayîn bike, yêd ku t’emîyêd Xwedê xwey dikin û şe’detîya bona Îsa didin .
[18] Zîya li devê be’rê sekinî.