E’yantî 19
[1] Pey van yekar’a, min li e’zmên dengekî bilind bihîst, mîna dengê e’laleteke giran ku digot: «Halêlûya! Xilazbûn, r’ûmet û qewat yêd Xwedêyê me ne!
[2] Dîwanêd Wî r’ast û heq in. Ewî dîwana wê qavê kir ya ku pê qavîya xwe dinê h’er’imand û h’eyfa xûna xulamêd Xwedê ji wê hilda» .
[3] Cara duda gotin: «Halêlûya! H’eta-h’etayê dûyê ji wê bik’işe» .
[4] Her bîst çar r’ûspî û her çar r’uh’ber dever’ûya çûn û serê xwe li ber wî Xwedêyê li ser t’ext r’ûniştî danîn û gotin: «Amîn, Halêlûya!»
[5] Hingê dengek ji t’ext hat û got: «H’emû xulamêd Wîye ku ji Wî xof dikin, biç’ûk û mezin pesinê Xwedêyê me bidin» .
[6] Hingê min deng bihîst, çawa dengê e’laleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gur’înîya e’wraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî H’emû Zorayîyê dest bi p’adşatîyê kir .
[7] Em Wîr’a gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî de’wata Berx pêr’a gihîşt û dergîstîya Wî k’arê xwe kirîye.
[8] Bona li xwekirinê k’itanê birqokî paqij jêr’a hate dayînê». (Ew k’itan nîşana kirinêd cime’ta Xwedêye r’ast in.)
[9] Hingê wî milyak’etî minr’a got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya de’wata Berx hatine t’eglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye r’ast» .
[10] Wî çaxî ez dever’û çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minr’a got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, k’îjan e’lametîya Îsaye r’ast xwey dikin . Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew r’astîya ku Îsa e’lam kir ew p’êxembera dide xeberdanê ».
[11] Hingê min dîna xwe dayê, e’zman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîr’a Amin û R’ast digotin. Ew dîwankirinê û şer’ê Xweda ser r’astîyê ye.
[12] Ç’e’vêd Wî mîna alava êgir bûn û gelek t’ac li serê Wî bûn. Navek ser Wî nivîsar bû, ku pêştirî Wî t’u kesî nizanibû.
[13] K’inceke xûnêda kirî lê bû û navê Wî Xebera Xwedê bû .
[14] Ordîyêd e’zmên jî li hespêd boze sîyar k’itanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn.
[15] Ji devê Wî şûrekî tûj derdik’et, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara h’esinî şivantîyê li wan bike, wî h’ewzê şerava xezeba Xwedêyê H’emû Zorayîyêda wan bih’incir’îne.
[16] Li ser k’inca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: P’ADŞÊ P’ADŞA Û XUDANÊ XUDANA.
[17] Hingê min milyak’etek dît, ew li ser r’oyê sekinî bû, bi dengekî bilind kire gazî û gote h’emû teyredêd ku hewêda difir’in: «Werin bicivine şayîya Xwedêye mezin ,
[18] wekî hûn cinyazêd p’adşa, serdara, mêrxasa û beret’êd hespa, usa jî cinyazêd sîyarêd wan û h’emû meriva, aza û xulama, biç’ûk û mezina bixwin».
[19] Hingê min ew ce’newir û p’adşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şer’ê xwe t’evî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin.
[20] Hingê ew ce’newir t’evî wî p’êxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ce’newirî nîşanêd e’cêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ce’newir qebûl kirin û serê xwe li ber h’eykelê wî danîn. Ce’newir û p’êxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê k’irk’ûtêyî dişixule.
[21] Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê Sîyarê hespê boz derdik’et, hatine kuştinê û h’emû teyrede ji cinyazêd wan t’êr bûn.