Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 10

Listen to this chapter • 2:49

[1] Hingê min milyak’etekî dinêyî zor dît ku ji e’zmên dihate xwarê. E’wr lê wergirtî bû û k’eskesor li sêrî bû, r’ûyê wî mîna r’oyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn.

[2] Destê wîda k’itêbeke biç’ûke vekirî hebû, nigê xweyî r’astê danî ser be’rê, nigê xweyî ç’epê jî danî ser bejê

[3] û bi dengê bilind mîna mir’înîya şêr kire qar’în. Çaxê ku wî kire qar’în, her h’eft gur’înîyêd e’wra pê dengêd xwe xeber dan.

[4] Gava wan her h’eft gur’înîyêd e’wra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji e’zmên dengek hat û got: «Ew tiştêd ku her h’eft gur’înîyêd e’wra gotin, wan e’yan neke, nenivîse».

[5] Hingê ew milyak’etê ku min dîtibû, wekî wî nigek danîbû ser be’rê û yek jî ser bejê, destê xweyî r’astê berbi e’zmên bilind kir

[6] û pê Ewî sond xwar ku h’eta-h’etayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku e’zman, h’emûyêd wêda, e’rd, h’emûyêd wêda û be’r, h’emûyêd wêda e’firandine û got: «Îdî wextê derengî nek’eve.

[7] Lê gava milyak’etê h’efta deng li bor’îyê xe, hingê wê ew sur’a t’ivdîra Xwedê bê sêrî, ya ku Wî e’lamî xulamêd Xwe p’êxembera kiribû».

[8] Pey vê yekêr’a wî dengê ku min ji e’zmên bihîstibû, dîsa t’evî min xeber da û got: «Her’e, wê k’itêba vekirî ji destê wî milyak’etî hilde, yê ku li ser be’rê û bejê sekinî ye» .

[9] Ez jî çûme cem wî milyak’etî û min jêr’a got: «K’a wê k’itêba biç’ûk bide min». Ewî minr’a got: «Han vê hilde û bixwe. Evê nav-dilê teda te’l be, lê devê teda wê mîna hingiv şîrin be».

[10] Hingê min k’itêba biç’ûk ji destê milyak’et hilda û xwar. Devê minda mîna hingiv şîrin bû, lê çaxê min ew xwar, min nav-dilê xweda te’layî k’ifş kir.

[11] Wî çaxî minr’a hate gotinê: «Gerekê tu dîsa li ser gelek cime’ta, mileta, zimana û p’adşa p’êxembertîyê bikî».

E’yantî — Chapters