E’yantî 20
[1] Hingê min dîna xwe dayê, va milyak’etek ji e’zmên dihate xwarê, k’ilîta gelîyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû.
[2] Ewî ew zîya girt, awa gotî ew me’rê berê, ku xwexa mîrêcin û şeyt’an e û h’ezar salî girêda .
[3] Ewî ew avîte gelîyê hey-wayê, ser wî k’ilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, h’eta h’ezar sal t’emam be. Pey wê yekêr’a ew gerekê bona wextekî kin bê ber’danê.
[4] Hingê min k’ursî dîtin ku ew li ser wan r’ûniştin, k’îjanar’a hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min r’uh’êd wan dîtin, serê k’îjana bona şe’detîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, k’îjana serê xwe li ber ce’newir û h’eykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser e’nî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û t’evî Mesîh h’ezar salî p’adşatî kirin.
[5] (Lê ew mirîyêd mayîn sax nebûn, h’eta h’ezar sal t’emam bû.) Ev e r’abûna mirîyaye pêşin.
[6] Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku p’ara wî t’evî r’abûna mirîyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan h’ukum nake, lê ewê bibine k’ahînêd Xwedê û Mesîh û wê t’evî Wî h’ezar salî p’adşatîyê bikin.
[7] Gava h’ezar sal t’emam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê ber’danê,
[8] ewê derk’eve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şer’ li cîkî bicivîne. R’eqema wan wê mîna qûma devê be’rê be .
[9] Evana wê t’emamîya e’rdê bela bin û dora wargehê ordîya cime’ta Xwedê û bajarê h’izkirî bigirin. Lê ji e’zmên agirê bibare, wan h’ûfî xwe ke.
[10] Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê k’irk’ûtê, wî cîyê ku ce’newir û p’êxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û r’oj, h’eta-h’etayê biçerçirin.
[11] Hingê min t’extekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser r’ûniştibû. E’rd û e’zman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan k’ifş nebû.
[12] Wê hingê min mirîyêd biç’ûk û mezin dîtin ku li ber t’ext sekinî bûn. K’itêb vebûn û k’itêbeke din jî vebû, awa gotî k’itêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane k’itêbada nivîsar hate kirinê .
[13] Be’rê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê .
[14] Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.
[15] Û navê k’ê vê k’itêba jîyînêda nivîsar t’unebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.