E’yantî 5
[1] Hingê min destê Wîyî r’astêda, Yê ku li ser t’ext r’ûniştibû, k’itêbeke gulomatkkirî dît ku her du alîyava hatibû nivîsarê û bi h’eft mora hatibû morkirinê .
[2] Min dîna xwe dayê, wê milyak’etekî qewat bi dengekî bilind digot: «K’î hêja ye ku morêd vê k’itêbê jê r’ake û k’itêbê veke?»
[3] Lê t’u kes t’unebû, ne li e’zmên, ne li ser e’rdê û ne jî ji binê e’rdê, ku bikaribûya eva k’itêba vekira lê binihêr’îya.
[4] Ez jî k’ele-k’el digirîyam, ku yekî hêja nehate dîtinê, wekî ew k’itêba vekira lê binihêr’îya.
[5] Hingê ji r’ûspîya yekî minr’a got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serk’et û dikare her h’eft morêd wê k’itêbê jê r’ake û veke» .
[6] Hingê min dîna xwe dayê, wê goveka wî t’extîda, k’îjan her çar r’uh’ber û r’ûspîya dorê girtibûn, Berxek sekinî bû, çawa ku serjêkirî be. H’eft stirûyêd Wî û h’eft ç’e’vêd Wî hebûn, Ew her h’eft r’uh’êd Xwedê ne, ku li t’emamîya dinyayê hatine şandinê .
[7] Ew hat û k’itêb ji destê Wîyî r’astê, Yê ku li ser t’ext r’ûniştibû hilda.
[8] Çaxê Wî ew hilda, ew her çar r’uh’ber û her bîst çar r’ûspî li ber wî Berxî dever’ûya çûn. Destê her yekîda çeng û t’asêd zêr’îne t’ijî bixûr hebûn. Ew bixûr duayêd cime’ta Xwedê ne .
[9] Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê k’itêbê hildî û morêd wê jê r’akî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cime’tê û ji her miletî k’ir’în bona Xwedê,
[10] Te ew kirin p’adşatîya k’ahîna bona xizmetk’arîya Xwedê û ewê li ser dinyayê p’adşatîyê bikin» .
[11] Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyak’eta bihîst ku dora t’ext, wan r’uh’bera û r’ûspîya girtibûn. R’eqema wan digihîşte bi h’ezara û mîlîyona.
[12] Bi dengekî bilind distiran digotin: «Ew Berxê serjêkirî hêja ye ku qewatê, dewlemendtîyê, serwaxtîyê, karînê, hurmetê, r’ûmetê û pesinê bistîne» .
[13] Min bihîst ku her e’firînêd li e’zmên, li ser e’rdê, yêd bin e’rdê, yêd be’rêda û h’emûyêd nava wanda, distiran: «Bira h’eta-h’etayê pesin, hurmet, r’ûmet û qudret li Yê ser t’ext r’ûniştî, usa jî li wî Berxî be!»
[14] Û wan her çar r’uh’bera digotin: «Amîn!» û r’ûspî dever’ûya çûn, serê xwe ber Wî danîn.