E’yantî 7
[1] Pey vê yekêr’a min dîna xwe dayê, wê çar milyak’et li her çar qulbêd dinyayê sekinî ne û bayêd her çar qulbêd dinyayê h’işk girtine, wekî li e’rdê, be’rê û t’u darê nexin .
[2] Hingê min milyak’etekî din jî dît ku ji r’ohilatê dihat û mora wîye ji Xwedêyê Sax hebû. Ewî bi dengekî bilind li wan her çar milyak’eta kire gazî, yêd ku wanr’a hatibû dayînê, ku zirarê bidine e’rdê û be’rê, wanr’a got:
[3] «Zirarê nedine e’rdê, be’rê û dara, h’eta ku em morê li e’nîya xulamêd Xwedêyê xwe nexin» .
[4] Hingê r’eqema yêd ku hatibûne morkirinê min bihîst: Ji h’emû qebîlêd zar’êd Îsraêl sed çil çar h’ezar hatibûne morkirinê.
[5] Ji qebîla Cihûda donzdeh h’ezar, ji qebîla R’ûbên donzdeh h’ezar, ji qebîla Gad donzdeh h’ezar,
[6] ji qebîla Aşêr donzdeh h’ezar, ji qebîla Neftelî donzdeh h’ezar, ji qebîla Minaşe donzdeh h’ezar,
[7] ji qebîla Şimh’ûn donzdeh h’ezar, ji qebîla Lêwî donzdeh h’ezar, ji qebîla Îsaxar donzdeh h’ezar,
[8] ji qebîla Zebûlon donzdeh h’ezar, ji qebîla Ûsiv donzdeh h’ezar û ji qebîla Binyamîn donzdeh h’ezar hatibûne morkirinê.
[9] Pey vê yekêr’a min dîna xwe dayê, va e’laleteke usa mezin, ku t’u kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cime’tê û ji her zimanî li ber t’ext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û ç’iqilêd xurma jî destêd wanda bûn,
[10] bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: «Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser t’ext r’ûniştî ye û ji destê wî Berxî ye».
[11] Hingê ew h’emû milyak’etêd ku li dora t’ext, r’ûspîya û wan her çar r’uh’bera girtibûn, ber t’ext dever’ûya çûne e’rdê, serê xwe ber Xwedê danîn
[12] û gotin: «Amîn! Pesin, r’ûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira h’eta-h’etayê Xwedêyê mer’a be. Amîn!»
[13] Hingê ji wan r’ûspîya yekî minr’a got: «Evêd ku çuxêd çîle-qerqaş wergirtî ne, ew k’î ne û ji k’u derê hatine?»
[14] Min wîr’a got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minr’a got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine .
[15] Lema ewe li ber t’extê Xwedê ne, p’aristgeha Wîda şev û r’oj Wî dih’ebînin. Yê li ser t’ext r’ûniştî, wê konê Xwe li ser wan vegire.
[16] Ewê îdî ne t’î bin, ne bir’çî bin û ne jî te’v û germayîyê li wan xe .
[17] Çimkî ew Berxê ku goveka t’extda ye, wê şivantîyê li wan bike, wan bibe ser kanîyêd ava jîyînê. Û Xwedê jî wê h’emû hêsirêd ç’e’vêd wan paqij ke» .