E’yantî 18
[1] Pey van tiştar’a min dîna xwe dayê, wê milyak’etekî din ji e’zmên dihate xwarê. Ew xweyê h’ukumê mezin bû û ji dîndara wî r’ûyê e’rdê r’onayî bû.
[2] Ewî bi dengekî bilind kire gazî û got: «Hilşîya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, misk’enê cina û sit’ara h’emû r’uh’êd h’eram, qelêtka h’emû teyredêd nep’ake mir’dar’ .
[3] Çimkî ji wê şerava qavîya wêye har h’emû mileta hilda vexwar, p’adşêd dinyayê t’evî wê qavî kirin, bazirganêd dinyayê ji agirê dilê wê dewletî bûn» .
[4] Li vir min ji e’zmên dengekî din bihîst ku got: «Ji nava wê derk’evin, cime’ta Min, wekî hûn nebine heval-p’arêd gunêd wê û ji belayêd wê p’arê nestînin .
[5] Çimkî gunêd wê ser hev cî bûne gihîştine h’eta e’zmên û Xwedê ner’astîyêd wê anîne bîra Xwe .
[6] Wê çi kiribe usa jî hûn bînine serê wê û li anegorî kirêd wê, du car haqasî lê veger’înin, ew k’asa ku wê bona we dagirt, hûn du car te’l li wê bidine vexwarinê .
[7] Çiqas r’ûmeta xwe bilind kirîye û k’êfa dilê xwe derbaz kirîye, haqasî cefa-şînê serda bînin. Çimkî dilê xweda aha dibêje: ‹Ez çawa p’adşa r’ûniştî me, û ne jinebî me, t’u car ezê şînê nebînim› .
[8] Lema jî nava r’ojekêda wê belayêd wê ser wêda bên: Nexweşîya h’al, şîn û xelayî û wê bibe xurê êgir. Çimkî ew Xudan Xwedê qewat e, yê ku dîwana wê dike».
[9] P’adşêd dinyayê, yêd ku pêr’a qavî û k’êf kirine, gava dûyê şewata wê bibînin, wê bigirîn û ser wê şînê bikin.
[10] Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sih’etekêda ser teda hat» .
[11] Bazirganêd dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bikin, çimkî îdî t’u kesê tiştêd wane firotanê nek’ir’e:
[12] Hûr-mûrêd zêr’, zîv, kevirêd qîmet, lal-dur’, k’itanê qîmet, p’arç’êd şîrk, hevirmiş, p’arç’êd sorê gevez, her dara bînxweş û her tiştêd ji qîlêd fîla, tiştêd ji darêd here qîmet, ji sifir, h’esin û mermer,
[13] usa jî darçîn, bihareta bînxweş, bixûr, r’ûnê bînxweş, bixûrê e’rebî, şerav, bizirê zeyt’ûnê, arê xas, genim, dewar, pez, hesp, e’rebe, xulam û r’uh’êd însên jî.
[14] Bazirganê bêjin: «Ew tiştêd dilê tedaye şîrin ji destê te çûn û h’emû tiştêd r’ewşe birqok ji te birîyan, îdî t’u car ew dest te nak’evin».
[15] Ew bazirganêd van tişta, yêd ku pê Babîlonê dewletî bibûn, wê ji tirsa cefê wê dûr bisekinin bigirîn, bavêjine ser wê
[16] û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, ku te k’itanê qîmet, p’arç’ê şîrk û sorê gevez li xwe wergirtibû û bi zêr’, kevirê qîmet, lal-dur’va xemilî bûyî!
[17] Haqas hebûk sih’etekêda p’ûç’ bû çû». H’emû serdarêd gemîya û sîyarêd gemîya, gemîvana û h’emûyêd ku pê xebata ser be’rê e’bûrê xwe dikirin, dûr sekinîn
[18] û çaxê dûyê şewata wî dîtin, kirine qîr’în û gotin: «Gelo bajarekî din mîna vî bajarê mezin hebû?»
[19] Xwelî li serê xwe kirin, bi şîn û girî kirine qîr’în û gotin: «Ax, ax bajarê mezin, wekî h’emûyêd be’rêdaye xweyîgemî pê hebûka wîye xinêbûyî dewletî bibûn, çawa sih’etekêda wêran bû çû!»
[20] E’zmano, cime’ta Xwedê, şandî û p’êxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê h’eyfa we ji wî hilda.
[21] Hingê milyak’etekî qewat, kevirek mîna beraşekî mezin hilda, avîte be’rê û got: «Bi vî awayî jî bajarê mezin Babîlon wê qayîm jorda bê avîtinê û îdî t’u car wê xuya nebe .
[22] Wê îdî dengê çeng, sazbend, bilûrvan û bor’îvan nav teda t’u car neyê bihîstinê. Wê îdî hostakî t’u p’êşeyî t’u car nav teda xuya nebe. Wê îdî dengê beraşa jî t’u car nav teda neyê bihîstinê .
[23] Wê îdî ç’irûsîya ç’irê jî t’u car nav teda xuya nebe Wê îdî dengê bûk-ze’vê jî t’u car nav teda neyê bihîstinê. Bazirganêd te giregirêd dinyayê bûn û h’emû milet bi sêrbazîya te ji r’ê xalifîn .
[24] Û xûna p’êxember û cime’ta Xwedê k’ete stûyê wî bajarî, belê xûna wan h’emûya ku li ser r’ûyê e’rdê hatine r’êtinê».