E’yantî 4
[1] Pey van tiştar’a min dîna xwe dayê, va e’zmênda derîk vekirî ye. Û ew dengê ku min berê mîna dengê bor’îyê bihîstibû minr’a got: «R’abe were vê jorê, Ezê wan tiştêd ku gerekê ji vir şûnda biqewimin, nîşanî te kim».
[2] Hema hingê R’uh’ê Pîroz hate ser min, min dîna xwe dayê, wê t’extek li e’zmên hebû û yek li ser t’ext r’ûniştî bû .
[3] Û şewqa dîndara Yê r’ûniştî mîna ya kevirê yaspîs û sardîyon bû. Û k’eskesorê jî dora t’ext girtibû, mîna îşiqa zimrûdê .
[4] Li dora wî t’extî bîst çar k’ursî hebûn û li ser wan k’ursîya bîst çar r’ûspî r’ûniştibûn. K’incêd çîle-qerqaş li wan bûn û t’acêd zêr’în jî li serê wan bûn.
[5] Ji t’ext birûsk û dengêd gur’înîya e’wr-e’zmana derdik’etin. Li ber t’ext h’eft agirêd alavpêk’etî hebûn, ku ew her h’eft r’uh’êd Xwedê ne .
[6] Li ber t’ext tiştekî mîna be’reke şûşe hebû, ku mîna xirûstalê zelal bû. Li dora t’ext, her alîkî çar r’uh’ber hebûn, ku pêşîyê û paşîyêva ç’e’vava t’ijî bûn.
[7] R’uh’berê pêşin mîna şêr bû, r’uh’berê duda mîna canega bû, r’uh’berê sisîya r’ûyê wî mîna r’ûyê meriva bû û r’uh’berê çara jî mîna teyrê sîmir’î ku difir’e.
[8] Her çar r’uh’ber jî şeş baskî bûn, ser û binva ç’e’vava xit-xitî bûn. Û şev û r’oj dengê xwe nedibir’în digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê» .
[9] Gava wan her çar r’uh’bera, r’ûmet, hurmet û şikirî didane Yê ku li ser t’ext r’ûniştîye û h’eta-h’etayê Sax e,
[10] ew her bîst çar r’ûspî ber Yê ku li ser t’ext r’ûniştî dever’ûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku h’eta-h’etayê Sax e û t’acêd xwe davîtine ber t’ext û digotin:
[11] «Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku r’ûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt e’firandin û bi xwestina Te ew e’firîn û hene».