E’yantî 6
[1] Hingê min dîna xwe dayê, wî Berxî moreke ji wan her h’eft mora vekir û min ji wan her çar r’uh’bera dengekî mîna dengê gur’înîya e’wra bihîst ku got: «Were».
[2] Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsîyarbûyîda tîrkevanek hebû, t’acek wîr’a hate dayînê û ew çawa e’gît çû, wekî serk’eve.
[3] Çaxê Berx mora duda vekir, min bihîst ku r’uh’berê duda got: «Were».
[4] Hingê hespekî dinêyî r’engê zerda derk’et û sîyarê wîr’a îzin hate dayînê, ku e’dilayîyê ji dinyayê hilde, wekî meriv hevdu bikujin. Şûrekî mezin wîr’a hate dayînê.
[5] Çaxê Wî mora sisîya vekir, min bihîst ku r’uh’berê sisîya got: «Were». Min dîna xwe dayê, va hespekî r’eş û destê sîyarê wîda mêzînek hebû.
[6] Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar r’uh’bera hat û got: «Çapeke genime biç’ûk pê zîvekî û sê çapêd biç’ûk ceh pê zîvekî . Lê zirarê nede zeyt’ê û şeravê».
[7] Çaxê Wî mora çara vekir, min dengê r’uh’berê çara bihîst ku got: «Were».
[8] Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê sîyarê wî Mirin bû, Dîyarê Mirîya pey wî dihat. H’ukum wîr’a hate dayînê ser p’areke ji çar p’arêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayîyê, nexweşîya h’al û r’e’wirêd dinyayê wan bikuje.
[9] Çaxê Wî mora pênca vekir, min bin gorîgehêda r’uh’êd wan meriva dîtin, yêd ku bona Xebera Xwedê û bona şe’detîya ku dabûn hatibûne kuştinê.
[10] Wan bi dengekî bilind kirine gazî û gotin: «Ya Xweyî-Xudanê pîroz û r’ast! Tê h’eta k’engê dîwanê nekî û h’eyfa xûna me ji binelîyêd r’ûbarî dinê hilnedî?»
[11] Hingê ji wan her yekîr’a çuxêd çîle-qerqaş hatine dayînê û wanr’a hate gotinê, ku hinek wext jî hêsa bin, h’eta ku h’esabê heval-xulamêd wan û xûşk-birêd wane ku wê mîna wan bêne kuştinê, t’emam be.
[12] Çaxê Wî mora şeşa vekir, min dîna xwe dayê, e’rd qayîm h’ejîya. R’o mîna k’urxê ji pir’ç’ê çêkirî r’eş bû û hîv serda-pêda bû mîna xûnê .
[13] Steyrkêd e’zmên usa jorda k’etine e’rdê, çawa ku dara hêjîrê ji ber bayê qayîm dih’eje û berêd wê jê diwarin .
[14] Hingê e’zman bû mîna k’itêba gulomatkkirî li hev hate p’êç’anê, hilk’işîya û h’emû ç’îya û girav ji cîyêd xwe h’ejîyan.
[15] Wî çaxî p’adşêd dinyayê, mezinêd wê, sereskerêd wê, dewletîyêd wê, e’gîtêd wê û h’emû merivêd xulam û aza xwe şkeft û qeyêd ç’îyada veşartin ,
[16] ç’îya û qeyar’a digotin: «Ser meda bik’evin û me ji r’ûyê Wî veşêrin, Yê ku li ser t’ext r’ûniştî ye, usa jî ji xezeba Berx .
[17] Çimkî r’oja xezeba wane mezin hat û k’î dikare teyax ke?»