Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 22

Listen to this chapter • 5:38

[1] Paşê wî milyak’etî ç’emekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji t’extê Xwedê û Berx derdik’et û nava meydana bajêrva dik’işîya.

[2] Li her du alîyêd ç’êm dara jîyînê hebû, ku donzdeh cûr’e ber danî û her meh berê xwe dida. Belgêd wê darê bona qencbûna mileta bûn .

[3] Îdî tiştê nifir’lêbûyî li wir wê t’unebe. T’extê Xwedê û yê Berx wê nav bajêrda be û xulamêd Wî wê jêr’a xizmetk’arîyê bikin.

[4] Ewê r’ûyê Wî bibînin û navê Wî wê li ser e’nîya wan hebe.

[5] Îdî şevê li wir t’unebe, wê r’onaya ç’irê û r’oyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan r’onayî ke û h’eta-h’etayê p’adşatîyê bikin .

[6] Wî milyak’etî minr’a got: «Ev xeberne amin û r’ast in. Xudan Xwedêyê ku R’uh’ê Xwe dide p’êxembera , milyak’etê Xwe şand, wekî tiştêd ku wê zûtirê biqewimin nîşanî xulamêd Xwe ke».

[7] Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd p’êxembertîyêd vê k’itêbêda xwey dike!»

[8] Min Yûh’enna ev yekana bihîstin û dîtin. Û çaxê min ew bihîstin û dîtin, dever’û çûme nigê wî milyak’etî, yê ku ev tişt nîşanî min kirin, wekî serê xwe li ber wî daynim.

[9] Lê ewî minr’a got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan birêd te p’êxembera û wan h’emûya me, yêd ku xeberêd vê k’itêbê xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne».

[10] Serda jî minr’a got: «Xeberêd p’êxembertîyêye vê k’itêbêda veneşêre, çimkî wext nêzîk e.

[11] Ewê ku neheqîyê dike, bira hê neheqîyê bike, ewê ku k’irêt e, bira hê k’irêtîyê bike, ewê ku r’ast e, bira hê r’astîyê bike û ewê ku pîroz e, bira hê pîroz be».

[12] Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm û xelata Min destê Minda ye, wekî anegorî kirinêd her yekî bidime wî .

[13] Ez im Alfa û Omêga, Yê Pêşin û Yê Paşin, Destpêbûn û Axirî».

[14] Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine , wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrr’a bik’evine hindur’!

[15] Lê se-kûç’ik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, p’ûtp’arist û her kesê ku derewa h’iz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.

[16] «Min, Îsa, milyak’etê Xwe şand, wekî şe’detîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û R’ik’inyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me» .

[17] R’uh’ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku t’î ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne .

[18] Ez şe’detîyê didime her kesê ku xeberêd p’êxembertîyêye vê k’itêbêda dibihê: Heger yek tiştekî ser vanda zêde ke, Xwedê jî van belayêd ku vê k’itêbêda nivîsar in wê ser wîda zêde ke .

[19] Û heger yek ji xeberêd p’êxembertîyêye vê k’itêbêda tiştekî kêm ke, Xwedê jî wê p’ara wî ji dara jîyînê û ji Bajarê Pîroz kêm ke, bona k’îjana vê k’itêbêda nivîsar in.

[20] Ewî ku şe’detîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.

[21] K’erema Xudan Îsa h’emûyar’a be.

E’yantî — Chapters