E’yantî 21
[1] Hingê min e’rd û e’zmanekî nû dîtin, çimkî e’rd û e’zmanê berê derbaz bûn û îdî be’r t’unebû .
[2] Min dîna xwe dayê, va ji e’zmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.
[3] Min ji t’ext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cime’ta Wî û Xwedê Xwexa jî wê t’evî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan .
[4] Ewê ji ç’e’vêd wan h’emû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê t’unebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn» .
[5] Hingê Ewî li ser t’ext r’ûniştî got: «Va Ez her tiştî nû çêdikim». Û minr’a got: «Binivîse, çimkî ev xeberne amin û r’ast in».
[6] Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd t’î, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.
[7] Ewê ku serk’eve, her tiştê p’ara wî bik’evin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be .
[8] Lê p’ara tirsoneka, bêamina, k’irêt-h’erama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, p’ûtp’arista û h’emû derewîna wê gola agirê ku k’irk’ûtêva dişewite bik’eve. Ev e mirina duda».
[9] Milyak’etekî ji wan her h’eft milyak’eta, yêd ku h’eft t’asêd wane h’eft belayêd xilazîyêva t’ijî hebûn, hat t’evî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».
[10] Hingê R’uh’ê Pîroz hate ser min, wî ez birime ser ç’îyakî mezinî bilind û Bajarê Pîroz, Orşelîm nîşanî min da, ku ji e’zmên Xwedêda dihate xwarê .
[11] R’ûmeta Xwedê nav wîda şewq dida, ew r’onayî mîna kevirê qîmet bû, mîna kevirê yaspîs, mîna xirûstal bû.
[12] Sûra wî mezin û bilind bû, donzdeh dergehî bû û li ber dergeha donzdeh milyak’et hebûn. Li ser dergeha navêd her donzdeh qebîlêd zar’êd Îsraêl nivîsar bûn .
[13] Ji alîyê r’ohilatêva sê dergeh, ji alîyê bakurêva sê dergeh, ji alîyê başûrêva sê dergeh û ji alîyê r’oavayêva sê dergeh hebûn.
[14] Donzdeh h’îmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn.
[15] Destê wî milyak’etîda, yê ku t’evî min xeber dida bona çapkirinê qamîşekî zêr’în hebû, wekî bajêr, dergehêd wî û sûra wî çap ke.
[16] Bajar çar goşe bû, dirêjayîya bajêr weke berayîyê bû. Ewî bajar bi wî qamîşî çap kir, donzdeh h’ezar meydan derk’et. Dirêjayî, berayî û bilindayî weke hev bûn.
[17] Milyak’et sûra bajêr pê çapkirina merivayê çap kir, bilindayîya wê bû sed çil çar zend .
[18] Ew sûr ji kevirê yaspîs hatibû çêkirinê û bajar xwexa ji zêr’ê xasî mîna şûşe zelal bû .
[19] H’îmêd sûra bajêr bi her cûr’e kevirêd xase qîmet hatibûne xemilandinê. H’îmê pêşin yaspîsê sipî bû, yê duda safîrê şîn, yê sisîya xalkêdonê k’eskê vekirî, yê çara zimrûdê k’esk,
[20] yê pênca sardonûksê sor, yê şeşa sardîyonê sorê te’rî, yê h’efta kevirê zêr’în, yê h’eyşta zimrûdê şîn, yê neha topazê qîç’ik, yê deha xirîsoprasê k’esk, yê yanzdeha yaqûtê şîrk, yê donzdeha amêstîsê şîrkê vekirî .
[21] Her donzdeh dergeh donzdeh dur’ bûn, her derîk ji dur’ekî bû û meydana bajêr ji zêr’ê xasî mîna şûşê zelal bû.
[22] Min bajêrda p’aristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê H’emû Zorayîyê û Berx p’aristgeha wî ne.
[23] Bajar ne h’ewcê te’vê û hîvê bû ku r’onayî bidanê, çimkî r’ûmeta Xwedê wî r’onayî dike û Berx ç’ira wî ye.
[24] Milet wê r’onaya wîda biger’in û p’adşêd dinyayê wê r’ewş-r’ûmeta xwe bînine nava wî.
[25] Dergehêd wî wê t’u car neyêne girtinê, çimkî li wir t’imê wê r’oj be, şevê t’unebe.
[26] Wê r’ûmet û hurmeta mileta bînine nava wî.
[27] Qet tiştekî h’eram wê nek’eve bajêr, ne jî yêd ku k’irêtîyê û derewa dikin wê bik’evinê, t’enê ewêd ku k’itêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê .