E’yantî 3
[1] Milyak’etê civîna Sardeysêr’a binivîse bêjê: Ewî ku h’eft r’uh’êd Xwedê û h’eft steyrkêd Wî hene, aha dibêje: Ez haş ji kirêd te heme, navê te heye yanê tu sax î, lê r’ast tu mirî yî.
[2] H’işyar be û ewêd ku mane lê li ber mirinê ne, bike bira ser xweda bên, çimkî Min kirêd te li ber Xwedêyê Xwe gihîştî nedîtin.
[3] De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gur’a wan tişta bike û t’obe ke. Lê heger tu h’işyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê k’îjan sih’etêda ser teda bigirim .
[4] Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan k’incêd xwe nelewit’andine. Ewê bi k’incêd çîle-qerqaş t’evî Min biger’in, çimkî ewe hêja ne.
[5] Ewê ku serk’eve, ewê aha k’incêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji k’itêba jîyînê t’u car r’esît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyak’etêd Wî aşkere kim .
[6] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna.
[7] Milyak’etê civîna Filadelfyayêr’a binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî r’ast, aha dibêje, Yê ku xweyê k’ilîta Dawid e, ku vedike û t’u kes nikare dade û dadide t’u kes nikare veke :
[8] Ez haş ji kirêd te heme. Va Min derîkî vekirî danîye ber te, ku t’u kes nikare dade. Ez zanim ku qewata te hinekî heye û te gotina Min xwey kir û navê Min înk’ar nekir.
[9] Binihêr’e, hineke ji k’inîşta mîrêcin hene, yêd ku dibêjin: ‹Eme cihû ne›, lê r’ast ne cihû ne, ew derewa dikin. Va Ezê p’êyî ser wan kim, ku ew bên û li ber nigêd te ta bin û bizanibin Ez te h’iz dikim.
[10] Te ku t’emîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêr’ibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser t’emamîya dinyayê, ku binelîyêd li r’ûbarî dinê bicêr’ibîne.
[11] Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî t’u kes t’acê te nestîne.
[12] Ewê ku serk’eve Ezê wî p’aristgeha Xwedêyê Xweda bikime stûn û ewê îdî dernek’eve derva. Ezê li ser wî navê Xwedêyê Xwe, usa jî navê bajarê Xwedêyê Xwe, awa gotî navê Orşelîma nû binivîsim, ya ku ji Xwedêyê Min ji e’zmên wê bê xwarê û Ezê navê Xweyî nû jî binivîsim .
[13] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna.
[14] Milyak’etê civîna Lawdikyayêr’a binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şe’dê r’ast û amin, ç’e’vkanîya e’firîn û xuliqîyêd Xwedê :
[15] Ez haş ji kirêd te heme, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu yan sar bûyayî yan jî germ.
[16] Lê çimkî tu golî yî, ne sar î û ne jî germ, Ezê te ji devê xwe bir’êjim.
[17] Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet h’ewcê t’u tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu me’rim, r’eben, belengaz, kor û te’zî yî.
[18] Ez vê t’emîyê didime te: Zêr’ê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bik’ir’e, wekî tu dewletî bî û k’incêd çîle-qerqaş ji Min bik’ir’e, ku li xwe kî, wekî şerma te’zîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê ç’e’va, ku li ç’e’vêd xwe dî, wekî bibînî.
[19] Ez k’îjana h’iz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê veger’e!
[20] Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê her’ime hindur’, t’evî wî nan bixwim û ewê jî t’evî Min.
[21] Ewê ku serk’eve, Ezê destûrê bidimê ku t’evî Min ser t’extê Min r’ûnê, çawa ku Ez serk’etim û t’evî Bavê Xwe ser t’extê Wî r’ûniştim.
[22] Guhê k’ê heye bira bibihê, ku R’uh’ çi dibêje civîna».