Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 17

Listen to this chapter • 4:25

[1] Ji wan her h’eft milyak’etêd ku xweyê her h’eft t’asa bûn, yekî hat t’evî min xeber da û got: «Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava r’ûniştî ye .

[2] P’adşêd dinyayê t’evî vê qavî kirin û binelîyêd r’ûbarî dinê pê şerava qavîya wê serxweş bûn».

[3] Hingê R’uh’ê Pîroz hate ser min, wî milyak’etî ez birime ber’îkê. Min dîna xwe dayê, va jinek li ser ce’newirekî sorê gevez sîyar, ku serda-pêda ji her alîyava bi navêd k’ifirîyêd hindava Xwedêda t’ijî bûn û h’eft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn.

[4] Ew k’ulfeta k’inca şîrk û sorê gevezva wergirtî bû, pê zêr’, kevirêd qîmet, lal û dur’va xemilî bû. K’aseke zêr’în destê wêda bû, ew k’as jî k’irêtî û mir’dar’îya qavîya wêva dagirtî bû.

[5] Li ser e’nîya wê navekî sur’ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û K’IRÊTÎYÊD DINYAYÊ.

[6] Min dîna xwe dayê, wê ew k’ulfeta pê xûna cime’ta Xwedê û pê xûna şe’dêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî e’cêbmayî mam.

[7] Hingê wî milyak’etî minr’a got: «Tu çima e’cêbmayî mayî? Ezê sur’a wê k’ulfetê û sur’a wî ce’newirê ku ewa lê sîyar e, k’îjan ku h’eft serêd wî û dehe stirûyêd wî hene, ter’a bêjim.

[8] Ew ce’newirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha t’une. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derk’eve û her’e unda be. Binelîyêd r’ûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê e’firandina dinyayêda k’itêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê e’cêbmayî bimînin, gava wî ce’newirî bibînin, yê ku hebû û niha t’une, lê wê hebe.

[9] Li vir h’iş-aqil kêr tê. Ew her h’eft serî, h’eft ç’îya ne, ser k’îjana ew k’ulfet r’ûniştî ye, usa jî h’eft p’adşa ne.

[10] Ji wan pênc k’etine, yek heye, yê din hê nehatîye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne.

[11] Ew ce’newirê ku wextekê hebû û niha t’une, ew xwexa jî p’adşê h’eyşta ye. Ew yekî ji wan her h’efta ye û wê her’e unda be.

[12] Ew her dehe stirûyêd ku te dîtine, dehe p’adşa ne, ku hê p’adşatî nestandine, lê belê wê h’ukum bistînin, ku t’evî ce’newir bona sih’etekê p’adşatîyê bikin .

[13] Meremê van her deha yek e, ewê qewat û h’ukumê xwe bidine ce’newir.

[14] Evana wê t’evî Berx şer’ bikin, lê Berx t’evî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û P’adşê p’adşa ye».

[15] Hingê milyak’et minr’a got: «Ew avêd te dîtin ku ewa qav li ser wan r’ûniştîye, ew cime’t in, e’lalet in, milet û ziman in.

[16] Ew her dehe stirûyêd ku te dîtin, usa jî ce’newir wê hevr’a bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê te’zî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin.

[17] Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina Wî bikin û ser nêtekê bin, p’adşatîya xwe bidine ce’newir, h’eta ku xeberêd Xwedê bêne sêrî.

[18] Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku p’adşatîyê li ser p’adşêd dinyayê dike».

E’yantî — Chapters