Skip to content
Opens in a new window

E’yantî 8

Listen to this chapter • 3:11

[1] Çaxê Ewî mora h’efta vekir, e’zmênda weke nîv sih’etî her tişt seqir’î.

[2] Hingê min ew her h’eft milyak’etêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanr’a h’eft bor’î hatine dayînê.

[3] Milyak’etekî din bixûrdanga zêr’în dêstda hat, li ber gorîgeha zêr’în sekinî. Wîr’a gelek bixûr hate dayînê, wekî bi t’evî duayêd cime’ta Xwedê dayne ser gorîgeha zêr’îne li ber t’extê Xwedê .

[4] Dûyê wê bixûrê t’evî duayêd cime’ta Xwedê ji destê wî milyak’etî berbi Xwedê bilind bû.

[5] Paşê milyak’et ew bixûrdang hilda, ji agirê gorîgehêva dagirt avîte ser e’rdê. Bû gur’înîya dengêd e’wra birûskê birq veda û e’rd h’ejîya.

[6] Hingê wan her h’eft milyak’etêd ku h’eft bor’îyêd wan hebûn k’arê xwe kirin, ku li bor’îya xin.

[7] Yê pêşin li bor’îyê xist, teyrok û agir xûnêva t’evayî ser e’rdêda barî. Û ji sê p’ara p’areke e’rdê şewitî, ji sê p’ara p’areke dara şewitî û h’emû gîhayê şîn şewitî .

[8] Milyak’etê duda li bor’îyê xist, tiştekî mezinî mîna ç’îyakî agir pêk’etî hate avîtinê nava be’rê. Û ji sê p’ara p’areke be’rê bû xûn,

[9] ji sê p’ara p’areke h’eywanêd be’rêda qir’ bû û ji sê p’ara p’areke gemîya wêran bû.

[10] Milyak’etê sisîya li bor’îyê xist û steyrkeke mezine mîna qendîla alav pêk’etî ji e’zmên k’ete ser p’areke ji sê p’arêd ç’ema û avêd kanîya.

[11] Navê wê steyrkê Zirîç’k bû. Ji sê p’ara p’areke ava bû zirîç’k û ji wê avê gelek meriv mirin, çimkî ew av te’l bû.

[12] Milyak’etê çara li bor’îyê xist, ji sê p’ara p’areke r’oyê, ji sê p’ara p’areke hîvê û ji sê p’ara p’areke steyrka derb standin, usa ku ji sê p’ara p’areke wan qarîya û ji sê p’ara p’areke r’ojê r’onayî neda, usa jî ji sê p’ara p’areke şevê .

[13] Hingê min dîna xwe dayê, wê teyrekî sîmir’ jor e’zmênda difir’î û min bihîst ku wî bi dengekî bilind got: «Wey, wey, wey li serê binelîyêd li r’ûbarî dinê, ku wê ber dengê wan bor’îyêd her sê milyak’etêd mayîn k’evin, yêd ku wê li bor’îya xin».

E’yantî — Chapters