[1] Ev e r’eqema r’ik’inyata Îsa Mesîh, r’ik’inyata Dawid, r’ik’inyata Birahîm:
[2] Birahîmr’a Îshaq bû, Îshaqr’a Aqûb bû, Aqûbr’a Cihûda û birava bûn,
[3] Cihûdar’a Pêrês û Zera bûn, (navê dîya wan T’amar bû), Pêrêsr’a Hesrûn bû, Hesrûnr’a R’am bû,
[4] R’amr’a Amînadav bû, Amînadavr’a Nehşon bû, Nehşonr’a Selmon bû,
[5] Selmonr’a Bowaz bû, (navê dîya wî R’exab bû), Bowazr’a Ovêd bû, (navê dîya wî R’ût’ bû), Ovêdr’a Yêşa bû
[6] û Yêşar’a Dawid p’adşa bû. Dawid p’adşar’a Silêman bû, (dîya wî berê k’ulfeta Ûrîya bû),
[7] Silêmanr’a R’ehobowam bû, R’ehobowamr’a Ebîya bû, Ebîyar’a Asaf bû,
[8] Asafr’a Yêhoşefat bû, Yêhoşefatr’a Yoram bû, Yoramr’a Ûzîya bû,
[9] Ûzîyar’a Yotam bû, Yotamr’a Ahaz bû, Ahazr’a Hizqîya bû,
[10] Hizqîyar’a Minaşe bû, Minaşer’a Amos bû, Amosr’a Yoşîya bû
[11] û Yoşîyar’a Yexonîya û birava bûn. Wî çaxî cime’t sirgûn çû Babîlonê.
[12] Lê pey sirgûnçûyîna Babîlonêda, ji Yexonîyar’a Şaltîyêl bû, Şaltîyêlr’a Zerûbabel bû,
[13] Zerûbabelr’a Abîyûd bû, Abîyûdr’a Êlyaqîm bû, Êlyaqîmr’a Azûr bû,
[14] Azûrr’a Sadoq bû, Sadoqr’a Axîn bû, Axînr’a Êlyûd bû,
[15] Êlyûdr’a Êlazar bû, Êlazarr’a Metan bû, Metanr’a Aqûb bû,
[16] Aqûbr’a Ûsiv bû, mêrê Meryemê, ya ku Îsa ji wê welidî, ku Mesîh tê gotinê.
[17] Awa ji Birahîm h’eta Dawid çardeh nisil derbaz bibûn, ji Dawid h’eta sirgûnçûyîna Babîlonêda çardeh nisil û ji sirgûnçûyîna Babîlonêda h’eta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn.
[18] Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivr’a nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi h’ukumê R’uh’ê Pîroz h’emle k’ifş bû.
[19] Lê Ûsivê dergîstîyê wê ku merivekî r’ast bû, nexwest wê r’ûr’eş ke, fikirî ku dizîva wê ber’de.
[20] Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyak’etekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kur’ê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji R’uh’ê Pîroz e.
[21] Ewê kur’ekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cime’ta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».
[22] Ev her tişt aha qewimî, wekî ew gotina Xudane bi zarê p’êxember bê sêrî ku dibêje:
[23] «Va qîza bik’ir wê h’emle be, kur’ekê jêr’a bibe û navê Wî Îmmanûyêl wê daynin» , ku tê fe’mkirinê: «Xwedê t’evî me ye» .
[24] Gava Ûsiv ji xewê h’işyar bû, ewî li gora gotina milyak’etê Xudan kir, dergîstîya xwe stand.
[25] Lê serê xwe wêr’a danenî, h’eta ku ew kur’ jêr’a bû. Û navê Wî Îsa danî.