Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:09

[1] Dîsa Îsa bi mesela wanar’a xeber da û got:

[2] «P’adşatîya E’zmana mîna vê yekê ye: P’adşakî de’wata kur’ê xwe kir.

[3] Ewî xulamêd xwe şandin ku gazî xwendîyêd de’watê kin, lê wana nexwestin bên.

[4] Xulamne din şandin û got: ‹Xwendîyar’a bêjin: Min canega û h’eywanêd xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirîye, her tişt hazir e. Werine de’watê!›

[5] Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû e’rdê xwe û yê din t’ucaretîya xwe.

[6] Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, k’utan û kuştin.

[7] Çaxê p’adşê bihîst, hêrs k’et, ordîya xwe şand qir’a ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand.

[8] Hingê gote xulamêd xwe: ‹De’wat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn.

[9] R’abin her’ine serê r’îya û hûn k’ê ku bibînin, t’eglîfî de’watê kin›.

[10] Û ew xulam derk’etine serê r’îya, k’î ku dîtin, qenc û xirab, t’ev civandin û mala de’watê bi xwendîyava t’ijî bû.

[11] Lê gava p’adşa çû hindur’ ku xwendîya bibîne, merivek li wir dît ku k’incê de’watê lê t’unebû

[12] û gote wî: ‹Heval! Tu çawa bê k’incê de’watê k’etî vir?› Ewî deng nekir.

[13] Wê gavê p’adşê berdestîyar’a got: ‹Dest û p’îyê wî girêdin, bigirin bavêjine te’rîya derva. Li wir wê bibe qîr’în û ç’irke-ç’irka dirana›.

[14] Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in».

[15] Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin.

[16] Wana şagirtêd xwe t’evî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî r’ast î û r’îya Xwedê r’ast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.

[17] Niha bêje me, Tu çawa t’exmîn dikî? Gelo r’ast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?»

[18] Îsa qelpîya wan zanibû û got: «Çima hûn Min dicêr’ibînin, dur’ûno?

[19] P’erê xercdayînê nîşanî Min kin». Û wana zîvek Wîr’a anî.

[20] Îsa ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê k’ê ye?»

[21] Wana got: «Yêd Qeyser in». Hingê gote wan: «Awa çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê».

[22] Gava wan bihîst zendegirtî man, Ew hiştin û çûn.

[23] Sadûqî, ku dibêjin r’abûna mirîya t’une, wê r’ojê hineke ji wan hatine cem Îsa jê pirsîn

[24] û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzur’et bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke› .

[25] Awa h’eft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzur’et mir, jina wî birê wîr’a ma.

[26] Usa jî hate serê birê duda û yê sisîya, xulese hate serê her h’efta jî.

[27] Li pey h’emûyar’a ew jina jî mir.

[28] De îjar wê R’oja R’abûna mirîya ew k’ulfetê bibe jina k’îjanî ji wan her h’efta? Çimkî h’emûya jî ew standibû».

[29] Îsa li wan veger’and û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.

[30] R’oja R’abûna mirîya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyak’etêd e’zmên bin.

[31] Lê derheqa r’abûna mirîyada, çima we ew xebera ku Xwedê wer’a gotibû nexwendîye?

[32] ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im› . Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye».

[33] Gava e’laletê ev tişt bihîstin, ser hînkirina Wî zendegirtî man.

[34] Lê gava fêrisîya bihîst ku Îsa sadûqî dengbir’î kirin, h’emû li cîkî civîyan.

[35] Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku Wî bicêr’ibîne û gotê:

[36] «Dersdar. Qanûnêda k’îjan e t’emîya here mezin?»

[37] Îsa gote wî: «‹Xudan Xwedêyê xwe h’iz bike bi t’emamîya dilê xwe, bi t’emamîya canîya xwe û bi t’emamîya h’işê xwe› .

[38] Ev e t’emîya pêşin û here mezin.

[39] Û ya duda jî mîna vê ye: ‹Hevalê xwe weke xwe h’iz bike› .

[40] Ji van her du t’emîyava h’emû nivîsarêd p’êxembera û Qanûnê girêdayî ne».

[41] Gava fêrisî civîyan, Îsa ji wan pirsî

[42] û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, t’exmîna we Ew kur’ê k’ê ye?» Jêr’a gotin: «Kur’ê Dawid e».

[43] Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê R’uh’ Xudanê xwe h’esab dike? Çimkî wî got:

[44] ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî r’astê r’ûnê, h’eta ku Ez dijminêd Te bikime binê p’îyêd Te› .

[45] Heger Dawid Wî ‹Xudan› h’esab dike, Ew çawa dibe kur’ê wî?»

[46] Û kesekî nikaribû caba Wî bida û li pey wê r’ojêr’a kesekî newêribû pirsek jê bikira.

Metta — Chapters