Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 6:19

[1] Îsa her donzdeh şagirt gazî cem Xwe kirin û h’ukum da wan ku r’uh’êd h’eram derxin, h’emû êş û nexweşîya jî qenc kin.

[2] Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimh’ûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûh’enna,

[3] Fîlîpo û Bertolomeyo, T’ûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo

[4] Şimh’ûnê welatp’arist û Cihûdayê Îsxeryotî, ewê ku nemamîya Îsa kir.

[5] Îsa ev her donzdeh şandin, t’emî li wan kir û got: «Neçine nava necihûya û nek’evine bajarêd Sameryayê.

[6] Lê pêşîyê her’ine nav pezêd mala Îsraêlêye undabûyî.

[7] Gava hûn her’in, dannasîn kin û bêjin: ‹P’adşatîya E’zmana nêzîk bûye›.

[8] Nexweşa qenc kin, mirîya sax kin, k’otîya paqij kin, cina derxin. We bêheq standîye, bêheq jî bidin.

[9] Li ber pişta xweda t’u tiştî hilnedin: Ne zêr’, ne zîv, ne sifir,

[10] ne tûrik bona r’ê, ne du dest kiras, ne çarix, ne şivdar, çimkî p’ale hêjayî r’isqê xwe ye.

[11] Çi bajar yan gundê ku hûn bik’evinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, h’eta ku hûn ji wir diçin.

[12] Gava hûn her’ine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‹E’dilayî vê malêr’a›.

[13] Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we veger’e.

[14] Lê k’î ku we qebûl neke û guhdarîya xeberêd we neke, gava ku hûn ji wê malê, yan jî ji wî bajarî derdik’evin, t’oza nigêd xwe dawşînin.

[15] Ez r’ast wer’a dibêjim, R’oja Axretê h’alê welatê Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.

[16] Va Ez we dişînim çawa pez nava gura. Îdî mîna me’ra serwaxt bin û mîna kevotka dilsax.

[17] Lê h’evza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û k’inîştêd xweda we bidine ber qamçîya.

[18] R’ûyê Minda wê we bibine ber welîya û p’adşa, ku hûn ber wan û necihûya şe’detîyê bidin.

[19] Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê wer’a wê bê dayînê.

[20] Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê R’uh’ê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de.

[21] Bira wê birê xwe bide kuştinê, bavê jî kur’ê xwe û zar’ jî wê himberî dê û bavê xwe r’abin û wan bidine kuştinê.

[22] Bona navê Min hûnê ber ç’e’vê h’emûya r’eş bin. Lê k’î ku h’eta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.

[23] Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, bir’evine bajarekî din. Ez r’ast wer’a dibêjim, h’eta hatina Kur’ê Mêriv, hûn h’emû bajarêd Îsraêlê pêr’a nagihînin biger’in.

[24] Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe.

[25] Besî şagirt e, wekî mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe be. Heger malxê malêr’a ‹Belzebûl› gotin, hingê neferêd wîr’a wê çi bêjin?

[26] Awa îdî t’u car ji meriva netirsin. Tiştekî dizîva t’une ku derneyê û ne jî veşartî ku k’ifş nebe.

[27] Çi ku Ez te’rîyêda wer’a dibêjim, ewî nav r’onayêda bêjin û çi ku hûn guhada dibihên, ser bana bikine dengî.

[28] Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin r’uh’ bikujin. Lê hûn ji Wî bitirsin, Yê ku dikare r’uh’ û bedenê ce’nimêda unda ke.

[29] Ne du ç’ivîk bi diravekî çarqur’ûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî e’mirê Bavê we nak’eve e’rdê.

[30] Lê çi li we dik’eve, her t’êlekî p’or’êd serê we jimartî ne.

[31] Îdî netirsin. Hûn ji gelek ç’ivîka qîmettir in.

[32] K’î ku Min ber meriva îqrar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî E’zmana îqrar kim.

[33] Lê k’î ku Min ber meriva înk’ar ke, Ezê jî wî ber Bavê Xweyî E’zmana înk’ar kim.

[34] Nefikirin ku Ez hatime dinê e’dilayîyê bînim. Ez nehatim e’dilayîyê bînim, lê şûr.

[35] Çimkî Ez hatim kur’ ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesîyê biqetînim

[36] û dijminêd mêriv wê ji mala wî bin.

[37] Ewê ku bavê xwe yan dîya xwe ji Min ze’ftir h’iz dike, ne hêjayî Min e. Ewê ku kur’ê xwe yan qîza xwe ji Min ze’ftir h’iz dike, ne hêjayî Min e.

[38] Ewê ku xaçê xwe hilnade pey Min nayê, ew ne hêjayî Min e.

[39] K’î e’mirê xwe biger’e, ewê unda ke, lê k’î e’mirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.

[40] Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.

[41] Ewê ku p’êxember qebûl dike çawa p’êxember, wê heqê p’êxember bistîne û ewê ku merivekî r’ast qebûl dike çawa merivê r’ast, wê heqê yêd r’ast bistîne.

[42] Û ewê ku t’ase ava sar jî dide yekî ji van biç’ûka, bona xatirê wê yekê ku ew şagirtê Min e, Ez r’ast wer’a dibêjim, ewê t’u car heqê xwe unda neke».

Metta — Chapters