Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 5:32

[1] Paşê Îsa ji ç’îyê hate xwarê, e’laleteke giran da pey Wî çû.

[2] Hingê yekî k’otî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî ».

[3] Îsa destê Xwe dirêj kirê lê k’et û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji k’otîbûnê paqij bû.

[4] Hingê Îsa jêr’a got: «Binihêr’e, t’u kesîr’a tiştekî nebêjî, lê her’e xwe nîşanî k’ahîn ke û h’edîya ku Mûsa t’emî daye bide, wekî h’emûyar’a bibe şe’detî».

[5] Gava Îsa k’ete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê:

[6] «Xudan, xulamê min şilûşe’t malda p’aldaye, gelekî cefê dibîne».

[7] Îsa gote wî: «Ezê bêm wî qenc kim».

[8] Sersed lê veger’and û gotê: «Xudan, ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Lê t’enê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be.

[9] Ez xwexa jî merivekî bin h’ukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîr’a dibêjim: ‹Her’e›, diçe, yekî dinr’a dibêjim: ‹Were›, tê û xulamê xwer’a dibêjim: ‹Vî tiştî bike›, dike».

[10] Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewêd ku pey wî diçûn: «Ez r’ast wer’a dibêjim, Îsraêlêda jî Min bawerîke aha yekîda nedîtîye.

[11] Ez wer’a dibêjim, ku gelekê ji r’ohilatê û ji r’oavayê bên û şayîya P’adşatîya E’zmanada t’evî Birahîm, Îshaq û Aqûb r’ûnên,

[12] lê zar’êd P’adşatîyê wê bêne avîtinê te’rîya derva. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka dirana».

[13] Paşê Îsa sersedr’a got: «Her’e! Bira li gora bawerîya te ter’a be». Û wê demê xulamê wî qenc bû.

[14] Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesîya wî t’ayêda p’aldayî dît.

[15] Ewî destê Xwe da destê wê û t’ayê jê ber’da, r’abû berdestî Wîr’a kir.

[16] Gava r’o çû ava, gelek cinak’etî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê r’uh’êd h’eram derxistin û h’emû nexweş qenc kirin.

[17] Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya p’êxember bê sêrî, ku nivîsar e: «Ewî nexweşîyêd me hildan û êşêd me birin» .

[18] Çaxê Îsa e’lalet dora Xwe dît, e’mir li şagirta kir ku her’ine wî berî golê.

[19] Hingê qanûnzanek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Tu k’uda jî her’î, ezê pey Te bêm».

[20] Îsa gote wî: «R’ûvîyar’a qul hene, teyredêd e’zmênr’a jî hêlîn, lê bona Kur’ê Mêriv cîk t’une ku serê Xwe lê dayne».

[21] Şagirtekî Wî gotê: «Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşîyê her’im bavê xwe defin kim».

[22] Lê Îsa jêr’a got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin».

[23] Gava Îsa k’ete qeyikê, şagirtêd Wî t’evî Wî çûn.

[24] Nişkêva firtoneke mezin li golê r’abû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê Ew r’azayî bû.

[25] Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, ew h’işyar kirin û gotinê: «Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!»

[26] Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?» Wê demê r’abû li bayê û golê hilat û h’emû tişt seqir’în.

[27] Merivêd t’evî Wî e’cêbmayî man û gotin: «Ev k’î ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?»

[28] Gava Îsa derbazî wî alîyê t’opraxêd Gerdarînê bû, du cinak’etî ji nav gor’istana derk’etin û r’astî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê r’êr’a derbaz bûya.

[29] Wana kire qîr’în û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kur’ê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»

[30] Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diç’êrîya.

[31] Cina r’eca ji Wî kir û gotinê: «Heger Tu me derdixî, bihêle em her’in bik’evine nava sûrîyê beraza».

[32] Ewî gote wan: «Her’in!» Ew jî derk’etin çûn k’etine nava beraza û ew sûrî pêva jorda r’evî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn.

[33] Berazvan r’evîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinak’etîya gotin.

[34] Hingê h’emû merivêd bajêr derk’etine pêşîya Îsa û gava Ew dîtin, r’eca ji Wî kirin ku ji e’rdê wan her’e.

Metta — Chapters