Skip to content
Opens in a new window
Listen to this chapter • 7:33

[1] Çaxê Îsa e’lalet dît, hilk’işîya ç’îyê, r’ûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî.

[2] Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanr’a got:

[3] «Xwezî li r’uh’feqîra , çimkî P’adşatîya E’zmana ya wan e.

[4] Xwezî li h’eznîya, çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê.

[5] Xwezî li şkestîya, çimkî e’rdê p’ara wan be.

[6] Xwezî li wan, ku t’î û bir’çîyê r’astîqedandinê ne, çimkî ewê t’êr bin.

[7] Xwezî li dilr’e’ma, çimkî ewê r’e’mê bibînin.

[8] Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin.

[9] Xwezî li wan, ku e’dilayîyê dikin, çimkî ewê zar’êd Xwedê bêne h’esabê.

[10] Xwezî li wan, ku bona r’astîqedandinê têne zêrandinê, çimkî P’adşatîya E’zmana ya wan e.

[11] Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûr’e buxdan li we bikin.

[12] Eşq û şa bin, çimkî heqê we li e’zmana gelek e. Bi vî cûr’eyî p’êxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.

[13] Hûn xwêya e’rdê ne. Lê heger xwê te’ma xwe unda ke, paşê ewê bi çi te’mê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-p’îya.

[14] Hûn r’onaya dinyayê ne. Heger bajarek serê ç’îyê ye, nayê veşartinê.

[15] Kesek jî ç’irê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser p’êç’irê, ku r’onayê bide h’emûyêd ku malêda ne.

[16] Usa jî bira r’onaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî e’zmana bidin.

[17] Nefikirin ku Ez hatime nivîsarêd p’êxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan h’emûya bînime sêrî.

[18] Ez r’ast wer’a dibêjim, berî derbazbûna e’rd û e’zman, deqek yan jî h’erfeke biç’ûk ji Qanûnê wê t’u car unda nebe, h’eta ku h’emû bêne sêrî.

[19] Awa k’î ji van t’emîya yeke here biç’ûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê P’adşatîya E’zmanada ji h’emûya biç’ûktir bê h’esabê. Lê k’î ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê P’adşatîya E’zmanada mezin bê h’esabê.

[20] Lema Ez wer’a dibêjim, heger r’astîya we ji r’astîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn t’u car nak’evine P’adşatîya E’zmana.

[21] We bihîstîye ku pêşîyar’a hatîye gotinê: ‹Nekuje! K’î ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê›.

[22] Lê Ez wer’a dibêjim, k’î ser birê xwe hêrs k’eve , wê bibe deyndarê dîwanê û k’î bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û k’î ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.

[23] Awa heger tu h’edîya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye,

[24] h’edîya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşîyê her’e birê xwer’a li hev were û paşê were h’edîya xwe bide.

[25] Çaxê neyarê te te k’aşî cem h’akim dike, r’êda t’evî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê h’akim, h’akimê jî te bide destê berdestîyê xwe û te bavêje kelê.

[26] Ez r’ast ter’a dibêjim, tu ji wir t’u car dernak’evî h’eta polê paşin nedî.

[27] We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Zinîyê neke› .

[28] Lê Ez wer’a dibêjim, k’î bi temê xirab jinekê binihêr’e, ewî dilê xweda îdî t’evî wê zinêk’arî kir.

[29] Awa heger ç’e’vê teyî r’astê te ji r’ê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nek’eve ce’nimê.

[30] Û heger destê teyî r’astê te ji r’ê derdixe, wî jêke û bavêje. Ter’a hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nek’eve ce’nimê.

[31] Ev jî hatîye gotinê: ‹K’î k’ulfeta xwe ber’de, bira k’axaza jinber’danê bide wê› .

[32] Lê Ez wer’a dibêjim, k’î ku bê sebebîya qavîyê jina xwe ber’de, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û k’î ku yeke mêrber’dayî bistîne, ew zinîyê dike.

[33] We ev jî bihîstîye ku pêşîyar’a hatîye gotinê: ‹Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî› .

[34] Lê Ez wer’a dibêjim, t’u car sond nexwin, ne bi e’zmên, çimkî ew t’extê Xwedê ye,

[35] ne jî bi e’rdê, çimkî ew cîyê bin p’îyêd Wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê P’adşê mezin e

[36] û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan r’eş kî.

[37] Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e .

[38] We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Ç’e’v ji ber ç’e’vva, diran ji ber diranva› .

[39] Lê Ez wer’a dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li r’ûyê teyî r’astê xe, yê din jî bide ber.

[40] Û heger yek te k’aşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, p’otê xwe jî jêr’a bihêle.

[41] Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, t’evî wî duda her’e.

[42] Bide wî, k’î ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike.

[43] We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Hevalê xwe h’iz bike û bijene dijminê xwe›.

[44] Lê Ez wer’a dibêjim, dijminêd xwe h’iz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin ,

[45] wekî hûn bibine zar’êd Bavê xweyî E’zmana. Çimkî Ew te’va Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser r’asta, hin jî ser ner’asta.

[46] Heger hûn wan h’iz bikin, k’îjan ku we h’iz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin?

[47] Û heger hûn t’enê silavê bidine birêd xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewêd din zêdetir dikin? Ne p’ûtp’arist jî usa dikin?

[48] Awa k’amil bin, çawa ku Bavê weyî E’zmana k’amil e.

Metta — Chapters