[1] Gava Îsa ev h’emû xeber xilaz kirin, şagirtêd Xwer’a got:
[2] «Hûn zanin ku wê du r’oja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kur’ê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».
[3] Hingê serekêd k’ahîna û r’ûspîyêd cime’tê seraya serekk’ahînda ku navê wî Qeyafa bû civîyan
[4] û li hev şêwirîn ku Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin.
[5] Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cime’t r’anebe ser niga».
[6] Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimh’ûnê k’otîda bû,
[7] k’ulfeteke ku derdaneke wêye alabastirêyî r’ûnê bînxweş hebû, hate cem Wî û çaxê Ew li ser sifrê r’ûniştî bû, ewê ew r’ûn r’ête ser serê Wî.
[8] Gava şagirta ev yek dît, li wan xweş nehat û gotinê: «Çima eva zîyana bû?
[9] Eva r’ûna wê qîmetekî biha bihata firotanê û feqîrar’a bihata belakirinê».
[10] Lê ew yek Îsava e’yan bû û wanar’a got: «Çima hûn xatirê wê k’ulfetê dik’evin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir.
[11] Feqîrê her gav t’evî we bin, lê Ezê her gav t’evî we nîbim.
[12] Ewê bona definkirina Min ew r’ûn r’ête ser bedena Min.
[13] Ez r’ast wer’a dibêjim, dinyayêda k’îderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê k’ulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».
[14] Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd k’ahîna
[15] û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê.
[16] Ji wir şûnda ew mecalekê diger’îya ku çawa Îsa bide destê wan.
[17] Li r’oja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêr’a gotin: «Tu li k’u dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em Ter’a hazir kin?»
[18] Ewî jî got: «Her’ine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ‹Dersdar dibêje: R’oja Min nêzîk e. Ezê t’evî şagirtêd Xwe mala teda Cejina Derbazbûnê derbaz kim›».
[19] Û şagirta usa kir, çawa ku Îsa wanar’a e’mir kiribû û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.
[20] Êvarê t’ev her donzdeha ser sifrê r’ûnişt.
[21] Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez r’ast wer’a dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike».
[22] Şagirt gelekî ber xwe k’etin û her yekî ji wan gote Wî: «Xudan, dibe ku ez im?»
[23] Ewî li wan veger’and û got: «Ewê ku pe’rîyê Xwe t’evî Min t’asêda kir, ewê nemamîya Min bike.
[24] R’ast Kur’ê Mêriv wê usa her’e çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kur’ê Mêriv bike! Wîr’a hê qenc bû ku ew qet dinê nek’eta».
[25] Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê veger’and û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîr’a got: «Te bi devê xwe got».
[26] Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e».
[27] Peyr’a k’as hilda şikirî da, da wan û wanar’a got: «Hûn h’emû jî ji vê vexwin,
[28] eva xûna Min e bona peymanê , ku bona baxşandina gunêd geleka tê r’êtinê.
[29] Lê Ez wer’a dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda t’u car ji vê meya tirîyê venaxwim, h’eta wê r’oja ku Ezê t’evî we P’adşatîya Bavê Xweda ji ya nû vexwim».
[30] Paşê wana zebûrek stira, derk’etin çûne ç’îyayê Zeyt’ûnê.
[31] Hingê Îsa wanar’a got: «Îşev hûn h’emûyê jî ji Min p’işk bin her’in, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be› .
[32] Lê gava ku Ez ji mirinê r’abim, Ezê berî we her’ime Celîlê».
[33] Petrûs lê veger’and û gotê: «Heger h’emû jî ji Te p’işk bin her’in, lê ez t’u car ji Te naçim».
[34] Îsa wîr’a got: «Ez r’ast ter’a dibêjim, hema îşev hê berî bangdana dîk, tê sê cara Min înk’ar kî».
[35] Petrûs Wîr’a got: «Heger cî bê, ezê t’evî Te bimirim jî, lê t’u car Te înk’ar nakim». H’emû şagirta jî usa got.
[36] Hingê Îsa t’evî wan çû wî cîyê ku jêr’a Gêtşemanî dibêjin û şagirtar’a got: «Vira r’ûnên, h’eta Ez her’im dera han dua bikim».
[37] Ewî t’evî Xwe Petrûs û her du kur’êd Zebedî hildan, k’eser hatê û ber Xwe k’et.
[38] Hingê Îsa wanar’a got: «Dilê Min haqas derd û k’eder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û t’evî Min h’işyar bin».
[39] Hinekî pêşda çû Xwe dever’ûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev k’asa cefê ser Minr’a derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».
[40] Paşê hate cem şagirta, ew r’azayî dîtin û gote Petrûs: «We nikaribû ku sih’etekê hûn t’evî Min h’işyar bimana?
[41] H’işyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nek’evine nava cêr’ibandinê. Belê r’uh’ r’azî ye, lê beden sist e».
[42] Careke din jî Îsa çû dua kir û got: «Bavê Min! Heger nabe ku ev k’asa cefê ji Min derbaz be h’eta ku Ez wê venexwim, bira xwestina Te be».
[43] Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, ç’e’vêd wan ji xewê venedibûn.
[44] Û ew hiştin çû, cara sisîya dua kir, dîsa ew xeber gotin.
[45] Hingê hate cem şagirta û wanar’a got: «Hûn hela hê r’azayî ne û r’ih’et dibin? Va wext pêr’a gihîşt ku Kur’ê Mêriv bik’eve destê gunek’ara.
[46] R’abin em her’in. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».
[47] Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî t’evî xwe ji alîyê serekêd k’ahîna û r’ûspîyêd cime’têda e’laleteke giran anîbû, bi dara û şûra.
[48] Awa nemamê Wî e’şeret dabû wan û gotibû: «Ez k’îjanî ku r’amûsim, Ew e, Wî bigirin».
[49] Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û gotê: «Silav li Te, dersdar!» û r’amûsa.
[50] Îsa wîr’a got: «Heval, tê çi bikî zû bike!» Wê gavê ew pêşda hatin, dest avîtine Îsa û Ew girtin.
[51] Nişkêva yekî ji ewêd ku t’evî Îsa bû, r’abû şûrê xwe k’işand li xulamê serekk’ahîn xist û guhê wî pekand.
[52] Wê gavê Îsa wîr’a got: «Şûrê xwe bike cî. K’î ku şûr hiltîne, ewê bi şûr her’e.
[53] Te t’irê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêr’a-pêr’a donzdeh ordîya zêdetir milyak’et bigihîne Min?
[54] Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê h’emû aha bin?»
[55] Wê gavê Îsa e’laletêr’a got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her r’oj t’evî we p’aristgehêda r’ûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.
[56] Lê ev h’emû tişt qewimîn, ku nivîsarêd p’êxembera bêne sêrî». Wê demê h’emû şagirta Ew hiştin û r’evîn.
[57] Yêd ku Îsa girtin, Ew birine cem Qeyafayê serekk’ahîn, li wî cîyê ku qanûnzan û r’ûspî civîyabûn.
[58] Petrûs jî dûrva h’eta h’ewşa serekk’ahîn p’ê-p’ê pey Wî çû k’ete hindur’ û li nav nobedara r’ûnişt, ku bizanibe axirî wê çawa be.
[59] Serekêd k’ahîna û t’emamîya civîna giregira jî miqabilî Îsa şe’detîke derew diger’îyan ku Wî bikujin,
[60] lê nedîtin. Gelek şe’dêd derew jî hatin, dîsa nedîtin. Paşê du şe’dêd derew pêşda hatin
[61] û gotin: «Evî got: ‹Ez dikarim p’aristgeha Xwedê hilşînim û nava sê r’ojada dîsa wê çêkim›».
[62] Serekk’ahîn r’abû ser p’îya û Wîr’a got: «Bona van şe’detîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»
[63] Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekk’ahîn dîsa Wîr’a got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Mer’a bêje, Tu yî Mesîh, Kur’ê Xwedê?»
[64] Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez wer’a dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kur’ê Mêriv li k’êleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî r’astê r’ûniştî û li ser e’wrêd e’zmên tê bibînin» .
[65] Hingê serekk’ahîn k’incêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şe’de çî mer’a ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir!
[66] Weva çawa xuya dike?» Wana jî lê veger’and û gotin: «Wîr’a kuştin dik’eve».
[67] Wê gavê t’ûyî r’ûyê Wî kirin, bi k’ulma lêxistin, hineka jî şemaq lê didan
[68] û digotinê: «Mesîh, p’êxembertîyê mer’a bike, k’a k’î bû ku Te xist?»
[69] Wî çaxî Petrûs derva li h’ewşêda r’ûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: «Tu jî t’evî Îsayê Celîlê bûyî».
[70] Lê ewî li ber h’emûya înk’ar kir û got: «Ez nizanim tu çi dibêjî».
[71] Çaxê ew çû ber dergeh, yeke din ew dît û gote ewêd ku li wir bûn: «Evê han jî t’evî Îsayê Nisretê bû».
[72] Ewî dîsa bi sond înk’ar kir got: «Ez wî merivî nas nakim».
[73] Xêlekê şûnda ewêd ku li wir bûn çûne cem Petrûs û gotinê: «Hebe-t’unebe tu jî ji wan î, çimkî xeberdana te te difiroşe».
[74] Hingê ewî nifir’ xwe kir, sond xwar û got: «Ez wî merivî nas nakim». Wê gavê dîk bang da
[75] û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîr’a gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înk’ar kî». Derk’ete derva û k’ele-k’el girîya.